PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Banga tevlibûna meş û mîtînga Lozanê hat kirin

Komîteya Xebatên Salvegera Sedemîn a Peymana Lozanê, banga tevlêbûna meş û mîtînga ku wê 22’yê tîrmehê li Lozanên li dar bikevin, bibin.

Komîteyê, li ser meş û mîtîngê ku wê bi boneya salvegera sedemîn a Peymana Lozanê li dar bên xistin, bi nivîskî daxuyanî da. Mîtîng, wê 22’yê tîrmehê saet di 11.30’an de li ‘’Place de la Navîgatîon’’ê li dar bikeve.

Bi daxuyaniyê ev tişt hatin diyarkirin: ‘’Sed sal bi ser Peymana Lozana ket. Encamên peymanê ji bo kurd û Kurdistanê, dabeşbûna Kurdistanê, qetlîam, înkar û koçberî û nenaskirina hebûna kurdan e. Bi îmzekirina Peymana Lozanê re, mekanîzmaya mêtingeriyê di ser gelê kurd re hatiye rewakirin.

Kurdan ev peyman bi tu awayî qebûl nekiriye û wê neke.

Gelê Kurdistanê, di salvegera sedemîn a peymanê de bi lidarxistina meş û mîtîngan dixwaze vîna xwe ya çareseriyê, nasname û hebûna xwe nîşanê cîhanê bide.

Me bang li kurdan, Kurdistaniyan û dostên wan ew e ku tev li meşa dîrokî bibin ku wê 22’yê tîrmeha 2023’yan ji bo ragihandina nasname û vîna Kurdan bê lidarxistin.

Tevlibûna we erkeke neteweyî ye, xwedîderketina li şan û şerefa xwe ye. Hêviya me ew e ku her kurd û kurdistanî tev li meş û mîtîngê bibin!’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar