Êrîşên Tirkiyeyê ku di 17’ê nîsana 2022’yan de bi piştgiriya PDK’ê li heêrmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dan destpêkirin, didomin. Di van êrîşan de li gel êrîşên bi çekên kîmyewî, li gelek deveran pevçûn bênavber didomin û di vê çaçroveyê de ji 7’ê tîrmeha 2023’yan ve liv û tevgera li sînor zêde bûye. Li navçeya Çelê ya Colemêrgê liv û tevgera leşkerî didome û li Gever, Şemzînan û Rûbarokê jî her roj leşker û amûrên leşkerî ber bi sînor vê tên şandin.
Rojnamevan Necmettîn Salan ku li Herêma Kurdistana Federe dimîne, diyar kir ku operasyonên derveyî sînor bi destê PDK’ê bi awayekî sîstematîk didomin û PDK di dîrokê de tim li dijî kurdan bûye.
Salaz anî ziman ku tevkariya PDK’ê ya li dijî kurdan li bara kurdan bûye cihê bertekên mezin û got: “PDK, tu carî nêzî azadiya kurdan nabe. Pratîk û gotinên aktorên siyasî mirovan matmamayî dihêlin. Gelek pergalên wekî PDK’ê hene. Yek jê jî wiha nake. Mesela, tevgerên wekî Goran, Yekîtî, komunîst û sosyalîst têdikoşin û keda wan heye. Lê em ji be rhin sedeman PDK’ê daneynin kêleka wan. Îro PDK tim ji aliyê kurdan ve tê rexnekirin. Ger hûn li dîroka PDK’ê mêze bikin, tim tevakariya wê bi nokerên Kurdistanê re heye. Îro jî deverên kontrolkirinê yên leşkerî yên PDK’ê di destê Tirkiyeyê de ne. Li qereqolan alaya Heêrma Kurdistana Federe daliqandî ye, lê leşkerên tirk di hundirê wan d ene. Di operasyonên Tirkiyeyê de yên li dijî gerîlayan, PDK jî di nava vî şerî de ye û alîgir e. Hewlê ji îstixbarata tirk xalî nabe. Li vir pîstên helîkopteran hene û balafirên şer ên tirk kengî bixwazin qadên gerîlayan bombebaran dikin. PDK dibêje qey van tiştan veşarî dike, lê her kes pê dizane.”
Polîtîkaya qirkirina kurdan
Salaz diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi tena serê xwe nikaribûye encamekê ji operasyonan bigire û ji ber vê PDK’ê jî daxilî nav kiriye û got: “Desthilata AKP-MHP’ê fêm kir ku dê nikaribe bi tena serê xwe têkoşîna azadiyê ya kurdan xelas bike. Tew desthilata AKP-MHP’ê, li qadên gerîlayan çekên kîmyewî jî bi kar anîn. Hemû çekên teknolojîk bi kar anîn, lê nikaribûn PKK’ê qels bikin. Gava polîtîkaya qirkirina kurdan a desthilata AKP-MHP’ê bi kêr nehat, rabû hem li hundir hem jî li derve li çareyan geriya. Ji bo vê jî bi PDK’ê re tevkarî kir. Armanca wan hem qelskirina têkoşîna azadiyê ye hem jî bikin ku PKK û PDK bi hev bikevin. PDK, pergaleke li gor vê polîtîkayê bû û ev yek qbeûl kir. Sedemeke girîng a vê yekê heye, ew jî beşeke Kurdistanê yan jî tevahiya wê têkeve destê eşîreta Barzaniyan. Lewma çi qas dewlet û pergalên dijminatiya kurdan dikin hebin, PDK amade ye bi wan re tevkariyê bike.”
Polîtîkayên berjewendiyî
Salaz di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku tevahiya polîtîkaya PDK’ê li ser esasên berjewendiyane û got: “Her diçe hemû kurd jî bi zelalî vê yekê fêm dikin. Ji wan tirê kurd bi vê alîkariya veşarî nizanin. Îro gelê kurd baş dizane ku armanca PDK xwe dispêre çi. PDK di hilbijartinên dawî de ji sedî 35’ê rayan wergirt. Hejmara hilbijêrên ku neçûn ser sindoqan ji sedî 65 e. Yanî li herêmên di destê PDK’ê de ji sedî 65’ê gel PDK’ê rast nabîne û naçe ser sindoqan.”
Salaz di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku heya PDK bi hêzên modernîteya kapîtalîst re hereket bike dê yekîtiya netewyeî ya kurdan pêk neyê û got ku lewma divê xebatên yekîtiya neteweyî bêyî ku PDK daxilî nava wan bê kirin bên domandin. Salaz destnîşan kir ku hemû derdor ji bo yekitiya neteweyî çi ji destê wan tê dikin, lê PDK daxilî wan nabe û got: “Lewma divê ev xebat bêyî PDK’ê bên kirin.”