Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê gotarek nivîsî. Gotar bi vî rengî ye:
“Beriya her tiştî di salvegera 41’emîn de berxwedêrên pêşeng ên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Li pêşberî bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim û soza xwe dubare dikin ku li ser xeta wan em ê heta dawiyê bimeşin û xwedî li bîranîna wan derkevin.
Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê şênberbûyîna sekna îdeolojîk-felsefî ya Rêber Apo ye. Civaka Kurdistanê bi polîtîka û kiryarên qirkirinê yên bêrehm bûbû civakeke welê ku ji her alî ve hatibû têkbirin û êşên mirinê dikişand. Civak bêhal bûbû, di asta tunebûnê de bû. Ji bo civak ji nû ve rabe ser piyan, ruh jê re bê dayin û berê wê bide berxwedanê, tenê bi fedakariyeke mezin, bi sekneke xwefedakrinê û wêrekiyeke mezin bi pêşengiya pêşengan dibû. Rêber Apo ev yek hîn di gava destpêkê de dît, rast tespît kir, kûrbûn û perwerdeya koma destpêkê di vê çarçoveyê de pêk anî. Bêguman ev yek di kesayetiya xwe de pêk anî û gav avêt. Lewma di nava tevgera me de yê ku bi hesta fedakirinê tevgeriya, yê destpêkê Rêber Apo bi xwe ye. Ev sekna Rêberê me, ev ruh û kûrbûna ku da komê, kadroyên bingehîn ava kir.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê
Tevgera Apoyî ku kûrbûn û îdeolojiya xwe ya bi sekn, helwest û hesta fedaîtiyê di vê çarçoveyê de pêk anî, pêvajoya partîbûnê jî bi vî rengî da destpêkirin. Rastiya vê seknê ku ji Hakî Karer destpê kir; bi Mazlûm Dogan ê ku di nava şert û mercên herî giran de bêteredût çalakiya fedaî kir xwe gihand zindanê; Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner bedena xwe şewitandin, ev bû. Piştî çalakiya Ferhatan, hevrê Hayrî Dûrmûş dema diçû dadgehê li hevrê Kemal Pîr rast hat û jê re got, ‘Em çi bikin Kemal?’, hevalê Kemal Pîr jî bersiva ‘Divê em xwîna xwe birijînin’ da. Bi vê nêzîkatiyê sekna ruhî-fedaî bi rengekî bilind hate destnîşankirin. Lewma Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê berxwedaneke dîrokî ye; di fedaîbûna tevgera Apoyî de asta herî bilind e ku xet diyar kiriye. Ew sekn e ku di nava şert û mercên herî giran de rê û rêbazên sekna serketinê destnîşan kiriye. Nîşan da ku di nava bêderfetiyan de rê çawa dikare bê peydakirin, serketin çawa dikare bê afirandin.
Sekna bi heybet a xwe dispêre ruhê fedaî yê bilind ku ji Hakiyan heta Mazlûman û berxwedana 14’ê Tîrmehê hate afirandin, mizgîniya serketina PKK’ê da, rêya serketinê nîşan da. Perspektîfa vê tevgerê ya ku zehmetiyê çawa vediguherîne serketinê, astengî û zehmetiyan çawa bi serketinê ji holê radike, di vê pêvajoyê de bi şênberî hate destnîşankirin.
Hevrê Hayrî, Kemal û Mazlûm li derve bi pratîk û tevlîbûna xwe ya li pêvajoya têkoşînê, hevrêyên herî zêde piştevanên Rêber Apo bûn. Tevî ku di pratîkê de xizmeta herî mezin kirin jî van hevrêyên me yên pêşeng di pêvajoya zindanê de nêzîkatiyeke xwerexnekirinê nîşan dan û berê xwe dan berxwedana li zindanê. Hevrê Hayrî di axaftina xwe ya li dadgehê de got, ‘Li nava refên rizgariyê bi salan ji bo têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurdistanê têkoşiyam. Ti carî bendewariyeke min a şexsî nebû. Ji ber ku min hîn zêdetir nekir, bila li ser kevirê gora min binivîsînin ev mirov bi deyndarî çû’. Her wiha li dadgehê dema ku dadger ji Kemal Pîr re got ‘We artêşa gel ava kirin’, hevrê Kemal Pîr got, ‘Me gelekî dixwest Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê ava bikin, lê belê nekarîn bikin; eger artêşa gel hatibûya avakirin hejmara me ya li vir wê hîn kêmtir bûya, lê belê dengê me wê hîn bilindtir bûya’. Ev gotin rastiyên ku hevrêyên me yên pêşeng anîbin ziman jî bin, di heman demê de xwerexnekirineke ji dil a ji bo Rêbertî, gel û têkoşînê bû. Ji xwe li ser bingeha vê nêzîkatiyê, li Zindana AMedê ku keleha herî mezin a zilmê bû bi helwesta xwe, bi çalakiya xwe ya dîrokî piştgiriya herî mezin da Rêbertî. Di nava wan şert û mercan de ku li pêşiya vegera li welêt û pêşvebirina têkoşînê gelek astengî hebûn, ferasetên tasfiyekar zêde bûn, ev qîrîna ji Zindana Amedê bilind bû, ev pêngava dîrokî bû gava herî girîng û xurt ku destê Rêber Apo û şoreşgeran xurt kir.
Hêza li dijî 12’ê Îlonê , berxwdana zindanê bû
Di 12’ê Îlona 1982’an de Cûntaya Leşkerî-Faşîst a 12’ê Îlonê li Tirkiye û Kurdistanê serweriya xwe pêk anî û li tevahiya welêt bêdengiya mirinê ferz kiribû. Di nava rewşeke bi vî rengî de birêketina ber bi welêt, çûyîna çiyayên ku kesî nas nedikir, bêyî fedaîbûn û hesta fedaîbûnê nepêkan bû. Ji xwe gelek kesên di vê mijarê de lawaz bûn bi rê û rêbazên cuda ketin. Lê belê çavkaniya herî mezin a ku bû sedem tevgera me vê bi ser bixîne, qîrîna Berxwedana Zindana Amedê, ruhê fedaî yê berxwedana 14’ê Tîrmehê bû. Vî ruhî di nava hemû kadro û sempatîzanan de hesteke bi vî rengî afirand; ‘Wan hevrêyan di nava şert û mercên herî giran de bi vî rengî bi rojiya mirinê xwe feda kirin. Em jî weke hevrêyên wan ên li derve divê li ber her cûre zehmetiyan rabin û têkoşîna xwe bimeşînin, pêwîst bike divê em canê xwe bidin’. Lewma Berxwedana Zindana Amedê ku bi Mazlûman destpê kir, bi Ferhatan bilind bû û bi berxwedana 14’ê Tîrmehê gihîşt asta herî bilind, bû çavkaniya bingehîn a hêzê.
Havênê avakirina gerîla û pêşvebirina tevgera gerîla ya li Kurdistanê, ev ruhê berxwedanê bû ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destnîşankirin. Wê demê ne karekî hêsan bû ku kadroyên xwende, yên li bajaran diman, jiyana li bejahî û çiyayê kêm nas dikirin, ti tecrûbeya xwe tune bû û qadên Botan, Garzan û yên cuda yên welatê xwe nas nedikir, berê xwe bidin van deveran, bi rêya nexşe û pûsûlayê bi rê bikevin. Niha hêsan e, niha li her devera Kurdistanê şopa gerîla heye û civak hatiye naskirin, wê demê tiştekî bi vî rengî tune bû. Ne çiya nas dikirin, ne jî civak nas dikirin. Piraniya kadroyan li bajarên têne zanîn ên Kurdistanê diman, têdikoşiyan. Tiştekî ji rêzê nebû ku li Botanê, Garzanê, li herêmên navîn ên Kurdistanê bi cih bibin, mirovên li wir nas bikin, têkiliyê ava bikin, çiya, herêmê, welatê xwe nas bikin. Tenê mirovên ku hesta xwe ya fedakariyê bilind bû û baweriya xwe mezin bû, bi eşqeke mezin ji bo armanca xwe dimeşiya, dikarîbûn vê bikin. Hewldanên îdeolojîk ên Rêbertî û ruhê Berxwedana Zindanê ya Amedê bingeha vê yekê ava kir. Ruhê Berxwedana Zindana Amedê pêşî li çareseriyê vekir û perspektîfa ‘Em çawa dikarin zehmetiyan ji holê rakin; çawa dikarin bi îradeyeke bilind û biryardariyê ya nepêkan pêkan bikin’ pêşkêş kir. Lewma di bingeha vegera li welêt de, piştre jî di bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê de ev rastî heye, ku bi pêşengiya fermandarên me yên leheng Egîdan, Erdalan, Bedranan, Gozluklu Aliyan, Emîn Taştanan û Sari Omeran hate kirin.
Pêngava 15’ê Tebaxê jî pêngaveke ku bi ruhê fedaî yê mezin pêk hat. Bi vî rengî Qereqola Jendermeyan a Dihê di nava deqe û nîvekê de hate kontrolkirin. Êrîşa li ser devereke bi vÎ rengî û di demeke kurt de kontrolkirina wê, tenê bi wêrekiyeke bilind, bêtirs û bi fedaîtiyê dibû. Mirov dikare bibêje ku ev ruhê êrîş û berxwedanê di nava gerîla de veguherî rêbazekê, piştre jî bû ruhê rizgariya ji hemû zehmetiyan ên têkoşînê. Gerîla dema ku di vê çarçoveyê de kûr bû, hemû zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir û îradeya berxwedan û serketinê wergirt.
Afirîneriya taktîkê ya gerîla
Bêguman li nava gerîla sekna fedaî û xwefedakirin bi tena serê xwe têrê nake. Li gel vê yekê eger afirîneriya taktîkê nebe, nabe. Li gel ruhê fedaî, afirîneriya taktîkê di pêşketina gerîla de bû xwedî rol. Ev sekna ruhî di salên 1990’î de bi pêngava fedaî ya hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û gelek milîtanên din, her wiha di şexsê hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) de sala 1996’an veguherî rêbaz-taktîkê. Ev ruhê ku em weke Egîdbûn û Zîlanbûnê dinirxînin li hemberî rastiya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me hate kirin, bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ veguherî karakterekî, di heman demê de ev feraeta taktîkê û ruh veguherî sazîbûna rêxistineke fedaiyan. Bêguman di bingeha vê yekê de rêxistiniya li ser kûrbûna îdeolojîk a li ser bingeha felsefeya Rêber Apo, pêşketina kadrobûyînê û hesta xwefedakirinê heye.
Ev yek rastiyeke; dema ku mirov bala xwe bide ser dîroka pêşketina gerîlayên Kurdistanê wê were dîtin ku gerîla ne tenê li hemberî şert û mercên xwezayê û hêzên dijmin ên bi piştgiriya sermayeya global li ber xwe dane, li hemberî xiyaneta navxweyî, li dijî gelek êrîşên xeta nokeriyê, her wiha li hemberî êrîşên mezin ên Komploya Navneteweyî li ber xwe dane. Gerîla bi sekna ruhî ya îdeolojîk a Apoyî, hevrêtiyê, bi wêrekî, fedakarî û biryardariya ji sekna fedaî ya Apoyî di her şert û mercên de bi fedakariyeke mezin, bi lehengiyê bersiv dan hemû zehmetiyan. Bingeha vê sekna fedakar û bi biryar bi berxwedana 14’ê Tîrmehê şênber bûye. Bi kurtasî di her demê de çavkaniya herî mezin û bingehîn a hêza gerîla ev ruhê berxwedanê bû. Çanda fedaîtiyê ya Apoyî bi vî rengî ava bû û ji bo gerîla bû çavkaniya hêzê ya bingehîn. Li gel vê yekê di dîroka me ya têkoşînê de rastiyeke me ya din heye ku tê zanîn: Li hemberî êrîşên hêzên qirker, mêtinger û hegemonîk ên bi piştgiriya hêzên noker ên Kurd, tevgera me ti carî di asteke cidî de tengav nebûye. Zor û zehmetî ji ber pirsgirêkên ji bicihneanîna rola pêşengiya taktîk û tasfiyekariya navxweyî bûn. Bi taybetî ji ber ku pêşengiya taktîkê bi rola xwe tevnegeriya, wezîfeya xwe bi têrkerî bi cih neanî, valahiyên mezin rû dan û bû sedema xisaran. Li hemberî van pirsgirêkên rêxistinî û xetê, li gel têkoşîna bêeman a Rêber Apo ruhê fedakarî, bawerî û biryardarî yê Apoyî ku hêza bingehîn a gerîla, hemû kadro û sempatîzanên partiyê ye, kir ku zor û zehmetî ji holê bêne rakirin.
Lewma gerîla ji ber du faktorên bingehîn li ser piyan ma, li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe dan: Ya yekemîn ruhê fedaî, ya duyemîn jî afirîneriya taktîkê ye. Weke ku yên ji nêz ve dişopînin pê zanin, di hin serdemên dîroka me de dema ku pêşengiya taktîkê nekarî bersivê bide pirsgirêkan, valahî rû dan, hin meylên tasfiyekar jî hewl dan jê sûdê werbigirin. Lê belê gerîla li gel van hemûyan jî bi saya ruhê fedaî yê Apoyî, fedakarî û biryardariyê li dijî ferasetên li derveyî xetê û tasfiyekariyê li ser piyan man, xwedî li xeta Rêber Apo derketin.
Bêguman hêza bingehîn a ku gerîla li hemberî zehmetiyên navxweyî û derve karîbû li ber xwe bide, îradeya xwe ya xurt a bi hesta fedakariyê û felsefe, îdeolojiya Apoyî ye. Her wiha xeta azadiyê ya vê îradeyê ye. Hestên hevrêtî û rêbaza jiyana azad a li dora xeta azadîparêziya jinê, ruhê piştevaniyê û hêza îradebûnê, gerîlayên Apoyî xurt kir, kir ku têk neçe. Bi taybetî sekna jinê ya azad di vir de xwedî cihekî girîng e.
Weke ku tê zanîn li Rojhilata Navîn di serî de El Qaîde piştre jî DAIŞ hin rêxistinbûn derketin holê. Aliyê herî diyarker ê DAIŞ’ê ew bû ku mirin ji bo mirovan hêsan dikir. Mirovên ku baweriya xwe bi çûyîna bihuştê dianî, dibin xwedî hesteke mezin a xwefedakirinê. Ji ber vê y ekê di sala 2014’an de DAIŞ di demeke gelekî kurt de bû hêzeke mezin. Ne tenê li ser Rojhilata Navîn li ser tevahiya cîhanê bû gefeke mezin. Wê demê ti rêxistin û hêza dewletê nikarîbû li pêşiya êrîşên DAIŞ’ê bisekinin. DAIŞ êrîşî ku derê dikir, teqez bi dest dixist. Ji ber ku ti kesê ku DAIŞ weke mirovên ji mirinê natirse û bi ser mirinê ve diçin didîtin, li pêşiya vê hêzê nikarîbûn bisekinin.
Rêxistineke bi vî rengî bi hemû hêza xwe destpêkê êrîşî Şengalê kir, piştre jî êrîşî Kobanê kir. Tiştekî tesadûfî nîne ku tevgera Apoyî bi tenê pêşî li vê hêzê girt. Tenê ruhê fedaî yê Apoyî karîbû li ber êrîşên wan rabe. Destpêkê bi destwerdana li Şengalê re, bi berxwedana mezin a Berxwedan, Dilgeş, Armanc û Gencoyan, piştre jî li Kobanê bi saya berxwedana fedaî ya mezin a bi sedan lehengan ku bi şexsê Arîn Mîrkan û Gelhatan de şênber bû, belayê DAIŞ’ê hate têkbirin. Eger ne ji ruhê berxwedanê yê mezin bûya, nepêkan bû ku li hemberî DAIŞ’ê bê rawestandin û DAIŞ bê têkbirin.
Dema ku ev û serketinên bi vî rengî bêne nirxandin wê eşkere bibe ku di pêşketina gerîla de ruhê fedaî yê 14’ê Tîrmehê çawa diyarker bû.
Berxwedana Zapê
Tê zanîn ku dema dawî dewleta tirk bi piştgiriya NATO’yê û hevkariya PDK’ê, her wiha bi bêdengiya Iraq û hin hêzên mîna wê ji bo tunekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştre jî tunekirina destketiyên gelê Kurdistanê hemûyan dest bi êrîşeke mezin kir. Li ser bingeha vê konseptê salê dawî plansaziyek li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê xiste meriyetê. Li gorî vê planê di Sibata 2021’ê de bi êrîşeke surprîz a li ser Garê hate xwestin ku qada Biryargeha Navendî bi dest bixin. Li hemberî van êrîşên li dijî qadeke stratejîk a têkoşîna me, li Tunela Siyanê berxwedana ku bi pêşengiya hevrê Şoreş Beytuşşebap, Cûdî, Bawer, Erdal, Argeş û Avareş hate kirin, her wiha li derve jî bi tîmên bi tevger bi sekna bi heybet a hevrê Sara Goyî, Ferman, Rojhat, Xeyrî, Seyfiyan, bi rengekî fedaî bersiv ji vê konsepta mezin a dewleta Tirk re hate dayin, gava destpêkê hate têkbirin. Piştî vê di Nîsana 2021’ê de dewleta Tirk bi berfirehî ji sînorê Bakur dest bi pêleke mezin a êrîşê kir. Ji hingî ve dewleta Tirk ji bo kontrolkirina xeta Avaşîn, Zap û Metînayê, ji bo tunekirina gerîla ji wan qadan êrîşeke giran dike.
Di vê demê de bi piştgiriya PDK’ê, bi destûra hêzên navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên qedexekirî û bi tevlîkirina Iraqê bi rê û rêbazekê li vê pêvajoyê, êrîşên gelekî mezin hatin kirin. Nêzî du sal û nîv e bi sed hezaran carî bombardûman hate kirin, her cûre madeyên kîmyewî hatin bikaranîn. Bombeyên termobarîk hatin bikaranîn, bombeyên fosforê hatin avêtin, herwî dawî bombeyên taktîk nukleer li dijî hêzên me yên li Zap, Avaşîn û Metînayê hatin bikaranîn. Di van êrîşan de ku teknolojiya herî pêşketî ya serdemê têne bikaranîn, eşkere ye ku dewleta Tirk nekariye encamê bi dest bixe. Bêguman di bingeha vê serketina gerîla de, ruhê fedaîtiyê yê mezin heye ku sala 2021’ê bi Şoreş Beytuşşebap destpê kir, heta hevrê Serhat, Botan, Zinarîn, Cûmalî, Çavrê, Hêjar û Rêber dewam kir, piştre di sala 2022’an de li hemberî êrîşên hîn girantir ji aliyê hevrê Bager Gever, Avzem Çiya, Şerzan, Arîn, Delîl Zagros, Nalîn, Guven, Nûrî, Berfîn, Helbest û Fedaî Kobanêyan ve hat nîşandan.
Di nirxandinên hevrêyên me de yên li ser berxwedana Zapê hate destnîşankirin ku ev berxwedan asta bilindbûna ruhê 14’ê tîrmehê ye. Ya rast asta gerîla ya vê serdemê dikare weke asta herî bilind a ruhê 14’ê Tîrmehê bê pênasekirin. Bêguman ev yek ne tenê li Zapê ye, heman ruh li eyaletên Bakurê Kurdistanê hemûyan heye. Mînak salên dawî berxwedana mezin a Leyla Sorxwîn, Yaşar Botan, H êjar Zozan, Canşêr Rojhilat û Xemgîn Serhatan mînakên balkêş ên vê yekê ne. Lewma mirov dikare ruhê 14’ê Tîrmehê yê gerîla di asta heyî de weke asta herî bilind pênase bikin.
Xeta 14’ê Tîrmehê dê serkeftinên mezin biafirîne
Li hemberî çekên tunekirinê yên hêzên sermayeyê yên navneteweyî û modernîteya kapîtalîst ku teknolojiya serdemê weke çekeke kuştinê bi kar tînin, berxwedana gerîla tenê bi fedakarî û ruhê fedaî nabe. Li hemberî van êrîşan ruhê fedaî, bi gotineke din ruhê 14’ê Tîrmehê nebe nabe û sparteya bingehîn a vê yekê jî sekn û ruhê hevrêtiya azadîparêz û felsefîk a afirîner a Apoyî ye. Lê belê eger ev yek li gel afirîneriya taktîkî û nûbûnê nehatibûya kirin, nepêkan bû ku gerîla li hemberî êrîşên ji çekên modern ên kuştinê li ber xwe bida, wê bi îmhayê re rû bi rû bima. Lewma yek ji xalên bingehîn ên ku gerîla bi taybetî di 3 salên dawî de bi ser xist, ya yekemîn bilindkirina sekn û hesta fedaîtiyê, ya duyemîn jî berfirehkirina taktîkê bû. Di çarçoveya Projeya Jinûve Avakirinê de pisporkirina gerîla, li şûna yekîneyên mezin ên berê afirandina rêbaza şerê tîm ê biçûk û xwedî hêza lêdanê, pêşvebirina şerê binê erdê hate kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji aliyê taktîkî ve giranî da ser van hersê mijaran û bi ruhê fedaî û afirîneriya taktîkê bi perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî yê Rêber Apo re bûn yek, asta heyî ya gerîla afirand.
Bêguman ev nayê wê wateyê ku her tişt bi rengekî serketî qediya ye. Bi taybetî şer dewam dike. Lê belê di raûnta destpêkê de dewleta tirk û artêşa wê li gel tifaqên xwe, li gel piştgiriya hundir û derve, her wiha li gel bikaranîna teknolojiyê û çekên qedexekirî bêencam ma. Ev rastiyeke. Raûnta duyemîn jî dewam dike. Bêguman ji ber tecrûbeya zêde ya gerîla û berfirehiya taktîkî, her wiha lawazbûna dijber jî nîşan dide ku dijmin wê di raûnta duyemîn de jî têk biçe.
Dema ku em vê dibêjin, em nabêjin gerîla çar bi çar e. Artêşa gerîla bi rastî jî di çarçoveya 14’ê Tîrmehê de fedaîbûna Apoyî gihandiye astekê. Ya rast di vê mijarê de mirov nikare qala kêmasiyekê bike. Lê belê kêmasî di xeleka taktîkê de heye. Di wê mijarê de hîn rewşên nehatine temamkirin hene; her wiha meylên ku pêvajoyê lawaz dikin hene, taybetmendiyên klasîk ên gerîla hene. Mirov nikare bibêje ku aliyên klasîk ên gerîla bi temamî ji holê hatine rakirin. Kêmasî hîn jî hene. Lê belê ya girîng ew e ku xeleka herî bingehîn hatiye bidestxistin. Dikare bê gotin ku ev yek bi ser hatiye xistin.
Di asta heyî de gerîla bi têkoşîna xwe ya ji bo gelê Kurdistanê, gelê Tirkiyeyê û gelên herêmê de, bi têkoşîna li dijî qirkirinê ne tenê ji bo gelê Kurdistanê ji bo tevahiya gelên herêmê encamên girîng bi dest xistiye. Li gorî van encaman eşkere ye ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê weke nûnerê azadî û demokrasiyê yên li dijî faşîzmê, wê di dema bê de jî bi roleke girîng rabin. Ruhê fedaî yê Apoyî ku xwe dispêre, xeta 14’ê Tîrmehê û afirîneriya taktîkî dike ku gerîla têk neçe. Di heman demê de nîşan dide ku wê paşerojê serketinên mezin biafirîne.