Rewşa welatên ereban ne baş e. Alozî ji dewletekê derbasî ya din dibe. Careke din em vegeriyan aloziya dewleta Qeterê. Bihara ereban tu guhertinên rastîn di deh salên dawîn de bi xwe re neanîn. Gelo çareserî çi ye? Rê çi ye heta ku li hember van zehmetiyan bê sekinandin?
Li gel van aloziyên cuda yên dewletên ereban û li gel aloziyên cihanî ku bandorê li seranserî cihanê dike, ronakbîrên ereb dîsa dest pê kir ku li rêya xelasiyê bigerin. Nîqaş di navbera komên ereban de di her dewletekê de hene. Yan jî bi rêya dezgehên çapemeniyê, weşandina gotaran di rojnameyan de yan jî lidarxistina hin panel û komxebatên şêwirê.
Gelo analîzvan, tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa dinirxînin? Gelo pergala federal dê bibe çareseriya pirsgêkên li van dewletên alozî lê heye?
Koordînatora giştî ya Kongreya Daîmî ya Federaliyê endazyarê lubnanî Reşe Îtanî li ser mijarê got: “Li herêma Rojhilata Navîn guhertinên bingehîn çêdibin. Pergalên di serdemên borî de çi yên dîktator an jî totalîter an jî teokratîk, têkçûna xwe îspat kir.”
Reşe Îtanî wiha domand: “Gel û pêkhateyên dewletên herêmê, li demokrasiyê. Demokrasiya pirreng ne çareserî ye. Divê di destûran de, bi rêya pergalên ku li gorî vê pirrengiyê ne, taybetmendiyên komên dîrokî û çandî, di ber çavan re bên derbaskirin. Mîna Iraqê, di aliyê destûrê de veguherî pergala federaliyê. Lê di pratîkê de tenê li Herêma Kurdistanê pêk hat ku di pêşketinê de ye û dê bigihêje tevahî parêzgehan. Dewletên din jî, li ser şopa wê ne ji ber ku ev pergala federal, pirrengiya li welêt diparêze.”
Têkildarî Lubnanê, Reşe wiha anî ziman: “Piştî xwendina dîrokî ya reftariya taîfeyan, ez behsa tenê taîfeyekê nakim, em digihêjin wê encamê ku dewletên pirreng li gel pergaleke navendî ne pêkan e ku bi serkeftî werin birêvebirin. Nexasim ku di zêdetirî 100 salan de, têkçûna xwe îsbat kir.”
Reşe ev li gotinên xwe zêde kir: “Di nîqaşên me li gel hêzên siyasî de, piraniya wan federalî bi erênî nirxand. Lê hin hêz hene ji vê pergala bi tirs in. Yan ji pergala heyî sûdê digirin û naxwazin ew biguhere yan jî ji guhertinekê ditirisn ku li gorî berjewendiya hêza ku niha xurt e, ev ne mentiqî ye.”
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê Ebduselam Mihemed têkildarî mijarê got: “Dewletên di şerê cihanê yê yekemîn de bi ser ketin, dewlet li ser bermahiyên dewleta Osmanî, li gorî Peymana Sykes-Picot û Lozanê ava kirin û pirrengiya neteweyî, olî û mezhebî li dewletên nûavabûyî paşguh kirin û nexşe xêz kirin.”
Mihemed wiha berdewam kir: “Netewedewletên navendîparêz ava kirin mîna li Iraqê, Sûriye, Tirkiye û Îranê. Hikûmetên wan dewletan siyaseta çewisandin û piştaftinê meşand. Kêmneteweyên li wir paşguh kirin bi rêya kontrolkirina berhemên welêt, înkarkirina mafên netewî yên herî basît. Van dewletan, nekarîn dewleta hemwelatîbûnê ava bikin ku mafên tevahî pêkhateyên wê wekhev e. Ji ber wê tevlihevî, neîstiqrar û şerên domdar afirandin ku li gelek dewletên Rojhilata Navîn aloziyên neteweyî û mezhebî hene.”
Mihemed wiha pê de çû: “Bê guman, pergalên nenavendî yên ku rêveberiya wê berfireh in, ji pergalên herî serkeftî ne. Gelek dewletên ku ev pergal lê heye, hene. Li wan dewletan, tu alozî rû nedan mîna li pergalên navendî rû dane.”
Mihemed her wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwedî pirrengiya neteweyî û olî ye. Modelek e ku dikare li her derê pêk were. Jiyana hevbeş û hevpeymana civakî bingeha wê ne ku nasnameyên şaxî nas dike, rêzê ji tevahî pêkhateyên civaka herêmê re digire.”
Mihemed di dawiyê de wiha anî ziman: “Yên pergala nenavendî û belavkirina erk û maf di navbera navend û herêman de û parvekirina adil a berhemên welêt red dikin, bingeha ev helwesta wan proje û ideolojiya netewperest e ku mafên aliyên din înkar dike. Pirrengiya civakî red dike bi hêceta ku li ditirse ku welat parçe bibe. Ev hêcet dûrî rewşa dewletên xwedî pergala nenavendî ne û yên serkeftî ne. Lê belê ew di bin siya pergalên dîktator ên zordest de dijîn.”