Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Jinan zîhniyeta civakê guhert

Jinan, bal kişandin ser Şoreşa Rojava ya ku bandorê li tevahiya jinên cîhanê kiriye û gotin: "Şoreşa Rojava, bingeha azadiya jin û civakê ava kir. Guherîna zîhniyeta civakê bi şoreşê re pêk hat û jin bûn sembola azadiyê."

Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de bi çirûska yekemîn a li Kobanê hat pêxistin, 11 sal li pey xwe hişt. Şoreşa Rojava ku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêviya azadiyê ye, weke Şoreşa Jinê jî derbasî dîrokê bû. Şoreşa ku li ser esasê Paradîgmaya Jinên Azadîxwaz ên Ekolojîk a Demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, ji hemû cîhanê re nîşan da ku jiyanek nû û azad jî pêkan e.
Derbarê Şoreşa Rojava de jinan nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman û bal kişandin ser rewşa jinan a beriya şoreşê û piştî şoreşê.
Avakirina jiyaneke wekhev û azad
Endama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya di navbera jin û şoreşê û wiha axivî: “Di destpêkê de dema ku em şoreşa rojava dinirxînin em di kesayeta jinê de dinirxînin. Jin berê çawa bû û niha di çi rewşê de ye. Em niha dibînin ku bi taybet piştî Şoreşa Rojava jin ji klasikbûna xwe derketiye û dikare bi rengekî azad jiyana xwe berdewam bike. Piştî Şoreşa Rojava êdî jin ji çarçoveya teng xwe rizgar kir û cihê xwe di hemî qadan de girt. Wek siyasî, leşgerî, aborî û civakî de cih girt. Êdî jin bingeha jiyana wekhev di navbera xwe û mêr de ava kir. Di heman demê de jî xwişk û biratiya gelan jî avakir.”
Bandora şoreşê ya li ser jinên cîhanê
Zeyneb, da zanîn ku bandora Şoreşa Rojava ne tenê li ser jinên li vir, li ser jinên cîhanê jî kir û got: “Şoreşa Rojava bandorê li jinên sûrî kir û bi heman demê jî bandorê li jinên cîhanî jî kir. Di nav şoreşê de jin zihniyeta zilamê desthiladar guherand û pergala rêveberiya jin da avakirin. Şoreşa Rojava bû mînak ji bo jinên cîhanê. Di nava hemû pêkhateyan de yekitiyek ava kir û lewma jî Şoreşa Rojava bingeha azadiya jin û hemû civakê ye. Hewldana jinan a ji bo jiyaneke wekhev û demokratîk bingeha xwe ji Şoreşa Rojava digire. Guherîna zîhniyeta civakê bi Şoreşa Rojava pêk hat. Em bûn sembolên azadiyê û çavkaniya hêzê ji bo tevahî  jinên cîhanê.”
‘Jin li dijî faşîzmê derket’
Endama Komîna Pakrewan Şîlan Kobanî ya Kordinasyona Kongra Star Xedîce Korekcî, derbarê Şoreşa Rojava de jî wiha axivî: “Di destpêkê de Şoreşa Rojava bi peyva azadî dest pêkir ku Gelê Kurd û azadîxwaz li dijî Rejîma Sûrî serî hilda û dest bi serhildanan kirin. Lê dîsa jî ev dewletên faşîst xwestin bi hemî awayî pêşî li van serhildan û şoreşan bigirin. Jin ciheke xwe ya girîng di nava vê şoreşê de girt. Jin her dem û di her qadê de li dijî faşîzmê derket. Pakrewan Arîn Mîrkan di hûndirê Kobanê de û pakrewan Avîsta Xabur jî di hûndirê Efrînê de bûn mînak. Ev yek jî bi xwe re projeya Netewa Demokratîk da avakirin.”
‘Ji projeya netewa demokratîk ditirsin’
Xedîce, destnîşan kir ku Dewleta Tirk ji projeya netewa demokratîk ditirse û êriş dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk ji hêza jin, projeya netewa demokratîk û biratiya gelan ditirse. Lewma her tim jinê hedef digire. Lê jin tucarî serî natewîne û dest ji vê şoreşê bernadê. Azadiya jinê dê bi rêya vê şoreşê wê misoger bibe.”
Beriya şoreşê û piştî şoreşê…
Endama Komîna Pakrewan Gulê Selmo ya Kongra Star Fatme Mihemed jî derbarê bandora Şoreşa Rojava de wiha nêrînê xwe anî ziman: “Beriya Şoreşa Rojava jin tenê di hûndirê mal de, di nava malbat û zihniyeta desthilatdar de jiyana xwe berdewam dikir. Bi taybetî piştî Şoreşa Rojava me naskir ku em hatibûn xapandin. Ji bo ku em hebûn û vîna xwe bidin îsbat kirin bi hezaran jin cihê xwe di qadên siyasî, leşgerî û civakî de girt.”
‘Xeta Gulê Selmo ji xwe re kirin bingeh’
Fatme, da zanîn ku li taxa Şêxmeqsûdê de jin rol û erka xwe bi zelalî aşkera kir û û wiha bi lêv kir: “Jin rola xwe ya di şerê li taxa Şêxmeqsûd de qewimî zelal kir û ev yek jî bi tevlîbûna bi sedan jin û rakirina çekê li kêlek mêr ji bo şerkirina li dijî çeteyan û parastina taxa xwe bû. Bi berxwedan û têkoşîna pakrewan Gulê Selmo bi hezaran jin daketin qadan û daxwaza azadiya xwe bi rêya rakirina çekan anîn ziman. Li ser vê esasê me xeta pekrewan Gulê Selmo ji xwe re kir bingeh û het roja me ya îro her ku em bi pêşve diçin û azadiya xwe misoger dikin.”
‘Xwe û hêza xwe biçûk nebînin’
Fatme wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şoreşa Rojava bandoreke wê ya xurt hebû ku tevahî jin xist nav tevgerê û bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’. Îro mînaka wê li Îranê xuya dike, bi pêşengtiya jinan li dijî faşîzma Îranî serhildanek heye. Bangewaziya min ji bo tevahî jinan heye ku xwe û hêza xwe biçûk nebinin û cihê xwe di tevahî qad û saziyan de bigirin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar