Endama Komîteya Zindanê ya PAJK’ê Nejbîr Sêrt bersiv da pirsên ANF’ê.
Sêrt got, “Pêwîst e em xwedî Rêber Apo, hemû zarokên xwe yên kurd û hevrêyên xwe derkevin. Eger serkeftin pêk bê, ew ê bi têkoşîna me ya mezin a bi îrade bi encam bibe. Yên ku vê têkoşînê bikin em in, em nikarin ji kesî hêvî bikin an jî li bendê bin ku bi xwe pêk bê. Divê gelê kurd, jin, ciwan û rewşenbîrên kurd, yên bi îradeya gel hatine hilbijartin, partiyên siyasî û parêzer di zûtirîn demê de tevbigerin. Divê em hemû xwe ji pêvajoya berxwedanê re amade bikin.”
Polîtîkayên dewleta tirk ên dijminahî li dijî kurdan li her qadê belav dibe û didome. Hûn pêvajoyê di vê çarçoveyê de çawa dinirxînin?
Destpêkê di şexsê hevalên Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û Sakîne Cansiz de ku bi berxwedêriya zindanê ya 14’ê Tîrmehê re mohra xwe li têkoşîna me xistin, hemû hevrêyên dan ser şopa wan û şehîd bûn, hemû şehîdên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya wan a têkoşînê bi ser bixînin. Hevrêyên me di zindanan de ji ber nexweşiyên wan nayên dermankirin, şehîd dikevin. Em careke din di şexsê hevrêyê xwe Bişar Yazici de ku ji ber li zindana Wanê nehat dermankirin şehîd bû, hevrêyên xwe yên di têkoşîna şoreşê de şehîd bûne bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbata heval Bişar û hemû gelê kurd re dixwazin. Li ser vê bingehê em hezkirin û hurmeta xwe ji hemû hevrê û malbatên şehîdan re bi taybetî jî Rêber Apo ku yekpare û afrînerê hemû nirxên me û wateya heqîqetê ye û rastiya îfadekirina hebûna kurd bi jiyanê ve gire dide, tînin ziman.
Dema em li berxwedana 14’ê Tîrmehê dinêrin, em dikarin hebûna du xetên cuda bibînin. Ev her du xetên cuda û rastî çi ne? Ev rastî heta roja me ya îro jî bi awayekî din berdewam dike. Weke berê îro jî dewleta tirk a faşîst ji ber têkoşîna hebûna kurdan gelekî aciz e. Dewleta tirk a faşîst ji bo hebûna xwe biparêze difikire ku divê pêşî kurdan tune bike. Yanî têkoşîn û hebûna gelê kurd tê wateya serhildan û berxwedana li hemberî dewletê. 41 sal berê tiştên ku layiqê kurdan didîtin ev bû, ji nedîtî ve hatin, ji kurdbûna xwe ango divê ji hebûna xwe berde. Dewleta tirk a faşîst ku bi van ferzkirinan polîtîkaya tirkkirinê dimeşîne, bi her cure tundî, îşkence û zextên li derveyî mirovahiyê hewl dide vê yekê pêk bîne. Li hemberî vê yekê xeta berxwedanê ya pir mezin rê li jiyaneke bi wate vekiriye.
Îxaneta ku bi înkarkirina hebûna xwe teslîmiyetê dijî, bi van her du xetên ku bi hev re nakok in ji hev vediqete. Di civaka kurd de gotunek heye, dibêjin; ‘Kurmê darê ne ji darê be, dar narize.’ Baş tê zanîn ku dewleta tirk a li dijî kurdan e, bi salan e hewl dide kurdan bike dijminê hev. Kesayetên ji bawerî û hebûna xwe dûr û lawaz bi destê dijmin hatine xistin. Rastiya her zilm û koletiya dijmin ferz dike qebûlkirin, serî tewandin û ji bo zikê xwe têr bike hemû karê qirêjî kirin, birayên xwe qetilkirin, ji bo 3 quruşan nefes girtin tê çi wateyê tê zanîn. Dema ku dijminatiyeke bi vî rengî ya vekirî li hemberî kurdan hebe û ji nedîtî ve bên wê demê tê wateya ev bêwijdaniya herî mezin e, ev yek nîşaneya bêmiroviyê ye.
Mînaka vê ya herî zelal îro di PDK’ê de tê jiyîn; Dema ku Rêber Apo tevî her cure zext û êrîşan di nava berxwedaneke mezin de ye, hemû nirx û exlaqê kurdan diparêze, li aliyê din jî PDK xeta îxanetê bi pêşkeşkirina van hemû nirxan ji dijminên xwe yên kurd re diyar dike. Polîtîkaya înkarê ya Tirkiyeyê jî pirsgirêkên navxweyî diyar dike, pirsgirêka kurd, qetilkirina jinan, aborî û perwerde pirsgirêkên bingehîn in. Kûrbûna polîtîkayên nîjadperest û faşîst ên bi hevkariya hikûmeta AKP-MHP’ê, di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd, jin, derdorên demokratîk û tevahî civakê tê meşandin. Pêkanînên wekî astengkirina azadiya ramanê, tunehesibandina îradeyê û înkar, polîtîkayên tecrîdkirina civakê ye. Di vê rewşê de Tirkiye veguheriye girtîgeheke servekirî. Îro siyaseta înkar û îmhayê ne tenê li ser Rêber Apo û kurdan tê meşandin. Di roja îro de hemû civak di hedefa hevkariya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de ye. Her dengê ku li dijî wî derdikeve bêdeng dike û diavêje zindanê. Îro zindan bi rewşenbîrên civakê dagirtî ne. Gotina ‘Yê ku xwe nêzî kurdan bike wê bişewite’ bi vî rengî tê bersivandin. Ji bo jiyanê du vebijark hene; yek têkoşîna li dijî faşîzmê ye û ya din jî teslîmiyet e. Parastin û têkoşîna heqîqetê di çavê wan de sûc e, dijberiya dewletê ye. Ji xeynî gelê kurd kesên li hemberî van neheqiyan li ber xwe didin û têdikoşin pir kêm in.
Polîtîkaya dewletê ya qirkirinê ya li hemberî kurdan nayê guherandin e, polîtîkaya wê ya înkarê hemû civakê digire nava xwe. Têkoşîna kurdan îro hemû polîtîkayên dewletê pûç dike. Li ser vê yekê îro berjewendiyên hevpar û bazirganî tên kirin. Bi êrîşkirina nirxên ku di encama berdelên mezin û têkoşînên mezin de hatine bidestxistin hebûna kurdan hedef digire. Me di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ev yek dît; kurdan derbeya herî mezin a hilbijartinê li AKP’ê xistin, di sindoqan de têk birin. Ev helwest pir bi nirx û watedar bû. Mîna ku tola xwe ji kurdan bigire, ji her demê zêdetir dest bi avêtina gavan kir ku polîtîkaya xwe ya qirkirinê mezintir bike. Bi girtinên li bakurê Kurdistanê, bi bomberdûmana li dijî gelê Rojava û Şengalê, bi qetilkirina gelê berxwedêr û gelê me yên li başûrê Kurdistan û Mexmûrê, bi valakirina herêmê, bi bikaranîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê re polîtîkaya xwe ya şer didomîne. Dewleta tirk baş dizane ku ev polîtîkayên şer-qirkirinê ku bi salan e dimeşîne, wê encam nede. Bi vê yekê re wê nikaribê têkoşîna hebûnê ya kurd tune bike. Çanda berxwedanê ya bi berxwedana 14’ê Tîrmehê hatiye afirandin heye. Di nav damarên civakê de bi cih bûye. Îro li hemû qadên ku kevneşopiya me ya berxwedana zindanan lê tê nîşandan şerekî giran diqewime. Divê em vê baş bibînin û derxin zanebûnê. Em dîsa di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de salvegera şoreşa ku di pêşengiya jinên Rojava de pêş ket pîroz dikin. Tevî her cure êrîşan jî, mîrateya şoreşê ya ku gelên Rojava bi salan e îdiaya mezinkirina şoreşê dikin, îro ji bo jinên cihanê û civakê ronahiya hêviyê ye. Ev bi saya xeta azadiya jinê ya Rêber Apo ye. Rêber Apo ku parêzvanê hemû nirxên civakê ye, bi rastiya ku afirandiye careke din baweriya şoreşê da hemû cihanê bi taybet Rojava. Polîtîkayên bingehîn ên dewleta tirk îro li girtîgehan çi ne? Polîtîkayên dijmin rasterast nêzîkatiya li kesayeta Rêbertiya me ye. Di encamê de tê xwestin ku îradeya hevrêyên berxwedêr ên li hemû zindanan teslîm bigirin. Ev nêzîkatî di hemû zindanan de têne dîtin. Weke ku ji cezayên dîsîplînê yên destpêkê jî tê fêmkirin, tê xwestin ku bi kûrkirina tecrîdê encam bê girtin. Lê berxwedana li dijî wê van polîtîkayan bêbandor dike. Em vê rastiyê bi berxwedanên ku pêş dikevin pir zelal dibînin. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku polîtîkayên tecrîdê hîn girantir dibin. Dijmin ji her demê zêdetir êrîşên xwe ya li ser zindanan zêde kiriye. Di encamê de rewşên tecrîd, bêdengkirin, şikandina îrade û qutkirina têkiliyan bi derve re rû didin. Li hemberî van polîtîkayan Rêber Apo û hevrêyên me yên li zindanê berxwedaneke mezin nîşan didin. Em dibînin ku dijmin polîtîkayên ku di sala 1980’î de li zindana Amedê nekarî bi ser bixe, îro hewl dide li tevahî zindanan belav bike û pêk bîne.
Di vê wateyê de girîng e ku em balê bikşînin ser zextên li dijî girtiyên siyasî yên jin. Hevrêyên me yên jin li girtîgehan li dijî zextên giran ên neteweperest û zayendperest li ber xwe didin. Şêweya herî giran, gemar û qirêj a serdestiya mêr di bin navê dîsîplînê de li ser hevrêyên jin tê ferzkirin. Bêguman faşîzma tirk a ku bi şêwazê mêr hewl dide jin disîplîne bike, wê bi ser nekeve. Dewleta tirk îro ji niha ve bûye zindana hemû jinan, lê ev bi awayekî herî giran li dijî hevrêyên me yên jin ên girtî tê pêk anîn. Her pêkanînên li girtîgehê tundiya li ser jinê ye. Di bin navê zext, tecrîd, ceza, dîsîplînê de ferzkirinek e. Heta ku ev tundî ji holê neyê rakirin, têkoşîna li dijî tundiyê ya li derve zehmet e ku bi encam bibe. Ji ber vê yekê her kesê ku dixwaze li dijî tundiya li ser jinê têbikoşe, divê li dijî êrîş û zextên li ser girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehê li ber xwe bide û guhertina vê sîstemê bike armanc. Dîsa hevrêyên me yên jin ên ku cezayê wan qediyane nayên berdan, dîl tên girtin û rastî tundiyê tên. Di wateyekê de tê xwestin ku fikra jina azad were desteserkirin, dîlgirtina wê heta bi heta bibe, fikra jina azad ji aliyê desthilatdariyê mêr ve were çewisandin. Bêguman berxwedana hevrêyên me yên jin li hemberî van şêweyan xurt e. Ji ber ku li hember wê hesasiyet û hişyariyeke bilind heye. Berxwedana li ser xeta PKK û PAJK’ê ya ku li her qadê esas tê girtin û israra jiyana azad û biryardariya jiyana azad a bi pêşengiya Rêbertî re wê teqez bi ser bikeve.
‘Dixwazin înfazê bi derûnî pêk bînin, ne bi fizîkî’
Tê diyarkirin ku li zindanê bi navên “bernameya başkirinê”, “lijneya çavdêriyê” sepanên nû hene, ev pergal çawa tê birêvebirin?
Dijmin bi navekî nû plana xwe ya hilweşînê pêk tîne, xetek a derbasbûnê ye. Ev jî asteke din a qirkirinê ye. Em vê yekê dişibînin Plana Îslahata Şarq û dadgehên Şerqê. Dixwazin bi vî awayî ceza bikin. Dixwazin înfazê bi derûnî pêk bînin, ne bi fizîkî. Bernameya sererastkirinê bi serê xwe nîşaneya polîtîkaya danhezmkirinê ye. Mirovan ji azadiya ramanê bêpar dihêlin, weke sûcdar û xerab nîşan didin û di bin navê ‘başkirinê’ de hewl tê dayîn ku bêbîr bên hiştin. Tevî vê hewl tê dayîn pîvanên nirx û exlaqî yên civakê bên xistin û kûrkirina qirkirinê pêk bînin. Li hemberî vê yekê Rêber Apo û hevrêyên me yên di zindanê de têkoşîneke cidî ya îradeyê nîşan didin. Bi navê ‘lijneya çavdêriyê’ di rastiyê de heyeta dadgehê ye ku bi înîsiyatîfa bêsînor hatiye avakirin. Bi pêkanînên kêfî yên li zindanan dixwazin hevrêyên me ji nasnameya wan a berxwedanê dûr bixin û teslîm bigirin. Dema ku ‘Lijneya Çavdêriyê’ û kiryarên wan nayên qebûlkirin, cezayên dîsîplînê û birina girtîgehên tîpa nû yên ku hatine vekirin, bûne wesîleya tehdîdê. Tîpên S di rewşa wê ya dawîn de tabûtê temsîl dikin. Girtiyên siyasî yên ku ji ber vê yekê di girtîgehê de ne û ji hemû rastiya civakî hatine qutkirin, zêdetir rastî zextan tên û ji mêtîngeriyê wêdetir di bin pergala zext û tecrîdê ya girankirî de ne. Di cewher de bi Tîpa S re hewl tê dayîn hilweşîna zîhnî pêk bînin. Her polîtîkaya ku dijmin di zindanan de bi giştî dide meşandin ji tecrîda li ser Rêber Apo ne dûr e. Ev rewş têgihiştineke baş dixwaze. Tecrîda ku li Îmraliyê kûr dibe, tecrîda li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye.
’Divê gelê kurd zûtirîn dem de bikevin tevgerê’
Di warê xwedîderketina li berxwedana zindanan de li derve çi dikare were kirin, di vî warî de kêmasî çi ne?
Bi rastî, li derve gelek tişt hene ku bên kirin û diyar e. Em nikarin bibêjin qet nayê kirin, bi qismî be jî tê kirin. Lê belê di warê parastina berxwedana zindanê ya li hemberî zext û êrîşên hatine jiyîn de, dewlemendiya rêbazan, çalakiya têr û bandor, guncav û di cih de qels dimîne. Ji ber ku heta niha xebatên ji bo qebûlkirin û anîna rojevê ya pirsgirêkan nehatine meşandin, kêmasî hene. Divê hemû malbatên me yên girtiyan, malbatên şehîdan û dayikên aştiyê di rojên diyarkirî de bi pêşengiya Dayikên Şemiyê her hefte ji bo balê bikişînin ser mijarekê, bi taybet Rêber Apo li dijî hemû zilm û mêtîngeriyên li dijî mirovahiyê yên di zindanan de tên jiyîn bên cem hev.
Dayikên Şemiyê bi salan e bi hêviyek mezin têdikoşin, ev mînakek hînker e. Ji bo dîtina cenazeyên zarokên xwe û cezakirina sûcdaran bi salan nobetê digirin. Tu kes ji dewlet û hiqûqa tirk a faşîst bawer nake. Tevî hemû astengî û zextan jî Dayikên Şemiyê dizanin ku ji bo ronîkirina vê heqîqetê bi berxwedana xwe têkoşîn pêwîst e û bi vê hişmendiyê li ber xwe didin. Dibe ku malbatê girtiyên me jî bikevin lêgerînek wiha, dikarin bikin, çima nebe! Divê malbatên me yên girtî û gelê kurd xwedî li Rêberê xwe û hemû zarokên xwe derkevin. Divê em ji dijmin re nehêlin. Her roj cenaze ji zindanan derdikevin; hevrêyên me yên nexweş, pîr bê derman tên kuştin. Dayik û bavên me ji ber nexweşî û temenê xwe têra xwe zehmetî dijîn, bi şewitandina înfazê û bi derengî berdana wan terkî mirinê têne kirin. Divê em ji vê re bêjin êdî bes e! Divê xwedîderketineke rast pêk were! Ger em bêjin ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, wê demê divê em pêdiviyên vê yên pratîkî pêk bînin û Rêber Apo û hemû zarok û hevrêyên xwe yên kurd biparêzin. Yên ku vê têkoşînê bikin em in, em nikarin ji kesî hêvî bikin an jî li bendê bin ku bi xwe pêk bê. Di warê hiqûqî de jî pirsgirêkên pir cidî hene. Di kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin, di parêzer û çapemeniyê de kêmasiyên cidî hene. Lê belê gelek tişt hene ku bên kirin, di vê wateyê de divê li hemberî tecrîda sîstematîk û pêkanînên keyfî berpirsyarî bên bicihanîn.
Bang û daxwaza me ew e ku divê gelê kurd, jin, ciwan û rewşenbîrên kurd, yên bi îradeya gel hatine hilbijartin, partiyên siyasî û parêzer di zûtirîn dem de bikevin tevgerê. Ev berpirsyariyeke însanî, wijdanî û exlaqî ye. Li ser vê bingehê divê em hemû xwe ji bo pêvajoyeke berxwedanê ya nû û xurtir amade bikin.