Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Fermandarê kedkar û fedakar hevrêyê me Cemîl Cîlo di 24’ê Hezîrana 2020’î de li Heftanînê dema ku bi erka xwe radibû di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Di salvegera şehadetê de em hevrêyê xwe Cemîl Cîlo bi rêzdarî bi bîr tînin.
Hevrê Cemîl ji Botanê heta Qendîlê, ji Colemêrgê heta Kelareşê, ji Heftanînê heta Gabarê, ji Bestayê heta Şirnexê 21 salan bênavber ji bo têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê kurd xebitî. Hevrê Cemîl bi şoreşgeriya xwe ya bêfikar, bi karakterê xwe yê kedkar, fedakarî, tevlîbûna bi moral, dilê xwe yê pak û hevrêtiya xwe ya samîmî wê timî ji me re bibe mînak. Em ê têkoşîna hevrêyê xwe Cemîl mezin bikin, xwedî li bîranîna wî derkevin û armancên wî teqez bi ser bixînin.
Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, xelkê Elbakê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Cemîl Cîlo bi vî rengî ye:
Nasnav: Cemîl Cîlo Nav paşnav: Yalçin Keskîn Cihê jidayikbûnê: wan Dayik-Bav: Fatma-Mûstafa Dem û cihê şehadetê: 24’ê Hezîrana 2020 / Heftanîn |
Hevrêyê me Cemîl Cîlo li gundê Hestan ê navçeya Elbak a Wanê ji dayik bû. Li nava gund, dûrî bandora modernîteya kapîtalîst li nava derdoreke welatparêz mezin bû. Hevrêyê me Cemîl qet neçû dibistanên dewleta tirk, lê belê bi xwe hînî xwendin û nivîsandinê bû. Li gund bi karê çandinî û cotkariyê, li zozanan bi sewalkariyê re mijûl bû. Hevrêyê me Cemîl li ser bingeha nirx û exlaqê civakî yê xurt mezin bû ku civakîbûna Kurd bi hezaran salan li ser piyan hişt û gihand vê astê. Xwe ji nêzîkatiyên şaristaniya dewletperest û modernîteya kapîtalîst vegirt, ku civakan ji nirxên wan dûr dixînin, bêwate dikin, exlaqê lawaz dikin, têkiliyên civakî têk dibin û di şexsê jin û mêr de koletiyê li nava civakê bi cih dikin. Taybetmendiyên civaka feodal a di nav de bandor li ser hevrêyê me Cemîl kiribe jî ew li aliyê din timî bi çanda civaka demokratîk û komunal a xeranebûyî ya xwedawendiyê dilsoz ma. Hevrêyê me weke mirovekî welê mezin bû ku di dilê wî de nebaşî nebû, her tim tiştên baş ji bo mirovahiyê, xweza û civakê difikirî. Dema ku bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibû, têkiliya wî ya bi xwezayê re ew ji têkiliyên pragmatîk ên xwe dispêrin berjewendiyan û kapîtalîzmê dûr xist. Hevrê Cemîl weke mirovekî xwezayî û pak ê bi hezkirina jiyanê, hezkirina mirovan, eşqa xwezayê û berpirsyariya civakî mezin bû, bû xwedî karakterekî.
Hevrêyê me Cemîl ku bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zanî bû, nas dikir û ji nêz ve dişopand, timî xwe nêzî gerîla didît. Dilê wî yê pak bala wî kişand ser têkoşînê û li ser bingeha welatparêziyeke xurt bû alîgirekî partiya me PKK’ê. Sala 1999’an di 15’ê Sibatê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û êrîşa qirkirina kurd a bi vê yekê hate kirin, mîna li gel bi milyonan kurdan di dilê hevrêyê me Cemîl de jî bû sedema hêrseke mezin û dilsoziya wî ya bi Rêber Apo re hîn mezintir bû. Ji ber ku hevrêyê me Cemîl jî mîna fedaiyên ku bêhesab xwe feda kirin, kirin xelekek ji agir li dora Rêber Apo û mîna gelê me yê ku berdêlên mezin da, zanîbû ku jiyaneke bêyî Rêber Apo ji bo gelê kurd ji bilî mirin û qirkirinê nayê tu wateyê. Xwedîderketina li Rêber Apo ku nasnameya kolektîf a gelê kurd, îrade û rêbertiya wê temsîl dike, xwedîderketina li têkoşînê û bersiva herî bi wate ya li hemberî komplogerên namerd, bi mezinkirina berxwedanê dibû. Hevrêyê me Cemîl jî li ser vê bingehê tevgeriya û di salvgera Pêngava 15’ê Tebaxê de ku rojeke gelekî bi wate ye û ji aliyê gelê Kurd ve weke cejna vejîna neteweyî tê pîrozkirin, di 15’ê Tebaxa 1999’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Cemîl gava destpêkê ya ji bo jiyana şoreşgerî di rojeke bi vî rengî ya mezin de avêt, bi wate kir û ji ber ku ciwanekî Kurd ê çiyayî bû yê li nava xwezaya Kurdistanê mezin bû, bêyî zehmetiyan bikişîne bi gerîla re bû yek.
Pratîk û xisara li derveyî PKK’ê ku di dîroka me ya têkoşînê de weke Pratîka Çete ya Çaralî derbas dibe û di şexsê çeteya Hogir de şênber bû, bandoreke neyînî li wê herêmê kir ku hevrêyê me Cemîl lê mezin bû. Lê belê hevrêyê me Cemîl tevlî nava refên gerîla bû û piştî ku PKK nas kir, rastiya Rêber Apo xwend û tevlî hevrêyên xwe bû, heqîqeta PKK’ê hîn bi kûrahî nas kir. Hevrêyê me Cemîl ku rastiya Rêber Apo û PKK’ê nas kir û fêhm kir, bêfikar hewl da bibe endamekî vê têkoşînê. Ji Mahîr Başkaleyan heta fermandarê efsanewî yê çiyayên Derya Reş Celal Başkale û fermandarê fedaî yê keleha berxwedanê ya Girê Sor a Avaşînê Botan Başkale, bi sedan milîtanên leheng û fermandarên pêşeng ji nava xelkê me yê Elbakê rabûn û di doza me ya azadiyê de bi roleke mezin rabûn. Hevrêyê me Cemîl jî bi van lehengan re li ser heman xetê meşiya.
Sala 1999’an di pêvajoya vekişînê de ji Bakur derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Tevlî pratîk û karên gerîla yên li Qendîlê bû. Di navbera salên 2002-2004’an de meyla xiyanetkar û tasfiyekar a li nava PKK’ê rû da, hewl da ku tevgera me lawaz bike, bêbaweriyê belav bike, nirxên me yên herî esîl dejenere bike û me ji fikir û rêbaza jiyanê ya Apoyî dûr bixîne, tasfiye bike. Hevrêyê me Cemîl ku şahidî ji vê pêvajoyê re kir, guh neda vê koma tasfiyekar a li dijî partî, gel û rêbertî, sekna xwe ya li ser xeta milîtaniya Apoyî parast, helwesta xwe nîşan da. Li dijî van xiyanetkaran ku dixwestin PKK’ê ji rêxistineke têkoşînê dûr bixîne û tasfiye bike, hevrêyê me Cemîl zanîbû ku bi bilindkirina xeta têkoşînê dikare bersiv bê dayin, bi pêşniyar û daxwaza xwe sala 2003’an derbasî Botanê bû. Ji bo bingeha Pêngava 1’ê Hezîranê ya 2004’an amade bike, amadekariyên çalakiyên li Bakur bike; hem tasfiyekariyê tasfiye bike hem jî bersivê bide dijminê qirker, li herêma Colemêrgê gerîlatî kir. Ji sala 2003’an heta 2007’an li herêmên Colemêrg û Wanê gerîlatî kir, gav bi gav li vê cografyayê geriya, ked da û nirx afirand. Bi wêrekî û fedakariya xwe di her kar û çalakiyê de bi rola xwe rabû. Di vê pêvajoyê de di bin fermandariya fermandarê me yê pêşeng Şehîd Mahîr Başkale de wezîfe kir, şer kir û bû xwedî tecrûbeyên mezin. Di sala 2007’an de di ecnama êrîşa dijmin a bi helîkoptera êrîşê de ji dest û lingên xwe birîndar bû û ji bo tedawiyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.
Hevrê Cemîl piştî ku rehet bû li Akademiyên Apollo tevlî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk bû. Di pêvajoya perwerdeyê de salên derbasbûyî nirxand, rexnedayina xwe da û encamên xurt wergirt. Piştî ku perwerdeya li Akademiya Hakî Karer bi serketî qedand, derbasî Heftanînê bû. Ji sala 2008’an heta 2014’an li herêma Heftanînê li gelek deveran kar kir. Biçûk an jî mezin her wezîfeyên şoreşê bi eşqeke mezin bi cih anî, li ser bingeha serketinê nêzîk bû û her wezîfe pêk anî. Hevrê Cemîl demeke dirêj di karê cebilxaneyê de xebitî, ji bo parastina nirxên têkoşîna me û bersiva li pêwîstiyên şer ên hevrêyan gelekî hewl da. Zanîbû ku tevgera PKK’ê ji bo peydakirina fîşekekê çiqasî kedê dide, ji bo bibe xwedî çekekê çiqasî têkoşîn meşandiye û bi vî rengî tevgeriya. Bi roal fîşek û çekeke li dijî dijmin a ji bo doza azadiyê ya gelê me zanîbû, lewma her kar bi ser dixist.
Hevrê Cemîl li dibistanên dijmin nexwendibû jî di dibistana şoreşê ya PKK’ê de gelek tişt hîn bû. Ji analîzên Rêber Apo yên li ser kesayetiyê, ji îdeolojiya Apoyî, parêznameyên Rêbertî û bîranînên hevrêyên şehîd gelek ders wergirt. Hevrêyê me Cemîl ev hemû ji xwe re kir rêgeha bingehîn a meşa xwe ya şoreşê, ti carî berevajî têkoşînê tevnegeriya. Weke kedkarekî durust, dilsoz ê rêya rastiyê têkoşiya. Hevrê Cemîl bi dilê xwe yê pak ê mîna zarokan, bi kêfxweşiya xwe ya jiyanê, rûyê xwe yê li ken û kesayetiya xwe ya bi moral, her tim bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Li ti devera ku hevrê Cemîl lê bû bêmoralî nedibû, hevrê Cemîl bi kesayetiya xwe ya rengîn atmosfereke germ û samîmî diafirand. Hevrê Cemîl li her qadê bû deryayeke moralê, hevrêyên xwe hemû tevlî xwe kir û coş û kelecan mezin kir.
Li çiyayên Kurdistanê jiyan jî şer jî hêsan nîne. Her kar û wezîfeyên têkoşînê yên li nava gerîla bi kedeke mezin tê kirin. Ji ber vê yekê jî her gerîlayek sosyalîstekî mezin, xizmetkarên gel, derwêşên hemdem, kedkar û fedaiyên mezin ên têkoşîna azadiyê ne. Hevrêyê me Cemîl li her qada ku lê ma timî kedeke mezin da, bi rengekî bêfikar tevlî nava jiyanê bû, qet ranewestiya, bi tempoyeke bilind kar kir û bû fermandarekî gerîla yê gelekî kedkar. Bi tena serê xwe bi qasî tîmekî kar dikir, fedaiyek bû ku bi ked û fedakariya xwe nirx diafirand.
Mîna hemû gerîlayan hevrêyê me Cemîl dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, li dijî dewleta tirk a mêtinger qirker şer bike. Di sala 2014’an de careke din derbasî Botanê bû. Vegera li çiyayên Botanê ku lê ji dayik bû, tevlî gerîla bû û çar salan pratîk kir, ji bo hevrêyê me Cemîl bû cihê kêfxweşiyeke mezin. Bi kesayetiya xwe ya bi moral li Botanê mîna lehiyeke coşê di demeke kurt de bû fermandarek ku li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Ji fermandariya tîm heta bi fermandariya yekîneyê, ji amadekariya bicihbûnê heta kûryetiyê, ji karê maliyetiyê heta bi karê cebilxaneyê her wezîfeyên şoreşgerî li gorî pêwîstiyên wê demê bi cih anî. Bi hesasiyeta xwe ya di nava kar de, bi pîvanên xwe û fedakariya xwe her kar bi ser xist. Ji Besta heta bi Gabarê, ji Cûdî heta bi Herekolê, ji Kato heta bi zozanên Colemêrgê li Botanê gav bi gav geriya û kar kir.
Dewleta tirk a mêtinger qirker di sala 2015’an de li dijî gelê kurd konsepta îmha û qirkirinê ya topyekûn xist dewrê û li dijî gelê me û tevgera me bi hovane êrîş kir. Êrîşî bajarên Kurdistanê kir û komkujiyên herî li dijî mirovahiyê kir. Li hemberî van êrîşên dijmin, li bajarên Kurdistanê berxwedaneke mezin hate kirin. Ev pêvajoya ku weke Berxwedana Xwerêveberiyê cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt, bû sedem ku YPS (Yekîneyên Parastina Sivîl) ava bibe û pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bike. Hevrêyê me Cemîl jî mîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hemûyan hewl da piştgiriyê bide vê berxwedana gelê me û ciwanên kurd û bingeha wê xurt bike. Di zivistana giran a sala 2015-2016’an de ji bo Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê bi dil û can xebitî, xwe ji fedakariyê neda alî. Artêşa tirk a dagirker di 14’ê Kanûna 2015’an de bi xwe kete dewrê, bi tankan bi ser çend ciwanên kurd ve ajot ku tenê çekên ferdî bi wan re hebûn û êrîşî wargehan û gelê me kir. Piştî ku artêşa tirk a faşîst tevlî van êrîşan bû, hevrêyê me Cemîl jî ji Bestayê derbasî Şirnexê bû û beşdarî pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê bû. Hevrêyê me Cemîl di demeke kurt de li nava gelê me û ciwanên Şirnexê bû cihê hezkirinê. Bû yek ji fermandarên pêşeng ên pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê ku artêş, çete û hêzên paramîlîter ên dewleta tirk xist nava sendromê. Piştî ku ev pêvajoya derbên giran li dewleta tirk hate xistin temam bû, di havîna 2016’an de careke din vegeriya çiyayên Botanê. Piştî ku demekê wezîfe kir, ji bo tedawiyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrê Cemîl zanîbû ku heta gelê Kurd nebe xwedî xweparastinê nikare bê parastin, têkoşîn nikare bê mezinkirin û hebûna xwe nikare garantî bike, nikare azad bibe. Lewma tevlî nava karên YPS’ê bû. Beşdarî pêvajoya perwerdeyê ya akademiya xweparastinê bû, pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê nirxand û tevlî karên mezinkirina xweparastinê bû.
Hevrêyê me Cemîl li herêma Heftanînê ku bi salan lê têkoşiya û kedeke mezin da, dema ku li ser erka xwe bû 24’ê Hezîrana 2020’î di êrîşeke dijmin de bi giranî birîndar bû û şehîd bû.”