Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê ku 24 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, lêgerîna xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dewam kir û dest ji israra xwe ya çareseriya demokratîk berneda. Abdullah Ocalan ne tenê di “Nexşerê” ya ku di sala 2009’an de amade kir de, di agirbestên ku ji sala 1993’an û vir ve ragihand, di pirtûkên ku nivîsandin de, di hevdîtinên kêm ên bi malbat û parêzerên xwe de û di “çareseriyê” israr kir. Di navbera salên 2013 û 2015’an de bi şandeya dewletê re gelek caran di hevdîtinên xwe de israra ji bo çareseriyê jî nîşan da.
Bersiva AKP’ê
Abdullah Ocalan 24 sal in her çiqas di çareseriyê de israr dike jî lê hewldanên wî yên ji bo aştiya mayînde û çareserkirina pirsgirêka kurd ji aliyê îktidara AKP’ê ve bêbersiv hatin hiştin. Îktidara AKP’ê bi girankirin ango dijwarkirina tecrîdê bersiva Ocalan da.
Abdullah Ocalan ku ji bo rê li ber pêvajoya ku tê meşandin veke samimiyeta xwe her tim nîşan da û bang kir ku Koma Aştiyê ya nû were Tirkiyeyê û di vê pêvajoyê de jî berpirsyariyê bigire ser xwe. Abdullah Ocalan der barê vê bangê de gotibû, “Di siyaseta demokratîk de astengiyek cidî heye. Ev rewş qadên hiqûqî, civakî, çandî û leşkerî jî xitimandî ye. Ji bo pêşî li xitimandina pirsgirêka kurd bê vekirin, pêwîste rê li ber çareserî û siyaseta demokratîk bê vekirin.”
Listika AKP’ê
Piştî ku endamên Koma Aştiyê hatin girtin û hemû hewldanên wan bêencam man, Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re têkildarî nêzîkatiya dewletê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ev nirxandin kir: “AKP her ku dibêje vekirina demokratîk, çareseriya pirsgirêka kurd, lê ev 7 sal in her kesî egle dike. Bi vê yekê rayên zêde girtin. Bi vî awayî hem bala kurdan hem jî bala Ewropa û hem jî bala Amerîka kişandin ser xwe û egle kirin. Lê niha aşkere bûye ku ev tasfiyekirin e û lîstikek e. Divê kurd jî vê yekê baş fêm bikin. Ev polîtîkayên AKP’ê êdî encam nadin. Helwesta CHP û MHP’ê jî tiştekî nû ji civakê re nayne.”