Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Dervîş 8 sal in li malbata xwe digere

Girtiyê bi navê Muhammed Mahmûd Dervîş di dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ji hêla OSO’yê ve hat girtin û rastî her cureyên îşkenceyê hat.

Welatiyê bi navê Muhammed Mahmûd Dervîş li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin û bi sala ye li malbata xwe digere. Tevî her cureyên îşkenceyê yên ji sala 2015’an heta niha jî hewl dide jiyana xwe bidomîne. Tiştên ku Dervîş di nava 8 salên dawî de jiyaye, wehşeta komên paramîlîter ên OSO’yê û miameleya dermirovî ya li girtîgehên Tirkiyeyê jî radixe ber çavan.

Dervîş, li paytexta Sûriyeyê Şamê ji dayik bû û çîroka wî bi tevlibûna nava refên PKK’ê dest pê kir. Di 2014’an de kete 20 saliya xwe û ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê derbasî Şengalê bû. 6 mehan li gel civaka êzdî li dijî êrîşan têkoşiya û piştre jî berê xwe da bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûbû hedefa êrîşên DAIŞ’ê. Di dema şerê li Kobanê de guleyek li patika wî ket û birîndar bû.

Rastî îşkenceya dermirovî hat

Wê demê ji bo tedawî bibe diçe cem malbata xwe ya li Moskovê. Dervîş, felc dibe, 3 caran emeliyat dibe û 6 mehan tê tedawîkirin. Ji ber birîna guleyê, lêva wî bi temamî ket û 3 caran ji lêva xwe emeliyat bû. Piştî ku tedawiya wî temam bûy, di sala 2015’an de careke din berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di sala 2018’an di dema dorpêçkirina Efrînê de Dervîş hat girtin û rastî îşkenceyên dermirovî hat. Di îşkenceyê de lingê wî yê rastê hat birîn û hemû diranên wî hatin kişandin. Komên paramîlîter ên OSO’yê, Dervîş bi saxî di gorê de binax kir û bi rojan di gorê de hişt. Piştî ku sax ji gorê derxistin jî li ser sînor radestî dewleta tirk hat kirin. Leşkeran, Dervîş birin Nexwexşaneya Dewletê ya Îskenderûnê. Dîmenên îşkenceyê yên Dervîş li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin û wisa tê texmînkirin ku malbata Dervîş dibêje qey zarokê wan mirî ye.

Dema Dervîş birin nexweşxaneyê, pêdiviya wî bi xwînê hebû lê nehat dayîn. Lê hemşîreyek alîkariyê dide Dervîş û wî rizgar dike. Hêj niha jî di laşê Dervîş de bi dehan şopên mayînde yên guleyan, kêr û îşkenceyê hene. Ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, carnan bîra Dervîş diçe û tê. Piştî ku anîn Tirkiyeyê, salek û nîvan li Girtîgeha Îskenderûnê hat ragirtin û piştre hat berdan. Di sala 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di encama îxbarekê de hat binçavkirin û dîsa hate girtin.

Li girtîgeha Hatayê tundiya DAIŞ’ê

Dervîş, şandin Girtîgeha Tîpa T a Hatayê. Li wir 3 salan zext lê hat kirin ku di qawîşa DAIŞ’iyan de bimîne. Di vê navberê de cezayê muebbeta giran lê hat birîn. Bi salan piştre parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çûn serdana Dervîş û Dervîş ji wan re wiha got: “DAIŞ’iyên li girtîgehê her roj, her deqîqe, her saniye li min dixin. Çermê laşê min jî zimba kirine.”

Di gulana sala 2022’yan de jî Dervîş li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2 ya Turkoglû ya Mereşê hat kirin. Îcar jî zext li Dervîş hatin kirin ku di qawîşa girtiyên El Nusrayê de bimîne. Destên Dervîş, ji hêla endamên El Nusrayê ve bi kêrên fêkiyan hatin birîn. Demek piştre jî derbasî qawîşa girtiyên siyasî bû. Dervîş, niha bi saya alîkariya girtiyên siyasî pêdiviyên xwe pêşwazî dike, êdî dermanên xwe peyda dike û dikare ji bo cihên têkildar serlêdanan bike. Dervîş, ji bo tedawiya diranên xwe yên bi îşkenceyê hatine kişandin çû cem bijîşkan. Bijîşk jî bi gotinên weke “Tu kesekî kirêtî” heqaret li Dervîş kir û nehat tedawîkirin. Demek piştre jî Dervîş şandin Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê. Ji ber lamika rastê ya Dervîş tune ye, bi zor û zehmet diaxive. Ji ber îşkenceyên dermirovî yên lê hatine kirin, Dervîş bi nexweşiyên giran re rû bi rû ma ye. Lê tevî vê yekê jî sewqa wî ya ji bo nexweşxaneyê nayê kirin.

Dervîş, di meha nîsanê de ji bo Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) nameyek şand û wiha got: “Di encama derewên îtîrafkaran de cezayê muebbetê li min hate birîn. Min her cureyên ezyetê jiyan.” Di berdewama nameyê de vê bangê dike: “Ji we rica dikim ji min re bibin alîkar ku malbata xwe bibînim.” Nûnerekî qanûnî û vasîsê Dervîş nîne. Lewma dema kesek jê re pereyan dişîne jî doz lê tê vekirin.

Bang hate kirin ku bi malbata wî re peywendî werin danîn

Dervîş, da zanîn ku bavê wî ji Qamişloyê ye, helbestvanekî muxalîf e, di sala 2005’an de ji hêla rejîma Esad ve hate girtin û piştî ku tevahiya mal û milkê wî hate desteserkirin, li gel malbata xwe koçî Belçîkayê kiriye. Dervîş, got ku navê dayika wî Mîne Maxlup Arap e û xwîşka wî Evîn Mahmûd Dervîş jî li Moskovê dijî û bijîşka çav e. Bi domdarî Dervîş, bi lêv kir ku dayik û bavê wî li bajarê Bruksel a Belçîkayê dijî û bang kir ku bi wan re peywendî bên danîn.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Omer Faruk Yazmaci di meha gulanê de çû serdana Dervîş û Dervîş tiştên jiyayîn jê re vegot. Yazmaci, têkildarî tiştên Dervîş jiyayîn bi ajansa me re axivî. Yazmaci, got ku dema ji hêla çeteyên OSO’yê ve dihat îşkencekirin, dest û lingên wî bi traktorê ve hatine girêdan û bi kîlometreyan li erdê hatiye kaşkirin. Yazmaci, wiha domand: “Piştre jî xistine goreke ji hesin û bi axê hatiye veşartin. Gora ji hesin rojê tenê carekê dihat vekirin, ji petekî avê yê hatiye qulkirin de dilop bi dilop av didan wî. Bi vê avê jî tenê lêva wî şil dibû.”

 ‘Yan dê bibî îtîrafkar an jî em diranên te çênakin’

Yazmaci, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema li Hatayê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, gefa ‘yan tu dê bibî îtîrafkar, an jî em diranên te çênakin’ lê hatiye xwarin. Niha li Girtîgeha Kirşehîrê dimîne û got ku mafê sihbet, xwendin û atolyeyan ji destê wî hatiye girtin. Her wiha cilên jê re tên şandin jî radestî wî nayên kirin. Ji ber ku vasîsê Dervîş tune ye, heta cil jî jê re nayên şandin. Banga min ji bo raya giştî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”

Yazmaci, axaftina xwe wiha dom kir: “Berpirsyartiya me tevane ku ji bo kesekî rastî îşkenceyên wiha giran hatiye, kesekî ku malbat û rêhevalên wî weke mirî dizane li edaletê bigerin û dengê wî bidin bihîstin. Ji bo parastina mafên Dervîş û mexdûrên din, banga min ji bo parastvanên mafên mirovan e. Tevî ewqas îşkenceyan jî, îradeyeke mezin nîşan daye û jiyaye. Lê hêj jî nekariye birînên xwe bipêçe. Beden û ruhê wî bi êşên giran tije ye.”

 ‘Divê em bêdeng nemînin’

Herî dawî jî Yazmaci ev tişt anî ziman: “Banga min ji bo her kesî ye ku ji bo Muhammed Mahmûd Dervîş û kesên din ên xwedî heman çîrokan bikevin nava liv û tevgerê. Divê em li hemberî van bûyerên wiha hovane bêdeng nemînin. Bêdengiya li hemberî îşkence, miameleya dermirovî û miameleya xerab, tê wateya hevkariya wan sûcan. Divê çapemenî û rêxistinên civaka sivîl guh bidin vî dengî û çîroka Muhammed Mahmûd Dervîş li her derê belav bikin. Ev pir girîng e. Ji bo ku balê bikişînin ser binpêkirinên mafan, ji bo dengê kesên rastî îşkenceyê hatine bêhtir bidin bihîstin û ji bo edalet pêk pê, ev çîrok girîng e. Divê rayedarên dewletê jî guh bidin vî dengî. Divê ji bo pêşîlêgirtina îşkence, miameleya xerab û zilmê, edaletê pêk bînin û mexdûr bên parastin. Ji bo têkoşîna parastina rûmeta mirovahiyê, pêkanîna edaletê û bidawîkirina îşkenceyê divê em bi hev re têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar