Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
“Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojava pêngaveke dîrokî hat avêtin û Şoreşa Rojava ku yek ji pêşketinên herî girîng a dîrokê ye, pêk hat. 11 sal li ser vê geşedana dîrokî derbas bûn. 11 sal in Şoreşa Rojava êrîşkariya qirker, mêtinger, paşverû û faşîst têk dibe; hîna jî hêviya jiyana wekhevî, azad û demokratîk a gelê Kurdistanê û gelên Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Em Şoreşa Rojava pîroz dikin ku 11 sal li dijî her cûre êrîşkariyan li ber xwe dide û wan êrîşan pûç dike. Em vê geşedana dîrokî silav dikin. Em vê şoreşa mezin li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurdistanê, jinan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin. Di şexsê şehîdên vê şoreşa mezin de, em hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û soza ku me daye şehîdan, dubare dikin. Şoreşa Rojava mîrateya hevpar a gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, jinan, gelên cîhanê yên bindest û her kesê ku têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê dide ye. Parçeyekî têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê ye û pêngaveke mezin e ku li ser vî bingehî hatiye avêtin.
Şoreşa Rojava di encama têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de pêk hatiye. Ev şoreş destpêkê bi saya xebat û keda Rêber Apo ya bi dehan salan, pêk hatiye. Rêber Apo bi xebatên xwe bingehê fikrî û rêxistinî ya vê şoreşê avêtiye. Şoreşa Rojava li ser bingehê fikir, paradîgma û xebatên Rêber Apo pêş ketiye. Em Şoreşa Rojava li Rêber Apo pîroz dikin û spasiya wî dikin ku geşedaneke wisa dîrokî pêk aniye.
Ji bo pêşketin û parastina Şoreşa Rojava tevlêkariyeke girîng a têkoşîn û piştevaniya enternasyonal çêbûye. Dema Şoreşa Rojava tê gotin teqez yek ji astên bingehên ku divê were zanîn, têkoşîna enternasyonal e. Ji her çar aliyên cîhanê gelek şoreşger bi hestên enternasyonal hatin Rojava û bi dehan şehîd dan. Em di salvegera 11’emîn a şoreşê de şehîdên enternasyonal bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ev têkoşîn û fedakariyek pir bi wate ye ku nirxê wê nayê pîvan. Ev têkoşîn û fedakarî, îro jî dewam dike. Li her dera cîhanê ciwan, jin, gel û kesên têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê didin, piştgiriyê didin Şoreşa Rojava. Em her kesê ku di nava piştevaniya enternasyonal û têkoşîna Şoreşa Rojava de cih girtine, pîroz dikin û silav û rêzdariyên xwe diyar dikin.
Şoreşa Rojava; xwe dispêre berhamiyên têkoşîna wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê ya dîroka mirovahiyê û ders ji şoreşên beriya xwe derxistiye û wisa pêk hatiye. Rêber Apo, pêşketina dîrokî ya mirovahiyê ji nû ve dest girt û ferqa di navbera sîstema dewletê ya mêtinger û sîstema civakî ya li ser esasê jiyana wekhevî, azadî û demokratîk daniye holê. Rêber Apo paradîgmayek nû danî holê ku şoreş li ser bingehê azadiyê pêş bikevin. Şoreşên berê ji ber ku serî li rêbazên amûrên sîstema dewletparêz didan, negihiştin encamên ku dixwestin û ji aliyê sîstema dewletparêz ve hatin daqurtin. Rêber Apo têgihiştna sosyalîzmê ya ji dervey dewletê, li ser bingehê fikrî û rêxistinê pêş xist. Tişta ku Şoreşa Rojava cuda kir, têhiştina sosyalîzmê ye ku Rêber Apo ew têgihiştin ji dervey dewletê pêş xist. Şoreşa Rojava li ser esasê vê têgihiştinê pêş ketiye û gelek gavên girîng hatin avêtin. Ev yek ji aliyê têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê ve pêşketinek gelek girîng e.
Şoreşa Rojava bi nêzîkatiyek pir bi heq, weke şoreşa jinê tê dîtin û tê anîna ziman. Yek ji taybetmendiyên herî girîng a Şoreşa Rojava ew e ku xwe dispêre têgihiştina azadîxwaziya jinê. Ev yek taybetmendiya bingehîn e ku Şoreşa Rojava ji şoreşên din cuda dike. Ev di heman demê de tê wateya hêzeke gelekî mezin. Ji ber ku endamê bingehîn ê jiyana civakî, jin e. Di vî warî de dema Şoreşa Rojava tê gotin, rastiya bingehîn a were fêmkirin ew e ku li dijî zihniyeta mêrserwer e û xwe dispêre azadiya jinê. Ji xwe rolê diyarker a jinê û pêşengiya jinê di avabûna Şoreşa Rojava de heye. Ji ber vê taybetmendiya xwe Şoreşa Rojava bala jinên Rojhilata Navîn û jinên hemû cîhanê û hemû kesên di lêgerîna azadiyê de dikêşe. Şoreşa Rojava weke hêviyê tê dîtin.
Şoreşa Rojava ku xwe dispêre têgihiştina xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk, ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bûye modêla herî rast. Li Rojhilata Navîn pirsgirêk çavkaniya xwe ji zihniyet û sîstema netew-dewletê digirin. Dewlet-neteweyên li Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser esasê berjewendiyên sîstema modernîteya kapîtalîst û ji aliyê hêzên sîstemê ve hatine pêşxistin. Bi bî rengî Rojhilata Navîn li ser esasê berjewendiyên modernîteya kapîtalîst û hêzên emperyalîst hate dîzaynkirin, gel û erdnîgariya dîrokî hatiye parçekirin. Yek ji gelên ku herî zêde ji vê yekê zirar dîtine, bê guman gelê Kurd e. Kurdistan di nava netew-dewletan de li 4 parçeyan hat cudakirin û gelê Kurd xistin nava çembera înkar, îmha û qirkirinê. Armanca têkoşîna ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin, ew e ku gelên Rojhilata Navîn ji pirsgirêkên xwe re çareseriyê bibînin. Bi Şoreşa Rojava re ev fikirên Rêber Apo û nêzîkatiya çareseriyê, zindî bûye. Ev geşedan di heman demê li dijî Peymana Lozanê ku em dikevin sala wê ya 100’emîn de, bûye helwesta herî rast û bi wate. Eger mirov li dijî Peymana Lozanê derbikeve û yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bîne, di heman demê de Şoreşa Rojava diparêze. Li ser vî bingehî divê hemû hêzên welatparêz bi berpirsyariya dîrokî tev bigerin, li dora Şoreşa Rojava kom bibin û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.
Gelê Rojava û hêzên şoreşger çeteyên faşîst ên paşverû yên DAÎŞ’ê têk birin û hemû cîhan ji xeteriyeke mezin rizgar kirin. Bêguman li dijî faşîzma DAÎŞ’ê bi berdêla zêdeyî yanzdeh hezar şehîdan şer kir û ev şer bi ser ket. Lê her çiqas ev rastî ji aliyê her kesî ve tê zanîn jî dewlet bi awayekî adil tevnagerin. Berovajî vê, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku çeteyên DAÎŞ’ê xwedî dike, di serî de li dijî Rojava û gelan komkujî û qirkirinan pêk tîne, ti helwest nayê girtin û ev êrîşkarî tê erêkirin û destekkirin. Di civîna NATO’yê ya li Lîvanyayê de lihevkirin û biryarên ku li dijî Kurdan û Rojava hatin girtin, ev polîtîkayên dewletan ên berjewendîperest û durû bi awayekî zelal derxist holê. Ev biryar û lihevkirin tê wateya xizmetkirina polîtîkayên li ser qirkirina Kurdan û şirîkê qirkirina Kurdane.
Nêzîkatiya bi vî rengî ya li hemberî gelê Kurd û Rojava ku hemû mirovahiyê li hemberî DAÎŞ’ê parast û di vê dozê de bi hezaran şehîd dan, teqez nayê qebûlkirin. Divê dev ji vê helwesta li hemberî gelê Kurd û Rojava bê berdan, piştgirî nede dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê û nebe şirîkê polîtîkayên qirkirina Kurdan. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dewletê bi rê ve dibe; Zihniyeteke wê ya dijberiya kurdan heye û hemû têkiliyên xwe bi hestên dijberiya kurdan ava dike. Lê belê ji ber ku dewleta Tirk bi vî rengî nêzîk dibe, nabe ti hêz û sazî wisa nêz bibe û têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li ser dijminatiya Kurdan ava bike.
Divê dewlet bi taybetî hêzên NATO’yê vê helwesta şaş rast bikin û destekê nedin polîtîkayên dijminatiya gelê Kurd.
Li cîhanê tu kes nîne ku nêzîkatiya dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî gelê Kurd nizanibe. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku dewletê bi rê ve dibe, xwedî karakterekî dij-kurd in. Ji ber vê zîhniyetê dixwaze sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake û Şoreşa Rojava tasfiye bike. Armanca êrîş û meyla dewleta Tirk a li dijî Sûriye û Rojava ya li ser bingeha dagirkerî, mêtîngerî û qirkirinê ev e. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi tasfiyekirina Şoreşa Rojava re dixwaze bê Kurdbûnê li Rojava pêş bixe. Hincetên ku datîne holê rastiyê îfade nake, bi temamî ji bo rewakirina êrîşan tê kirin. Dewleta Tirk li her devera ku desteser kiriye, demografîk diguhere, Kurdan koçber dike û yên din bi cih dike. Ev armanca dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê tê zanîn û ev polîtîka ne tenê li Rojava, li tevahî Kurdistanê tê meşandin. Gelê me vê karakterê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê dizane.
Li dinyayê jî kesek ku vê rastiyê nizanibe tune. Lê hinek kesên xayîn û xwefiroş ku weke xwe Kurd bi nav dikin, li cem dewlet û AKP-MHP’ê radibin û bi wan re têkiliyan çêdikin. Dewleta Tirk û AKP-MHP’ê erka rewakirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê dane van xayîn û hevkaran; Ev xayînên ku ji xwe re dibêjin kurd vê bêrûmetiyê ji bo pere, mal û qezencê dikin. Bi nîqaş û tehrîbatên curbecur hewl tê dayîn ku ev rewş ji raya giştî were veşartin. Ji bo Şoreşa Rojava û tevahiya Kurdistanê xeteriya ku divê weke xala sereke were dîtin û têkoşîn ev e. Bi taybetî jî divê siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên gelê Kurd li ser vê yekê bisekinin, li ser vê yekê xwedî helwest bin û di vê mijarê de gel ronî bikin û hişyar bikin. Ev erkeke welatparêzî ya pir girîng e.
Planên dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê ya ji bo Şoreşa Rojava û sîstema demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê zanîn. Li dijî vê êrîş, dagirkerî û êrîşên qirkirinê, divê di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêzên şoreşger re li ber xwe bidin û van êrîşan bişkînin. Ji bo vê jî divê hemû lêhûrbûna xwe bide berxwedanê, amadekariyên şer ên berfireh bike û xwe bigihîne asteke ku her cure êrîşan bişkîne. Divê gelê Kurdistanê yê welatparêz li her derê bi gelê Rojava re di nava piştevanî û têkoşîneke aktîf de bin. Divê ciwan, jin, gel, hemû beşên şoreşger, sosyalîst, pêşverû û dostên li çar aliyên cîhanê bi Rojava re di nava piştevaniyê de bin, li dijî têkiliyên ku dewlet bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re li dijî gelê Kurd û Rojava ketine nav liv û tevgerê berteknîşan bidin û bikin ku dewlet paşde gav bavêjin. Ger bi vî rengî berxwedan û têkoşîneke topyekûn pêş bikeve, êrîşên li dijî Rojava dikarin vala bên derxistin û xeterî jî ji holê bê rakirin. Em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin û di salvegera 11’emîn a şoreşê de em hemû kesên ku dilê wan bi Şoreşa Rojava re lêdide û bi taybet Rojava û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”