Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Pirtûkên Rêber Ocalan ji dilê wî derdikevin kes nikare asteng bike’

Jinên başûrê Kurdistanê bal kişandin ser hewldanên rayedarên başûrê Kurdistanê ku dixwazin pirtûkên Rêber Ocalan li her derê qedexe bikin û gotin: "Her hewldana astengkirinê ya ji bo belavbûna fikirê Rêber Ocalan wê bê encam be.” 

Li başûrê Kurdistanê ji bo ku pirtûk, fikir û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav nebe, PDK ketiye nava liv û tevgerê. PDK nahêle tu semîner jî li ser fikirê Ocalan were dayîn, di asta siyasî de jî rê li aliyên siyasî digre. Derbarê mijarê de jinên rojnamevan û aktivîst ji Rojnewsê re axivîn.

Rojnamevana bi navê Şoxan Mîrza derbarê rêgirtina li fikir û belavkirina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji aliyê PDK’ê ve dibêje; “Li başûrê Kurdistanê rewşek wiha avakirine ku her fikirek behsa azadî û rastiya civakê bike, tê astengkirin. Her hewldana astengkirinê ya ji bo belavbûna fikirê Rêber Ocalan wê bê encam be.”شۆخان میرزا

Şoxan got ku her kesê bixwaze kar ji bo belavkirina fikirê Rêber Ocalan jî bike, tê atengkirin, ji ber ku fikirê Rêber Rêber Ocalan ji bo rizgariya mirovahiyê ye.

Şoxan dawiyê de jî dibêje: “Li başûrê Kurdistanê siyasetek wisan tê meşandin ku her tiştê ku kesayeta kurd ji zehmetiyan rizgar bike, tê astengkirin. Ev jî nirxên mirovahiyê nahêle, di cihanê de niha hewldanek wiha heye û dixwazin mirov her bindest be. Her kesê ku Rêber Ocalan nas bike, dizane ku hemû jiyana xwe ji bo çi derbas kiriye, bi taybet niha başûrê Kurdistanê ku niha dibin dagirkeriya dewleta tirk deye, ji bo azadî û çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstî bi fikir û raman Rêber Ocalan heye.”

Aktivîsta bi navê Nizar Mihemed derbarê astengiyên ji aliyê destilatê ve ji bo belavbûna fikir û ramana Rêber Ocalan got: “Pirtûkên Rêber Ocalan ji dilê wî derdikevin, ji ber ku di girtîgehê de tu ronahiyek nabîne, lê derbarê xwezayê de bi Rêberane diaxive û rêya ka mirov çawa wê çawa bijî, diyar dike. Ocalan wer dike ku mirov mafên xwe yên bingehîn binase, ji bo ku ciwan hişyar nebin, rê li belavbûna fikir û ramana Rêber Ocalan digrin. Çi qasî fikirê Rêber Ocalan asteng jî bikin, wê ew dawiyê de ew fikir û raman bigihi ciwanan.”نزار محەمەد

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar