Ji peymana Lozanê û vir ve sed sal derbas dibe. Di nava sed salî de êrişên giran û komkujiyên mezin li dijî kurdan çêbûn. Bi peymana Lozanê re li dijî Kurdan pêvajoyeke qirkirin û tinekirine hat destpêkirin. Li dijî vê tunekirinê jî kurdan serî hildan û li ber xwe dan. Di nava sed salî de bûyerên girîng qewimîn. Kurd ji bo ku têk neçin li ber xwe dan. Li her çar aliyê Kurdistanê raperînên kurdan çêbûn. Ew raperîn jî li dijî peymanên qirêj bûn. Li dijî serhildanên Kurdan jî komkujî çêbûn. Erê raste dibe ku serhildanên wan negihiştibin encamê, lê encamên girîng bi dest xistin. Bi saya wan serhildanan dîrokek berxwedanê ya kurdan çêbû. Bi saya wan serhildanan kurdan xwe nas kir û riya berxwedanê hilbijartin.
Rêber Apo û PKK’ê jî ji wan serhildan û komkujiyan encam derxistin û li gorî wê xwe bi rêxistin kirin. Lewma jî têkoşîna 50 salî encama vê berxwedanê ye. Nîv sed sal in PKK li ser vê kevneşopiya serhildanê dimeşe. Her roja PKK’ê bi serhildanê derbas dibe. Yên ku beriya bi sed salî li dijî kurdan peyman îmze kirin, îro jî li ser heman zihniyetê ne. Di pirtûka wan de divê kurd tune bin û statuya wan tinebe. Têkoşîna PKK’ê ya 50 salî jî li dijî vê zihniyetê ye. Lewma jî yê herî zêde li dijî PKK’ê derdikeve NATO ye. Rayedarên PKK’ê jî gelek caran ev yek anîn ziman û gotin NATO şerê wan dike. Artêşa tirk endamê NATO ye û yê ku destûrê nade ev artêş têk biçe jî NATO ye. NATO jî li gorî peymana Lozanê tevdigere û armanca wan a sereke pêkanîna wê peymanê ye.
Dema ku em dibêjin NATO yanî Gladyo ye. Hêzeke veşartî ye. Di encama bazariyên qirêj de bi dewleta tirk re tevdigere. Ji bo ku Swêdê bikin endamê NATO’yê li ber Erdogan digerin. Erdogan jî ji bo destê xwe xurt bike bazariyan dike. Mesele jî li dora kurdan dizîvire. Ji bo ku Kurdan bikin qurban bazariyan dikin. Ev çend meh in Erdogan wan dibe û tîne. Herî dawî jî biryar da ku endamtiya Swêdê ya NATO erê bike. Encama wê jî wê di rojên pêş de xuya bike. Swêdê li beramberî endamtiya NATO’yê serê xwe li ber Erdogan tewand. Yanî demokrasiya xwe herimand. Ji bo xatirê NATO’yê çiqas tawîz hebin dan. Swêdê di sala 1986’an de jî destûr da ku serokwezîrê wan Olof Palme were qetilkirin. Wê demê jî tiliya NATO û Gladyo di nava meselê de hebû. Îro jî heman siyaset heye. Piştî qetilkirina Olof Palme jî PKK û kurd xistin hedefa xwe. Dehê salan ji ber kuştina Olof Palme kurd hatin reşkirin. Lê di dawiyê de jî derket holê ku yê Olof Palme kuştiye kesekî Swêdî ye. Welatê Swêdê ji kuştina Olof Palme heta niha di nava têkiliyên qirêj de ye. Bi endamtiya xwe ya NATO re jî ev yek careke din îspat kir. Ji bo ku bibe endamê NATO’yê pîvanên mafê mirovan binpê kirin.
Dema ku mirov li peymana Lozanê û hevkariya NATO dinêre têkiliyek heye. Ev peyman û lihevkirin li dijî kurdan tên çêkirin. Îro jî ku em qala sedsaliya peymana Lozanê dikin, divê ev rastî were dîtin. Sed sal in kurd bi awayekî fermî tên qirkirin û înkarkirin. Karê vê qirkirinê jî dane dewleta tirk. Çawa ku sed sal berê li Dersim, Agirî, Qoçgirî û Amedê Kurd hatin qetilkirin û darvekirin, heman siyaset îro jî heye. Ev zihniyet ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê meşandin. Hebûna PKK’ê jî li dijî vê zihniyetê ye. PKK ji bo hebûna kurdan heye. Sedsaliya peymana Lozanê nîşanî me dide ku Kurd ti carî têk neçûne. Ji wê demê heta niha kurd li ber xwe didin. Dikarin qir bikin, lê nikarin tine bikin. Çiqas Lozan û NATO hebin, ewqas jî PKK û kurd hene. Heta ku ev çanda berxwedan û serhildanê hebe wê Kurd têk neçin. Di sedsaliya peymana Lozanê de jî ev îspat kirin. Dewleta tirk çi dike bila bike wê nikaribe bigihêje encama dixwaze. Dibe ku kurdan bê statu bihêlin, lê wê nikaribin îrade û berxwedana wan têk bibin.