Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

NY: Asta tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê metirsîdar e

NY, di raporeke xwe de îşaret bi metirsîdarbûna tundiya li dijî jinan a li Tirkiyeyê kir. Roportorê Taybet Reem Alsalem, bang li Tirkiyeyê kir ku demildest li Peymana Stenbolê vegere.

Di çarçoveya rûniştinan de, Raportor Reem Alsalem, têkildarê tundiya li dijî jinan û zarokên keç ên li Tirkiyeyê raporek weşand. Rapora ku wê di rûniştinan de li ser bê sekinandin, têkildarê tundiya li dijî jinan a li Tirkiyeyê ye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê hem di warê taybet hem jî di yê giştî de tundiya li jinan tê kirin berdewam e û hat diyarkirin ku ji 10 jinan 4 jê tundî li wan dibe.

Di raporê de ev tişt hatin diyarkirin: “Li gor çavkaniyên hikûmetê, navbeyna salên 2010-2020’an li Tirkiyeyê herî kêm 3 hezar û 175 jin hatine kuştin. Ev hejmar ji ya sala 2021’ê 300 car zêde ye. Rêjeya rastîn a kuştina jinan gelek zêdetir e. Parastina jinên mexdûrên tundiyê, nayê kirin. Rêjeya mirina bi guman a jin û zarokên keç û kişkişandina ber bi xwekuştinê ve metirsîdar e. Tundiya nava malê li Tirkiyeyê berbelav dibe. Li gor daneyên hatine peydekirin, li Tirkiyeyê ji sedî 12’ê hemû jinên mehrkirî, di demeke jiyana xwe de, ji sedî 5 jî sala 2014’an rû bi rûyê tundiyê bûne.”

Di raporê de behsa tundiya li dijî jinan a di warê siyasetê de jî hat kirin û hat bibîrxistin ku di kabîneya serokkomariyê de bi tenê jinek heye.

Di raporê de her wiha hat gotin ku zewicandina zarokan bi dilê dewletê ye û zêdeyî ji sedî 26’ê jinan beriya 18 saliya xwe û bêyî dilê xwe tên zewicandin.

Di raporê de hat diyarkirin ku di serî de jin û zarok; jinên kurd, penaber û koçber, jinên berasteng, lezbiyen, bîseksuel, transseksuel di bin rîska rûbirûbûna tundiyê de ne.

Di raporê de, Raportorê Taybet Reem Alsalem destnîşan kir ku divê Tirkiye demildest li Peymana Stenbolê vegere û bal bi ser wê yekê de hat birin ku divê dev ji pêkanîna qanûnên “têkoşîna li dijî terorê” li dijî jinên mafparêz bê berdan da ku bikarin xebatên xwe yên rewa bi serbestî bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar