Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê tecrîdê serî li NY dan

Parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin, serî li Neteweyên Yekbûyî dan.

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li Neteweyên Yekbûyî dan. Parêzerên ku endamên her du înisîyatîfan in li Qamişlo aû Kobanê daxuyaniyeke nivîskî dan û bal kişandin ser pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê û tecrîda mutleq. Daxuyaniya li Qamişloyê li pêşiya Ofîsa Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hate kirin.

Hevseroka înîsiyatîfê Xanim Eyo kurdiya daxuyaniyê û endamê înisîyatîfê Xalid Omer jî Erebiya daxuyaniyê xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir de di encama dadgehkirineke nerewa de li Girtîgeha Îmraliyê û di nava şert û mercên nemirovî û dijqanûnî de tê ragirtin û dewleta tirk mafên wî yên herî bingehîn ên mirovî jî binpê dike.

Di daxuyaniyê de bal li ser tecrîda li dijî Rêber Ocalan a ku di salên dawîn de girantir bûye û hat gotin: “Di van salên dawîn de dewleta tirk tecrîdeke pir tund li ser Rêbertî ferz kiriye; ew ji hevdîtina bi parêzer û malbata wî re bêpar hiştiye. Herî dawîn di sala 2019’an de bi parêzerên xwe re û di sala 2021’an de jî bi malbata xwe hevdîtin kiribû. Derbarê tendirustiya wî tu agahî nayê stendin. Dewleta tirk qanûnê xwe û yê navneteweyî bin pê bike. Tecrîd bûye êşkenceyeke derûnî.”

Di dewama daxuyaniyê bal kişandin ser nameyên gefxwarinê yên ku dane Rêber Abdullah Ocalan hate gotin “Nameyên bi rengî û cezayên dîsîplînê yên dewleta tirk nîşan dide ku jiyana Rêbertî di xetereyê de ye. Dewleta tirk bi her cure û metodan îmhayê ferz dike. Di sedsala duyemîn a Lozanê de di şexsê Rêbertî de doza kurdan dikin hedef.”

Di daxuyaniyê de bêhelwestiya CPT û saziyên navneteweyî yên peywendîdar li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hat rexnekirin û hat gotin “Em vê şîddeta dûrî mirovahiyê û li dijî qanûnan şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin “Em careke din fikarên xwe yên ji bo Rêberê Gelê Kurd radigihînin raya giştî û dixwazin bi Rêbertî re hevdîtinê bikin. Em ê têkoşîna maf a ji bo azadiya Rêbertî bidomînin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku ji bo tecrîdê rake bila zextan li ser Tirkiyeyê bikin.”

Parêzeran piştî daxuyaniyê bi nivîskî daxwazên xwe yên ji bo çûna Îmraliyê û şertên Îmraliyê pêşkêşî rayedarên Komîsertiya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar