PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Divê daxazên nasname û aboriyê neyên îhmalkirin’

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, diyar kir gel partiyeke ku berdevkiya têkoşîna civakî dike dixwaze û got ew ê bibin berdevkê têkoşîna civakî.

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena li ser pêvajoya jinûveavakirinê ji ANF’ê re axivî.

Asena, xebatên ku wê di rojên pêş de bikin û danezana derbarê pêvajoya jinûveavakirinê ya Partiya Çepên Kesk ragihand û got “

Partiya Çep a Kesk dane, anî ziman û got, “Wê li bajar û navçeyan civîn were kirin, piştre civînên gel were kirin û piştre jî bi komxebat û atolyeyan em ê pêvajoyê binirxînin û tiştên ku di dema nû de divê were kirin em ê pêşkêşî konferans û kongreya xwe bikin. Ev pêvajo wê bi biryarên me yên konferans û kongreyê bi dawî bibe.”

Asena da zanîn ku civînên bajar û navçeyan bi dawî bûne û got, “Em ê di serdema pêş de civînên gel temam bikin. Berdevkê partiya me wê li ser vê yekê daxuyaniyeke berfireh bide çapemenî û raya giştî. Piştî van civînên gel, em ê atolye û komxebatan li dar bixin.”

Asena axaftina xwe wisa domand: “Di esasê xwe de gelê me diyar dike ku ew dixwazin partiyek ku daxwazên xwe bi awayekî vekirî tîne ziman, di meclîsê de gel diparêze û berdevkiya têkoşîna civakî dike, bibîne. Wekî ku Hevberdevka me ya Partiyên Çepên Kesk di civîna komê de got, di dawiya vê pêvajoyê de wekî berdevkê mûxalefeta civakî û navenda mûxalefeta civakî em ê cihê xwe di siyasetê de werbigirin. Lê ji bo vê divê em li benda temambûna civînên gel bin. Daxwazên ku em dixwazin balê bikêşin ser ev in; divê daxwazên derbarê nasname û aboriyê neyên îxmalkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar