Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

HPG: Hevrê Mîrza û Bengîn fermandarên şarezabûn

HPG'ê nasnameya hevrêyên xwe Mîrza û Bengîn yên li Bestayê şehîd bibûn aşkere kir û got: "Bi biryardariya li ser xeta Apoyî û baweriya ji serketinê, bi daxwazeke mezin a bi salan şer kirin û bi roleke çalak rabûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn aşkere kir. Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “3’ê tîrmeha 2023’yan bi şev li qada Kanî Xezalê ya herêma Besta ya Botanê, hevrêyên me Mîrza û Bengîn ên li ser erka xwe bûn, heta 4’ê tîrmehê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Hevrêyên me Mîrza û Bengîn ku ji milîtanên bijarte yên Apoyî bûn û li gelek qadên Botanê gerîlatî kirin, derbên giran li dijmin xistin, bûn fermandarên şareza yên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Bi biryardariya li ser xeta Apoyî û baweriya ji serkeftinê, bi daxwazeke mezin a bi salan şer kirin û bi roleke çalak rabûn.

Bi sekn, wêrekî û lehengiya xwe hevrêyên me Mîrza û Bengîn wê her tim ji me re pêşengiyê bikin. Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Mîrza Bargiran
Nav paşnav: Mîrza Sezek
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Leyla-Îsa
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2023’yan / Besta
Nasnav: Bengîn Barman
Nav paşnav: Kahraman Karataş
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Fatma-Mehmet Şukru
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2023’yan / Besta

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar