Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bandora dîrokî ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û mîrateya wê ji ANF’ê re nirxand.
Nêrîna felsefî, nirxên moralê û îdeolojîk ên ku kadroyên PKK’ê tevlî Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê kir, çi bûn?
Beriya her tiştî di salvegera 41’emîn de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê silav dikim. Diyar dikim ku hewldanên me yên ji bo fêhmkirin û pejirandina vê biryardariya mezin wê her tim bi pêş bikevin. Şoreşgerên mezin ên ku ev berxwedan bi ser xistin; hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.
Hevrê Mazlûm Dogan û Çaran ên bi pêşengiya Ferhat Kûrtay pêşî li çalakiya rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê vekirin, ku yek ji berxwedana herî bi wate ya dîrokê ye, bi hezkirin û minet silav dikim.
Bêguman Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’an destpêkeke nû bû. Ji aliyê dîroka PKK’ê ve, ji aliyê dîroka Kurdistanê ve bi vî rengî bû.
‘Berxwwedêr xwedî hişmendiyeke gelekî kûr a dîrokê bûn’
Ya ku serdemeke bi vî rengî ya diyarker afiran çi bû? Bêguman bersiva herî şênber a ji vê yekê re bê dayin, hişmendiya kûr a dîrokê ye. Hevrêyên li zindanê li ber xwe dan, kadroyên PKK’ê, pêşengên PKK’ê xwedî hişmendiyeke gelekî kûr a dîrokê ne. Rêber Apo li ser vê bingehê perwerde kiribû, amade kiribû. Ji ber ku taybetmendiya herî bingehîn a Rêber Apo, weke ku baş tê zanîn, xwedî hişmendiyeke gelekî kûr a dîrokê ye, nêrîneke nû ya dîrokî afirand. Ev pêvajoya ku ji destpêkê ve hate afirandin, bi guhertina paradîgmayê re veguherî xet, felsefeyeke dîrokî ya nû.
Bûyîna xwedî hişmendiyeke kûr a dîrokê tê çi wateyê? Bêguman beriya her tiştî fêhmkirina siyaset û mejiyê qirker, mêtinger, faşîst, karakterê dewleta Komara Tirkiyeyê ku bi Peymana Lozanê re şênber bû. Li gel hevrêyên navborî; Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr hişmendiyeke bi vî rengî, asteke bi vî rengî ya bilind hebû. Vaye em di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de ne. Rastiya Tirkiyeyê ya ku bi vê peymanê re hate afirandin, rastiya ku cihanê, qedera ku li ser kurdan ferz kiribûn, fêhm kiribûn.
‘Hişmendiya dîrokî ya bilind kir ku berpirsyariya bilind bi xwe re bîne’
Pêvajoyên piştî wê, komkujî, qirkirin, tiştên ku li kurdên ji bo azadiyê û hebûnê li ber xwe didan hatin kirin; tiştên li Amed, Çewlik, Bedlîs, Xarpêt, Dersim, Serhedê hatin kirin baş zanî bûn. Têgihiştibûn ku çi bi serê berxwedêrên li rojhilatê Kurdistanê hate anîn. Rewşa li başûrê Kurdistanê baş fêhm dikirin. Bi taybetî baş fêhm kiribûn ku bi têkçûna 75’an re piştî ku PDK hate anîn, kurd û Kurdistan bi çi re rû bi rû man. Bi berpirsyariyeke bilind nêzîk dibûn. Bêguman ev hişmendî bi xwe re berpirsyariyeke mezin jî diafirand. Rêber Apo got: “Min ev rewşa Kurdistanê neafirand. Min pirsgirêka kurd neafirand. Aşkere ye bê kê afirand û li pêş çavên her kesî bû. Dihate dîtin, lê her kesî ji nedîtî ve dihat. Min nikarîbû mîna her kesî nêzîk bibûma û ji nedîtî ve bihatima. Nikarîbûm bêberpirsyarî tevbigeriyam. Lewma min pirsgirêk destnîşan kir. Min barekî mezin hilgirt.” Xwedî berpirsyariyeke bi vî rengî ya kûr û hişmendiyeke bilind a berpirsyariyê bûn.
Ji aliyê rewşa gelên cihanê ve jî xwedî asteke bilind a girîng bûn. Di mijara kiryarên sîstema modernîteya kapîtalîst a global a li ser gelên bindest, xwedî agahiyên girîng bûn. Têkildarî tecrûbeya Vîetnamê û êrîşên li ser gelê Vîetnamê, her wiha berxwedana gelê Vîetnamê xwedî danhevî û asteke girîng a hişmendiyê bûn. Her wiha li ser rastiya gelên li Afrîkayê, Latîn Amerîkayê û Rojhilata Navîn xwedî agahiyan bûn.
‘Bi hişmendiya xwe ya herî kûr a dîrokê Mazlûm Dogan bersiva faşîzma a 12’ê Îlonê da’
Divê ev yek bê zanîn; hişmendiya kûr a dîrokî, hesta bilind a berpirsyariyê, wêrekî û fedakariya mezin kir ku hevrêyên navborî ji bo berxwedaneke bi vî rengî ya dîrokî biryarê bidin. Lewma rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’î baş fêhm kirin, pênase kirin. Ji bo sîstema qirkirina kurdan a bi Peymana Lozanê re hate destnîşankirin bê bi ser xistin, êrîşeke nû ya dewleta netewe ya tirk bû. Zanîbûn ku ev yek ji aliyê NATO’yê ve tê organîzekirin û meşandin.
Bi têkoşîna xwe re, çarenûsa xwe ya li zindanan û çarenûsa gelê kurd û Kurdistanê di asteke bilind de gihand hev, kir yek. Di pêvajoyeke bi vî rengî de diviyabû bersiv ji pirsa ‘divê çi bê kirin’ re dihata dayin. Bi hişmendiya xwe ya herî kûr a dîrokê Mazlûm Dogan bersiva vê yekê da. Ji ber hişmendiya xwe ya kûr a dîrokê pêşengî ji vê berxwedanê re kir. Ferhat Kûrtay û hevrêyên din ku welatparêziya Kurd ji kûrahî ve temsîl dikirin, bersiv dan. Pêşî li Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê vekirin. Berxwedan bi vî rengî kete rojevê.
‘Bi berxwedana mezin re dîrokeke nû hate destpêkirin’
Gelo ev yek tenê bi hesta berpirsyariya bilind û hişmendiyê çêbû? Na, wê têrê neke. Divê mirov baweriyê, baweriya bi azadî û rizgariyê jî li vê zêde bikin. Bi baweriya li serkeftinê, serkeftina têkoşînê, azadiya gelê Kurd, biryardariyeke bi vî rengî ya mezin hate afirandin. Qedera ku li ser kurdan dihate ferzkirin bi Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’an hate têkbirin. Dîrokeke nû hate destpêkirin. Bi berxwedaneke mezin re bawerî, îrade û biryardariyeke mezin a ji bo serkeftinê hate afirandin. Berxwedana mezin bi vî rengî destpê kir.
Divê mirov Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji rêzê nenirxîne. Mirov dikare her cûre çalakiyan bikin. Lê belê mirov zanibin ku çalakiya herî bi wate, karê herî zehmet ê mirovan bêguman greva birçîbûnê û rojiya mirinê ye. Divê ev yek bi vî rengî bê pênasekirin. Bi rojan, mehan, her kêlî, her saetê mayina di navbera jiyan û mirinê de tenê bi hişmendiyeke bilind, berpirsyariyekê û baweriya bi serkeftinê dibe. Van hevrêyan ev yek bi ser xistin. Rûmeta Kurdan ji nû ve bi dest xistin, dan qezençkirin û rêya bidestxistina rûmetê nîşan dan.
‘Di navbera rûmetê û azadiyê de têkiliyek heye’
Di navbera rûmetê û azadiyê de têkiliyek heye. Bêguman eger wê qala rûmetekê bê kirin, ev yek tenê bi îradeyê, bi jiyana azad dibe. Naxwe wê bibe gotinek ku nava xwe vala ye. Ji ber vê yekê ev wate ji Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re hate dayin. Ji 14’ê Tîrmehê re Roja Rûmetê ya Neteweyî hate gotin. Weke guhertina rêveçûna neteweyî hate dîtin. Mîladeke. Dîrokeke serberjêr û tunebûnê hebû ku di bin êrîşên qirker, faşîst û mêtinger de bû. Li hemberî vê yekê jî dîrokek heye ku li ber xwe dide, li hemberî mirinê li ber xwe dide, azadî û hebûnê misoger dike. Vaye 14’ê Tîrmehê destpêkeke bi vî rengî ya dîrokî, mîladekê îfade dike. Nîşaneya têkbirina her cûre neyîniyan e, li ser bingeha azadiya mirovahiyê ya li Kurdistanê jinûve afirandine.
Lewma bû gavek di cihê xwe û dema xwe de, bû destpêkeke dîrokî. Rêber Apo got: “Xeta me ya nava partiyê temsîl dike, çalakiyeke têrker e, pireke mezin e, jiyan ji mirinê, azadî ji koletiyê afirand, pireke xurt a navbera vê yekê ye.” Di serî de jin û ciwan ji hemû kedkar û karkeran, ji gelê kurd xwest ku bi wêrekî, bêtirs ji vê pirê derbasî azadiyê bibin. Û li ser vê bingehê jî banga têkoşîna azadiyê kir. Dema ku banga Rêber Apo bi bandora mezin a berxwedanê re bû yek, hingî têkoşîna mezin a 41 salan û pêşketinên dîrokî hatin afirandin.
Divê mirov van bi vî rengî fêhm bikin. Ji ber vê jî 14’ê Tîrmehê li dijî biryara qirkirina kurdan a bi Lozanê destpê kir, biryara ji bo azadî û hebûna kurdan e. Ji bo kurdan pêşdîtina dîrokeke nû, destpêkirina pêvajoyeke nû ya dîrokî ye. Li çar parçeyên Kurdistanê, li çar aliyên cihanê 41 sal in bi navê azadiya kurdan, mirovahiyê çi pêşketin hebin li binê wan mohra vê berxwedan û biryara mezin heye.
‘PKK’ê tu gavê xwe netewand’
Berxwedana bi rêbaza fedaî ya li dijî hovîtî û faşîzmê hate kirin, rêyeke çawa ya îdeolojîk afirand?
Ber bi wê pêvajoyê ve, hîn dema PKK ava dibû, rêbaz û karakterê vê têkoşînê dihate afirandin, bêguman nîqaş li ser wêrekî û fedakariya têkoşînê dihate kirin. Ev yek hem li nava PKK’ê hem jî li nava rêxistinên din jî dibû. Dema ku mirov salên 1970’î bînin bîra xwe, yan jî li wê demê vegerin û belgeyên hingî lêkolîn bikin, wê bi hêsanî bê dîtin ku têkoşîneke gelekî girîng hatiye kirin. Gelek kesayet hebûn ku ji xwe re digotin rêber in. Gelek rêxistin û tevger hebûn. Bêguman ji bo piştgiriyê ji gelê kurd werbigirin, dixwestin bibin rêberê kurd, rêxistina kurd. Digotin, bila kurd azad bibin. Lê belê dema ku ji wan dihate pirsîn bê ev yek wê çawa pêk were, hingî bersiva wan, nêrîn, nêzîkatî û helwesta wan cuda bû. Belê bila Kurdistan rizgar bibe, kurd azad bibin, mejî û siyaseta qirker, faşîst, mêtinger ji holê bê rakirin, lê ev ê çawa bibe, bi têkoşîneke çawa wê bibe? Bersivên li vê yekê cuda bûn.
Gelek kesayet û tevgera bersivên cuda dan, bi dualî tevgeriyan. Hinekan gotin eger pêwîst bike têkoşîna çekdarî jî divê, fedaîtî jî dibe lê belê divê mirov ji derfetan, derfetên demokratîk sûdê werbigirin û bi vî rengî berê xwe dan reformîzm, oportunîzmê. Helwesta xwe ya şexsî, hebûn û jiyana xwe danîn pêşiya hebûn û jiyana azad a gelê kurd. PKK’ê ev nêzîkatî red kir. Rêber Apo ev yek bi berfirehî nirxand û kadroyên PKK’ê bi van nirxandinan perwerde kir. Azadkirina Kurdistanê li aliyekî bi van nêzîkatiyan li hemberî êrîşên faşîst qirker mayina li ser jiyan jî nepêkan bû. Ji ber ku mînakên gelekî şênber hebûn. Li parçeyên Kurdistanê hemûyan berê li dijî êrîşên qirkirinê berxwedan hatibûn kirin, lê belê hemû jî bi komkujiyan hatibûn eciqandin. Pêşengên wan, lîderên wan, fermandarên wan bi rengekî hovane hatibûn darvekirin û qetilkirin. Rastiyeke bi vî rengî hebû. Lewma rewşeke guhertî tune bû. Eger bi têkoşînê ev rewş neyê guhertin, tişta ku bi serê her kesên digotin di vê oxirê de têdikoşim, wê heman tişt bûya. PKK’ê di vê mijarê de ya şênber, ya rast got. Xwe netewand. Jiyana xwe ya şexsî neda pêşiya hebûn û azadiya gel. Li gorî berjewendiyên şexsî tevnegeriya. Ji destpêkê ve destnîşan kir ku azadî û hebûn tenê bi berxwedaneke bi fedakarî û wêrekiyeke mezin dikare pêk were. Kadro bi vî rengî perwerde kir. Kadroyên berxwedaneke bi vî rengî hatin afirandin.
‘Tiştê ku hate gotin divê bê kirin’
Kadro û mîlîtanên pêşeng ên PKK’ê dema ku ketin girtîgehê jî xwedî vê hişmendiyê bûn. Lê helbet wan hemû derfetên di zindanan de jî ceribandin. Bala xwe bidinê yekser neketin nav şerekî giran. Ji bo têkoşîna hebûn û azadiyê bi bandor bimeşînin, fikirîn ka şer, derfet û firsend çi ne, li vî tiştî nihêrtin û li gorî hewcetiyên vî tiştî dest bi têkoşînê kirin. Lê êrîşên cûntaya qirker a faşîst dijwar bûn. Êrîşên îtîrafkariyê, teslîmiyetê, bêbîrhiştinê yên li ser zindanan hatibû ferzkirin, bi awayekî bi plan û rêxistinkirî bi lezgînî hate kirin. Ev jî bûn sedem ku ew ji nû ve dest bi nirxandinan bikin. Dîsa di van nirxandinan de asta bîr û baweriyê bi xwezayî encamên rast derdixist holê. Çi da zanîn? Tiştê ku hate gotin divê bê kirin. Kesên beriya her kesî dibêjin divê beriya her kesî bikin. Ji bo bidestxistina azadiyê çi hewce dike, divê di cih û dema xwe de bi cesaret û fedakariyeke mezin were kirin. Hişmendiya ku bi Mazlûm Dogan re derket holê ev bû. Baweriya bi serkeftinê, ew hişmendî û baweriya kûr ku didît heke kurd bîra azadiyê bi dest bixin wê bi têkoşînê dîrokên çawa mezin biafirînin û bi bîr û baweriyeke mezin bawerî bi vî tiştî anî, ev wêrekî û fedakariya em qala wê dikin afirand. Xeta fedaî wisa ava bû.
Ev tiş nîşan da: Li hemberî zilma ku li ser zindanê hatî ferzkirin heke bi fedaî berxwedan were kirin, wê hebûn pêk were. Ji xeynî wê derfeta jiyana bi azadî û mirovî tune. Yan wê di warê mirovî de ruh û bîr were tunekirin, wê wisa were jiyîn yan jî wê jiyana maddî were derbaskirin, deriyê jiyana manevî ya azadî were vekirin. Rêyeke din tunebû. Ji ber vê yekê Kemal Pîr got: ‘Em bi qasî ku di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.’ Ev gelekî girîng û pir watedar bû. Dema ku mirov ji bo jiyanê bimire, wê demê jiyan tê afirandin, dikare watedar û hêja be û mirov dikare azad be. Heqîqeta jiyanê di rastiyê de tê wateya vî tiştî. Nêrîn û feraseta felsefî xwe bi vî awayî nîşan dide. Ev bîr û îrade, xeteke wisa ya fedaî ava kir. Xeta fedaîbûnê.
‘Berxwedana Zindanê xeta fedaîbûnê bi serfiraziyê kire yek’
Divê ev yek şaş neyê fêmkirin. Helbet helwestek îdeolojîk û nîşandana rê bû. Pêwist e ku helwêsta fedakar, çalakiyên fedakarî û çalakiyên xwekuştinê yên hinek rêxistinan tevlî hev neyên kirin. Piraniya van tiştan bi pereyan dibe, bi xapandinê dibe, bi fanatîkbûnê dibe. Lê em bala xwe bidinê di berxwedana mezin a zindanê, di fedakariya çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de tiştekî wisa tune. Fanatîzm û tiştên wekî wê tune. Awayê herî kûr ê bîr û baweriyê hebû. Herî zêde jî çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ev tişt şênber kir. Cûntaya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê ya li ser bingeha NATO’yê her tişt û rê ceriband. Mînak, hêza wê têr nekir ku karibe van çalakvanan bixapîne û wan ji berxwedanê dûr bixînin. Serokê cûntayê Kenan Evren dema li Deriyê Çiyê axivî, zindana ku berxwedana rojiya mirinê ya mezin lê hatibû kirin nîşan dabû û gotibû ‘Li vê derê hinek kesên wisa hene, tu serê wan jêkî jî wê dev ji bawerî û fikra xwe bernedin.’ Li hemberî PKK û Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’an, li hemberî Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û bîr û baweriya ku ev tişt derxistiye holê, ew neçar ma ku bi xwe têkçûnê îlan bike. Rewşeke girîng bû, rewşeke watedar bû. Nîşan da ku berxwedan çawa serkeftineke mezin a hişmendî, vîn û baweriyê bi xwe re aniye.
Berxwedana Zindanê ya 1982’an serfiraziyeke wisa afirand. Xeta fedaîbûnê bi serfiraziyê kire yek. Bi bîr û baweriyê kir yek. Fedakarî û cesaret, bi bawerî û serfiraziyê kir yek û ava kir. Xeta Fedaî ji bo PKK’ê bû xeteke nû ya îdeolojîk. Beriya wê jî dixwest têkoşîneke pir fedakar bimeşîne. Di zindanan de berxwedaneke mezin were kirin, mirov bibe şervanekî mezin, di vê oxirê de mirov jiyana xwe feda bike û şehîd bikeve. Ev hemû dihatin nirxandin û dihatin zanîn. Amadekariya vî tiştî hebû.
‘Berxwedêran tarza serfirazî serkeftinê afirandin’
Lê ev tişt wê çawa di pratîkê de pêk were, di berxwedana zindanê de hate rojevê û xwe nîşan da. Tarza têkoşîn û berxwedanê, tarza ku di her şertî de, di her hawirdorê de, di şertên herî zehmet de jî berxwedan dikare were kirin û serkeftin dikare were bidestxistin nîşan da. Hişmendiyeke wisa, îradeyeke wisa derxist holê. Wekî li cihên din tên kirin, ne wekî çalakiya xwekuştinê û tiştên wisa bû. Ne rewşeke wisa bû ku hinek kesan berê wan da vî tiştî. Ne rewşeke wisa bû ku bi darê zorê hate kirin û hinek qewl hatibûn dayîn. Bi dîtin, zanebûn û fêmkirin, bi nirxandina rewşa beriya wê û piştî wê, bi dîtina serfiraziyê berxwedanek hate kirin. Kemal Pîr di eywanên dadgehê de got ‘Ez di vê tevgerê de serfiraziyê dibînim.’ Bi vê feraset, nêrîn û têgihiştinê ber bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê meşiya. Hemû şoreşgerên din wisa bûn. Ji ber vê nêzikatiya ku serfiraziyê dibîne û fedakariya wê ava kirin.
Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, yanî Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’an tevkariyeke çawa li PKK’ê kir?
- Biryara ku li dijî paşverûtî, faşîzm, mêtingerî û qirkeriyê divê berxwedan were kirin.
- Divê ev berxwedan li ser xeta fedaî be û xeta wê were nîşandan.
- Divê were îspatkirin ku ev tişt di her şertî de dikare pêk were û tarza wê ya ku serfiraziyê bi dest dixe were afirandin.
Ev hemû geşedanên piştre, têkoşîna li Kurdistanê, gerîla û her tişt, li ser vê biryara mezin û li ser vê destpêkirina mezin pêk hat.
‘Bersiva herî watedar a ji bo Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an bû’
Encamên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji aliyê nirxên bîrdozî, felsefî û exlaqî ve çawa derketiye holê û heta îro kevneşopiya berxwedanê çawa hatiye domandin? Ev mîrate îro çawa zindî tê jiyîn?
Pêvajoyeke dîrokî ya 41 salî heye. Her kêliya van 41 salan bi fedakarî, têkoşîn û geşedanên mezin tijî ye. Gelê kurd, ciwan, jin û kedkaran li ser esasê biryar û xeta ku bi destê Mazlûm, Ferhat û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê daye destpêkirin di zindanê de xwe ji nû ve diafirîne. Ev teqez wisa ye. Divê em wisa zanibin.
Divê careke din balê bikişînim ser. Ev 41 sal in di her peyva ku li ser navê azadiya Kurdistanê rast tê gotin û di her xebateke rast tê kirin de, bêguman bandora Berxwedana Mezin a Zindanê, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û îmzeya wê heye. Rêzanî hene, ruh û cesareta ku afirandiye heye. Rewşa ku bandorê lê dike heye. Ciwan û jinên kurd ên di bin bandora vê berxwedana mezin de meşiyan têkoşînê, tevlî partiyê bûn, wêrekiya gerîlatiyê nîşan dan û berê xwe dan çiya. Di vî warî de bersiva herî watedar a ji bo Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, bêguman Pêngava Mezin a Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an bû. Mebesta wê ew bû ku xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê bigihîne çiyayan û di nava gerîlayan de bi cih bike. Ev pir watedar û girîng bû. Di warê dîrokî tê zanîn ku gerîlatiya wisa çawa pêş ketiye, çawa xwe amade kiriye, gavavêtina gerîlatiya wisa çawa hatiye avêtin. Rola Rêber Apo ya weke hêza diyarker, pêşeng, perwerde û rêzantiyê ya di pêvajoyek bi vî rengî ya gav bi gav û veguhertina wê ya vê berxwedana mezin de jî tê zanîn. Divê ev tişt wisa were zanîn û fêmkirin. Di vî warî de fedakariya 14’ê Tîrmehê bi gerîlatiya 15’ê Tebaxê re derbasî çiya, deşt û bajaran bû. Ji milîtaniya pêşeng ber bi civaka berfireh têxe nav xwe, afirandina alavên ku wê wan bikişîne nav têkoşînê, hêza berxwedana pêşeng û hêza gerîla bû. Fedaîtiya gerîla serhildaniya salên 1990’î derxist holê. Rê li ber geşbûna neteweya demokratîk vekir. Him şoreşa azadiya jinan da destpêkirin û him jî pêvajoya neteweya demokratîk geş kir. Gelê kurd ji ber mêtingerî, qirkerî, zext û zordariyê heta atomên xwe hatibû parçekirin, ji hev hatibû qutkirin û ji ber sedemên biçûk bi hev re şer dikirin. Ev rewş veguherî afirnandina kesayetiya ku ji bo jiyaneke azad, wekhev, adil, bi biratî û demokratîk dibe yek, her cure hêz û piştgiriyê dide hev, civakîbûna kurdan a dîrokî li ser bingeha azadî û demokrasiyê ji nû ve diafirîne û neteweya demokratîk a Kurdan derxist holê. Çand, îrade û pîvana wê, hebûna fedaî û jiyana wê ya li ser vê bingehê afirand. Ev gelekî girîng e.
Di salên 90’î de ev têkoşîna mezin di nava serhildanên kurdan de pêk hat. Ji Nisêbînê heta Cizîrê û ji wir jî heta Licê, hema bêje li her gund, bajarokeke Kurdistanê çalakiyeke bi vî rengî li dar xist û rêxistibûnek jiya. Ev dihat çi wateyê? Tê wateya ku civaka kurd ji pergala qirker û mêtinger qut dibe. Ji rejîma qirkirina çandî qut dibe, li hemberî wê dibe civakeke demokratîk, wekî civak hebûna xwe diparêze û dikeve nav pêvajoya netewebûna demokratîk. Bi gerîla û serhildanan re pêvajoyeke girîng pêş xist.
‘Ev rewş di 25 salên dawî de li dora berxwedana Îmraliyê pêş dikeve’
Ev rewş di 25 salên dawî de li dora berxwedana Îmraliyê ku sekn û berxwedana mirovahiyê ya herî mezin û watedar a dîrokê ye, teşe girtiye û pêş dikeve. Berê jî Rêber Apo ji destpêka salên 70’î û vir ve her tim pêşengtiya afirandina hişmendî, vîn, bawerî, cesaret, fedekarî û meşa bi vî rengî kiriye. Ew bû afirînerê her tiştî. Di van 25 salên dawî de li dijî pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê di dîrokê de pêşengtiya xwe bi berxwedaneke mezin û bi wate derxist asta herî xurt. Ev feaîbûn di 15’ê Tebaxa 84’an de bû pêngava gerîla û di berxwedana gerîla de pêşengiyeke nû ya partiyê derket holê. Partîbûna fedaî, fedaîbûna PKK’ê li ser vê bingehê teşe girt. Ji pîvanên partiyên din qûtbû û pîvanên xwe afirand. Dîsa di pêşengtiya partiyeke wiha de rastiya gelê Kurd, neteweya wan a demokratîk ku, radibe serhildanan, fedaî dibe, ji bo hebûn û azadiya xwe dijî û têdikoşe, derket holê. Rêber Apo di nava 25 salên dawî de bi paradîgmaya nû, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, yanî bi paradîgmayeke ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka jinê, pirsgirêka kedkar û karkeran, pirsgirêkên civakî çareser dike, pêvajoyeke nû ya têkoşînê da destpêkirin ku dikare Tirkiyeyê demokratîk bike, Rojhialta Navîn demokratîk bike û mirovahiyê ji faşîzma netewe dewletê rizgar bike.
Helbet ev hemû bi kûrbûna li ser fedaîbûnê re pêk hat. Fedaîbûna Zîlan, serhildan, ji Vedat Aydinan heta bi dehan û bi sedan fedaîyên ku di nava 25 salên dawî de derketine holê, di esasê xwe de nûnertiya xeta berxwedanê ya li Îmraliyê kirine, ev xeta berxwedan û fedaîbûnê helbet ne tenê di nava partiyê de, li nav gerîla, jin û ciwan, hemû civaka kurd, li çar parçeyên Kurdistanê û dervî welat belav bû. Di bin bandora têkoşîna azadiya Kurd de li mirovahiyê belav bû. Vaye li Rojava şoreşa azadiyê, Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk hat. Ya herî girîng jî li dijî hêzeke weke faşîzma DAIŞ’ê ku bûbû belayê serê mirovahiyê ji bo parastina hebûn û azadiya kurd li ber xwe dan, li ser vê bingehê mirovatî ji vê hovîtiyê rizgar kiriye. Ev pêkanîn û pratîkên xeta fedaîbûnê ne û îro jî êdî bi kok bûye. Dema ku dijmin ewqasî êrîş û zext kir, hewl da wan bike îtîrafkar, bieciqîne, ji baweriyê bixîne, manewiyata wê tune bike û kurdan bikin tiştekî ziwa. Berxwedana li hemberî vî tiştî jî li ser azadiya kurdan, pêşiya afirandina ji nû ve ya mirovayetiyê vekir. Ev bi rastî girîng e. Divê em vê baş fêm bikin.
Rêber Apo wiha got: “Eger êrîş, zext û zordarî min nekuje, wê ji min re bibe bingehek ku geşedanên mezin biafirînim, ji bo min bibe bingehek serketinê.” Em bala xwe bidin, rejîma faşîst a 12’ê Îlonê di zindanan de hate pêk anîn. Piştre, rejîma qirker a faşîst, di salên 90’î de êrîşeke topyekûn li dijî gel da destpêkirin. 25 sal in li Îmraliyê li dijî Rêber Apo êrîşeke îmha, qirkirin û tasfiyeyê tê kirin. Li dijî van êrîşan rêya berxwedanê, rê û rêbaz dîtin, pêşxistina cesaret û fedekariyê û helwesteke rast nîşandan jî hemû êrîşan şikand. Dijberî wê rê û rêbazên azadî, demokrasî û jiyana biratiyê weke alternatîf pêş dixe. Ev dibe sedema geşedanên dîrokî yên wiha. Bi têkoşîneke wisa mezin xeta fedaî ya li Kurdistanê civak xist nava xwe. Her wiha derbeyên kujer li zîhniyet û siyaseta faşîst, qirker, mêtinger xist û pê da windakirin. Rêber Apo jî got: “Hûn vala vala êrîş dikin. Êdî êrîşên we dê encam negire, dê zirarê bide xwediyên xwe.” Lê belê van derdoran nexwestin van gotinan fêm bikin, an guhdarî nekirin an jî bi berjewendî nêzî van gotinan bûn. Encam diyar e. Kî wisa bike, dê bêtir bikeve nava xitimandinê. Çawa ku dawiya xwe anî jî, Tirkiye ber bi felaketê ve dibe. Çawa ku çeteyên salên 1990’î endamên JÎTEM’ê birin, niha jî çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê mîna êrîşên DAIŞ’ê Tirkiye ber bi felaketekê ve dibe.
‘Divê mirov vê mîrateyê rast fêm bike û bi serkeftî pêk bîne’
Pîvan û berpirsiyariyên parastina vê mîrateya ku ji hêla Berxwedana Rojiya Mezin Mirinê ya 14 Tîrmehê ve hatî afirandin çi ne?
Em dikarin bi hevokekê îfade bikin. Tenê pîvanek îdiaya vê berxwedanê heye; divê mirov wê rast fêm bike û bi serkeftî pêk bîne. Divê di xeta berxwedanê ya wiha de, li ser xeta berxwedanê ya fedaî jiyan û têkoşîn were kirin… Wekî din tu rê tune. Tekane xwedîderketina li vê berxwedanê ev e. Tekane pêkanîna wê jî ev e. Ji xeynî vê tê wateya ku ji rê were derxistin. Divê ev yek bi zelalî were zanîn. Ev xebateke mezin a hişmendî, vîn û baweriyê ye. Tê wateya xweperwerdekirin û jinûveafirandinê. Ji bo hemû taybetmendiyên ku ev desthilatdarî û pergala dewletparêz, zîhniyet û polîtîkaya serdest a mêr, faşîzm, qirkirin, feraset û êrîşên koledar ên di vê kesayet û pêkhateya civakî de derketiye holê -Rêber Apo di parastinê de got- ji holê were rakirin, divê li hemberî van tiştan têkoşîneke bêhempa were kirin, ji bo dîtina heqîqetê jî li ser vê bingehê heta serketineke diyarker têbikoşin. Ev teqez wisa ye. Ev berxwedan ne karên afirandina jiyana erzan e. Ev ne tiştekî wisa ye ku hinek kes ji bo jiyana xwe ya maddî ya basît xurt bikin, hatine afirandin. Her wiha rewşa gelê Kurd, jin û mirovahiyê jî li ber çavan e. Felaketên mezin diqewimin. Van berxwedanan rê li ber têkoşîna ji holê rakirina van hemûyan vekir. Xeta wê afirand. Ne ev qasî basît, rojane, bi sînor û aîdî vê serdemê, di vî warî de siberoj jî ronî kirin. Li dijî hemû neyînî, êrîş, pirsgirêkan nîşan da ku divê rêya têkoşîna rast û serkeftinê çawa be.
‘Felsefe û xeta bîrdozî ya vê berxwedanê gerdûnî ne’
Bi kurtasî divê em xeletiyan nekin. Divê tu kes nêzikatiyên wisa erzan nekin. Divê em bi awayekî teng û basît nêz nebin. Em ji xwe re ramanan biafirînin û em xwe nexapînin; divê em nebêjin wê demê wisa bû niha ne wisa ye, di zindanê de wisa bû lê li derve ne wisa bû. Ev hemû xapandin in. Ev berxwedan gerdûnî ye. Felsefe û xeta bîrdozî ya wê berxwedanê jî hem gerdûnî ne. Ew ji bo her kesî, li her derê derbas dibe. Milîtanên partiyê dikarin çêkin, gerîla dikarin bikin, welatparêz dikarin bikin, jin dikarin bikin, ciwan jî dikarin bikin. Xeta fedaî ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji bo milîtanên partiyê, ji bo şerê gerîla, ji bo gelên şerker, ji bo her kesê ji bo azadiyê têdikoşe ye. Rêya hebûna azad, gihîştin û parastina jiyana azad, wekhev, adil, demokratîk ev e. Rêyeke din nîne. Ji rêyên din bêhna bêhna xapandinê, dek û dolaban, berjewendî, maddîyatparêzî tê. Divê em ji van tiştan dûr bin. Ji ber vê jî fedaîbûna di rastiya 14’ê Tîrmehê de ji bo her kesî ye. Partî fedaî ye, gerîla fedaî ye, jin fedaî ye, ciwan fedaî ye, hemû gel fedaî ye. Xeta 14’ê Tîrmehê xeteke fedaî ya wisa ye ku her kesî dihewîne, divê em bi vî rengî bizanibin û fêm bikin. Fedakariyeke bi vî rengî felsefeyek xwezayî ye, têgihîştin, zihniyet, nêrînek, têgihîştina heqîqetê ye. Fedekariya bi vî rengî rêyeke jiyanê ye, îdeolojî ye. Fedekariya bi vî rengî şêweyekî têkoşînê ye. Rêxistinkirina awayê çalakiyan e, têkiliya bi hev re, entegrasyona mirovan a li ser esasê jiyana komînal û xebata kolektîf e. Ne çewisandin, qelskirin, paşvekişandi û zirardayîna hev e. Xeteke ku wan perwerde dike, birêxistin dike, dikişîne, bi dest dixe û xurt dike. Xeta azadî, wekheviya li ser esasê cudahiyan, demokrasî, perwerdekirina ji nû ve ya li ser bingeha parvekirinê, avakirin û afirandina wê, xwe dispêre mirov û civakê ji nû ve diafirîne û hebûna wê pêk tîne.
‘14’ê Tîrmehê mîrateyeke mezin afirand’
Ev mîrateyek mezin e, kes nikare ji bin derkeve. Tayyîp Erdogan jî di dema xwe ya lewaz de çû ber deriyê zindana ku ev berxwedan lê pêş ket û hewl da ji wir hêz bigire. Niha êdî zalimtir dibe. Bû zalimek wisa ku dikare yên weke Kenan Evren ji berîka xwe derxe. Ew mijarek cuda ye. Lê ji bo ku hêz bigire, neçar ma ku pişta xwe bide wir. Ew rewşek wisa bandorker e. Bandor li her kesî kir. Ew hişt ku her kes li ser riya rast bimeşin û ji qelsiyê xilas bibin. Ev rastî ne. Di vê wateyê de mîrateyeke mezin afirand.
Ev 41 sal in civaka kurd, jin û ciwanên kurd bi rêve dibe, partiya me û gerîla bi rêve dibe. Di bin vê fermandariyê de partiya me, gerîlayên me û gelê me di 41 salan de zêdetirî 41 hezar şehîd dane. Lehengiya herî bi wate di nava dîrokê de derxist holê. Meşa herî egîd a azadiyê derxist holê. Bi yekkirina hevrêtiya jin û mêr li ser xeta fedaîbûnê, jiyan û têkoşîna hevpar bi awayekî herî watedar afirand. Di dîrokê de geşedanên herî girîng, mîrateyên herî mezin ev in.
Em bala xwe bidin, niha jî kes nikare ji bo Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê tiştek bibêje. Çalakiyeke wisa ye ku bandorê li dijberiya xwe jî dike. Ji kêliya yekem ve dijminê xwe yê herî mezin Kenan Evren xiste bin bandora xwe. Niha jî bandor li Tayyîp Erdogan ê ku xeta wî dişopîne kiriye. Ev çalakiyên mezin ên dîrokê ne. Hosta wisa dibêjin. Bi gotineke din, mezinahiya çalakiyek bi bandora ku li ser dijberên xwe jî dike tê pîvandin. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, ne tenê hişt ku dijmin bandor bibe, di heman demê de anî ber piyên xwe. Mezinahiya wê ewqas e. Hêza wê ya bondrê ewqas e.
Bi awayek eşkere tê dîtin ku ev mîrateyeke mezin e. Kes nikare wê hilweşîne, her kes jê sûd werdigire. Li vir xeterî çi ye? Berovajîkirina vê rastiyê, xerakirina vê xetê, hişmendiya azadiyê û xeta fedaîbûnê tevlîhevkirin, di esasê de zîhniyeta ku fedaiyan di xeta fedaîbûnê de derxistine holê, di nêrîna felsefî, sekna bîrdozî, rêxistinî û çalakî de rêyên çewit derxistina holê. Wisa nîşan dide ku, weke ku xwedî lê dertê lê di pratîkê de bi awayekî sextekarî berovajî dike. Kesayetên wiha xeternak in. Bi kîjan rengî, navî û helwestî dibe bila bibe, divê em li dijî van xwedîderketinên sexte derkevin. 14’ê Tîrmehê bi xwe jî destûr nade vê yekê. Hişmendiya xwe afirand, xeta xwe jî bi xwe derxist holê, şêwaza xwe afirand û bi ser ket. Wisa berovajîkirina vê xetê ne ewqas hêsan e. Divê kes destûr nede vê yekê. Eger car din hewldanek wiha çêbe, xeteriya mezin wê demê li wir dibe. Divê ji rewşên wiha dûr bên seknandin.
Ji bo ku em rast xwedî derkevin ez vê yekê dibêjim. Pêwîste ew rast were fêm kirin û bi serfirazî were sepandin. Jiyan û pêkanîna wê xetê pêwîst e. Eşkere ye ku ev serketin bi xwe re tîne. Ev 41 sal in wisa ye, dê di sala 42’yan de jî wisa be. Bandora vê çalakî û berxwedanê di dîroka me ya paşerojê de ti carî kêm nabe. Wê di her kêliyê de, di her salvegerê de nûbûn û zindîtiya xwe bi hêztir biparêze û wê pêşengiya mirovahiyê ber bi azadiyê ve dimeşin bike. Li ser van esasan careke din şehîdên leheng, afirîner û îcrakar ên vê berxwedanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ez diyar dikim ku di sala 42’yan a berxwedanê de em ê xeta berxwedanê ya fedaî ya 14’ê Tîrmehê hê rasttir fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin.