Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin gel hev

Tevî astengiyên polîsan jî Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de meşiyan Qada Galatasarayê. Polîsan ji bo astengkirina çalakiyê rojnamegerek û 15 kes binçav kirin. 

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta keseên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 955’an de jî çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî li Qada Galatasarayê dom kir. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Celal Firat, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Stenbolê Ahmet Şik û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn tev li çalakiyê bûn.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li Qada Galatasarayê biryar a “binpêkirinê” dabû lê tevî vê yekê jî hemû kolanên ber bi Cadeya Îstîklalê ve diçin bi bariyerên polîsan hatin girtin. Gelek kolanên ber bi Cadeya Îstîklalê ve diçûn ji hêla polîsan û bi wesayîtên binçavkirinê hatin dorpêçkirin. Lê tevî hemû astengiyan jî girseya li Cadeya Merutiyetê hate ba hev, di dest de qurnefîl ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan.
Girseya ku li Cadeya Meşrutiyetê dest bi meşê kirî, ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Tevî biryara AYM’ê jî, polîsan biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê weke hincet nîşan dan û gotin ku dê destûrê nedin daxuyanî were dayîn.  Welatiyên jî biryara AYM’ê bi bîr xistin û gotin ku divê rê li ber wan neyê girtin. Tevî biryara AYM’ê jî polîsan bersiva “Em li gorî qanûnan tevdigerin.” Dema ku polîsan girse dorpêç kirî, endamê komîsyona LGBTÎ+ ya ÎHD’ê Cuneyt Yilmaz dorpêça polîsan derbas kir û ber bi qada Galatasarayê ve baz da. Yilmaz ji hêla polîsan ve hate derbkirin, kelemçekirin û hate binçavkirin. Di heman demê de polîsan nehiştin rojnameger nûçeyê bişopînin û bi lêdanê rojnameger ji qadê dûr xistin. Polîsan, nûçegihana PÎRHA’yê Dîlan Şîmşek jî hate derbkirin, li erdê hate kaşkirin û binçavkirin.
Dayikên Şemiyê û parastvanên mafan hewl dan di nava dorpêçê de daxuyaniyê bidin. Di vê navberê de ji hêla polîsan ve ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne:  “Hanîfe Yildiz, Îrfan Bîlgîn, Mîkaîl Kirbayir, BesnaTosun, Alî Tosun, Hasan Karakoç, Gulseren Yolerî, Îsmaîl Yucel, Davut Arslan, Cîhan Kaplan, Cuneyt Yilmaz, Masîde Ocak, Leman Yurtsever, Hatîce Onaran û Dîlan Şîmşek.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar