Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin

Rojnamegerên ku piştî 13 mehan ji girtîgehê hatin berdan gotin: "Ji cihê ku em lê mane em ê berdewam bikin. Nikarin dengê me kim bikin."

Rojnamegerên di çarçovaya lêpirsîneke li Amedê hatiye destpêkirin de di 16’ê hezîrana 2022’yan de hatine girtin piştî 400 rojan, di 12’ê tîrmehê danişîna yekem de hatin berdan. Rojnamegerên ku piştî 13 mehan girtî man û hatin berdan zextên li dijî çapemeniya azad, sûcdarkirina xebatên xwe yên rojnamegeriyê nirxandin û pêvajoya binçavkirna nirxandin.

Rojnameger Lezgîn Akdenîz destnîşan kir ku Çapemeniya Azad di têkoşîna xwe ya dîrokê de tim bi zextan re rû bi rû maye û li lijî vê yekê jî bedelên mezin daye. Akdenîz anî ziman ku rojnamegerên kurd ji van bedelan ku hatine dayîn her tim hêz girtin, xebatên xwe mezintir kirin û got: “Armanca vê operasyonê ji holê rakirina Çapemeniya Azad, tesfiyekirin û krîmînalîzekirina xebatên wê bû. Dîsa yek armancên wan jî tepisandina bandora rojnamegeran bû.”
Akdenîz da zanîn ku operasyon piştî salekê pûç bûye û got: “Em salekê di girtîgehê de man. Dema ku em derketin me got ku ’em li ku mane’. Ji cihê ku em lê mane em ê berdewam bikin. Em ê xebatên xwe nîvcoyî nehêlin. Em ê zêdetir bixebitin.”
Rojnamegerên jin hedef tên girtin
Rojnameger û wênesaz Neşe Toprak anî ziman ku ew ji ber kurdbûna xwe hatine girtin. Toprak da zanîn ku ew fikra azad diparêzin û got: “Nexwestin dengê kurdan were bihîstin. Ji ber wê xwestin rojnamegeriya di navbera gel û jiyanê de wekî pirekê ye, xera bikin. Ji ber vê yekê me hemûyan girtin.”
Toprak diyar kir ku dixwazin dengê rojnamegeran kêm bikin û diyar kir ku ji ber wan heqîqetê derxistiye holê, hedef hatine girtin û got: “Jin naxwazin pêşketinên di nava civakê de veşartî bimînin û tim ji bo ku pêşketinên di nava civakê de derkevin holê dixebitin. Ji ber vê yeke jinan kirin binçavan. Di îdianameyan de tenê nûçeyên me hebûn. Nûçeyên min li ser hûnerê çêkiribûn kirin mijara sûcdarkirinê. Huner ji bo civakê girîng e. Xwestin dengê me  kin bikin. Em ê vê têkoşînê heya dawiyê bidomînin. Nikarin dengê me kin bikin.”
Xebat berdewam kirin
Remziye Temel jî da zanîn ku doza li wan hatiye vekirin bi helwesteke siyasî hatiye vekirin û girtina demdirêj jî encama vekê bû û got: “Mixabin em jî rastî vê darbeyê hatin. Ev pêvajo pêvajoyeke bi zehmet û cûda bû. Kêmbûn û zêdebûnên vê pêvajoyê çêbûn. Kêmbûna wê em ji xebatên xwe, ji heval û hogirên xwe dûr ketin. Zêdebûna wê jî hevalên me xebatên xwe gelek baş berdewam kirin. Xebatên me bi tu awayî nîvcoyî neman.”
Temel da zanîn ku Çapemeniya Azad bi zextan nayê bêdengkirin û got: “Ji cihê ku em lê mane, em ê berdewam bikin. Hevalên me hê di hundir de hene, em ê mil bidin hev û di di demeke herî kin de, azadiya wan pêk bînin.”
Encam nagirin
Rojnameger Abdurrahman Oncu jî destnîşan kir ku ew bi awayeke bêhiqûqî hatine girtin û got ku operasyon ji bo ku tirsê di nava civakê de belav bikin pêk anîne. Oncu bilêv kir ku xebatên wan yên pîşeyî kirine mijara sûcdariyê û bi bîr xist ku ew ê xebatên xwe bidomînin. Oncu got: “Tu desthilat rexneyê qebûl nakin’ û di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê rojnamegeriya çepgir a Çapemeniya Azad bidomînin û anî ziman ku dê zext encam negirin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar