Koordînasyon Komalên Jinên Kurdistan (KJK) bi boneya salvegera 100’emîn îmzekirina Peymana Lozanê daxuyaniyek nivîskî da. KJK’ê da xuyakirin ku wê bi hêzeke li ber hêzên serwer rabibe ku ji bo berjewendiyên xwe Kurd û Kurdistanê tim di pozîsyona fedakirinê de dihêlin û got: “Dev ji sûcên xwe yên li dijî Kurdan berdin, lêbuhurîna xwe ji gelê Kurdistanê bixwazin! Xwestina lêbuhurînê bi awayekê şênber, ew e ku Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn nas bikin.”
Daxuyaniya KJK’ê wiha ye: “Tîrmeha sala 1923’yan li Lozanê ku bajarekê Swîsreyê ye, bi îmzekirina ‘Peymana Lozanê’ re ku Kurdistan pê bû çar parçe, sed sal derbas bûn.
Sed salên ku di ser Peymana Lozanê re derbas bûn, di serî de Kurd, erdnîgariya Rojhilata Navîn parçe bû û gelên wê bûn neyarên hev û din. Di vê pêvajoyê de di heman demê de bipêveçûna civakî ji paş re ma, li şûna wê bavserwerî, zayendperestî, neteweperestî û olperestî empozeyê civakan hatin kirin. Li ser vî asasî, em vê peymana qirkirinê, xwedî û yên rolê wan di vê peymanê de heye, şermezar dikin.
Kurd parastina welatê xwe dikin
Kurd ku bi Peymana Lozanê xistin nav pençika qirkirinê; dabeşkirina welatê xwe qebûl nekir. Dewletên emperyalîst û mêtinkar bi Peymana Lozanê bi danîna sînorên çêkirî nekarî Kurdan ji welatê wan Kurdistanê bike û Kurd jî wek xwe man, gav pi paş ve neavêtin. Kurd sed sal in ku li dijî netewe dewlet ên mêtinkar ku bi sînorên çêkirî li ser maseyê hatine avakirin, parastina welatê xwe dikin, ji bo azadiya xwe têdikoşin û li ber xwe didin.
Kurdan, sed sal in di berxwedana xwe ya ji bo hebûn û azadiya xwe bi sedhezaran şehîd dan. Di şexsê Besê, Zarîfe, Sakîne Cansiz, Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî, Hewrîn Xelef û rêberên berxwedana Kurdan Seyît Riza, Alîşêr, Qadî Mihemed, Qasimlo, Şêx Said, Nûrî Dêrsimî, Şex Ebdulselam Barzanî, Îhsan Nûrî, Mazlûm Dogan û şehîdên 14’ê Tîrmehê de, hemû şehîdên Kurdistanê û bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Kurdistana Azad ku xeyala wan e, soz didin ku em ê pêk bînin.
Hedefgirtina jinan
Peymana Lozanê, komploya herî mezin a sedsala 20’emîn a li dijî Kurdan e. Bi Peymana Lozanê re Kurdistan, bi leşkerî hat dagirkirin, bi aborî hat talankirin, bi nasname, ziman û çand hat qirkirin. Dewleta Tirk, bi peymanê, bi Planê Selihandina Rohilat, sala 1925’an înkar, îmha, sirgûn, bidarvekirin û qetilkirina Kurdan kir tiştekê rojane. Li Sûriye û Iraqê bi Kembera Ereban, bi koçberkirin, xesandin, anîna koçberên ji Asyaya Navîn a dewleta Tirk, demografyaya Kurdistanê hat guhertin. Kurdî hat qedexekirin. Zarokên Kurdan xistin Dibistanê Şevînî yên Herêman, zarokên qîzîn ên piçûk bi rêya mîsyonerên wek Sidika Avarê, ji nasname, ziman û çanda wan kirin, paqijiyeke etnîkî li wan kirin. Nasnameyên bi hezaran zarokên qîzîn ên Dersimî ku ji wan re ‘Qîzên Winda’ tê gotin, hat guhertin, ji malbat û welatê xwe hatin kirin, hatin windakirin û pişaftin.
Di vê pêvajoyê de herî pir jin hatine armanckirin, ji xeynê polîtîkayên mêtinkariyê, ew xistin bin zext û mêtinkariya paşverûtiya civakî. Bi polîtîkayên sedsala dawîn, hewil dane ku jinên Kurd û civakê bê welat, ziman, hebûn û dîrok û bîr bikin û ji holê rabikin. Lewma encamên Peymana Lozanê bûne sedem, ji jiyan û hebûna jinên Kurd re bûne gef, ev gef berdewam in.
3’yê Tebaxa sala 2014’an, jinên Êzidî bi destên DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk wê xwedî dike, hatin qirkirin. Ên Kurd bi çekên kîmyewî li Helepçeyê qetil kirin, piştgirî, çek û hêz ji yên Peymana Lozanê îmze kirin girtin. Kurd bi tenê hatin hiştin, ji xeynê çiyayan tu dostên wan neman. Ji wê boneyê Lozan, dîroka destpêka qetilkirina Kurdan e.
Lozanên nû
Em Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê radigihînin û diyar dikin ku em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe li dijî peymanên nû yên Lozanê rabibin û tu car rê nedin peymanên wiha qirêjî.
Em ê îdia û israra xwe ya Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk zêde bikin û têkoşînê bigihînin çareseriyeke bi rûmet.
Me ev peyman bi têkoşîna xw bi pêncî salan ji hikum xist. Niha bi peymana nû ya civakî û têkoşîna ji bo pratîkbûna wê dikevin sedsala 21’emîn. Derketina ji heqê xerakirina ku Peymana Lozanê bûye sedem û avakirina jiyana azad, bi paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan pêkan e.
Em bênasnamebûnê qebûl nakin, em ê li çand û bîra xwe bibin xwedî. Em ê ji xwe re bikin esas ku zimanê xwe yê zikmakî wek zimanê xwendin, nivîsandin, bazirganî û polîtîkayê bi kar bînin.
Em rê nadin polîtîkayên qirkirina jinan, destdirêjî, firotina jinan li bazaran, pişaftin, sirgûn, trajediyeke nû ya qîzên winda li Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Li dijî êrîşên qirkirinê yên mêrserwer, kapîtalîst-emperyalîst têkoşîna xwe geş bikin û fikira xwe jinên azad-civaka azad pêk bînin.
Gîrîngiya yekitiya neteweyî
Kurd ku gelê herî qedîm in ku li ser axa xwe dijîn, bi sedan sal in ji bo parastina hebûn, nasname û ziman û çanda xwe têdikoşin. Kurd bi Peymana Lozanê bûn çar parçe lê dîsa jî tim ji pêyan man û parçe parçe be jî li ber xwe dan. 15’ê Sibata sala 1988’an bi komployeke navneteweyî Rêber Apo dîl hat girtin da ku Kurd cardin nekarin azad bibin. Rêber Apo û PKK’ê ev komplo bi avê de bir.
Bi berxwedana û têkoşîna Kurdan a hevdem a 29’emîn ku PKK’ê jê re pêşengtiyê dike; azadiya hemû Kurdan wek armanca bingehîn hat diyarkirin. Kir ku li çar parçeyên Kurdistanê bi hişmendiya neteweyî, nasnameya neteweyî, sekina neteweyî û berxwedanê de vîn û helwesteke hevpar derbikeve holê. Hêzên hegemon ên emperyalîst û netewe dewletên statukoparêz ên herêmê ku hişmendî, vîna û helwesta neteweyî ya Kurd wek derketina ji heqê Peymana Lozanê dît, xiyaneta Kurdan jî li xwe kir beşdar û li dijî PKK’ê ku berxwedana 29’emîn a Kurdan e, komployeke nû xist dewreyê.
Di sedsala 100’emîn a Peymana Lozanê helwesta û banga me ya Tevgera Azadiya Jinan li aktorên polîtîk ên siyaseta Kurd û partiyan ev e: Divê hemû hêzên Kurdistanî li ser xeta neteweyî bibin hevpar. Sînor, xetên polîtîk ên cuda, têkiliyên aborî û dîplomatîk divê li ber yekitiya neteweyî ya Kurdistanê nebin astengî. Tu partî û rêxistin bi têkiliyên xwe yên polîtîk, dîplomatîk û aboriyê, divê zerarê nede têkoşîna azadiya Kurdan, rê li ber negire û nehêle ku sabote bibe. Li dijî partî û rêxistinên wiha divê bi neteweyî helwest bê nîşandan û israra di vê helwestê de wek xiyanet bê pênasekirin.
Em bang li hemû rêxistin û partiyên Kurdan dikin ji bo kongreya neteweyî ya Kurd pêk bê, bila vîna xwe diyar bikin û bersivê bidin Peymana Lozanê.
Em bang li hemû Kurdan dikin ku di serî de ziman û çand, ji bo bipêşvebirin û parastina mafên bingehîn têkoşînê geş bikin.
Em hemû hêzên welatparêze vedixwînin ku ji bo hêzên xwe yên dîplomasiyê û parastina cewherî bikin yek, biryarê bidin.
Divê neyê jibîrkirin ku tu nasnameyeke ku bi hev û din bidin şerkirin kar nake. Lewma em dewletên mêtinkar re dibêjin ku divê vîn û nasnameya Kurd nas bikin. Nexwe wê sînorên çêkirî ku li ser Kurdistanê hatin xêzkirin, wê tim wek aliyê we yê herî zeîf bin. Û wê hêzên emperyal ji siûdê werbigirin. Li ber mafên neteweyî yên Kurdan nebin astengî.
Qetliamên ku li kurdan hatine kirin
Komara Tirkiyeyê ku bi Peymana Lozanê li ser înkarkirina Kurdan ava bû, ji bo bi fermî bê naskirin, Misûl-Kerkûk ji Îngilizan re hatin hiştin. Bi vê peymanê dewleta Tirk karî di nav pergala kapîtalîst de wek dewleteke serwer cihê xwe bigire.
Bi vê feraseta hêzên emperyalîst, rê li ber îmha û înkara fîzîkî û siyasî ya Kurdan heta bi dawiyê vebû. Bedelê têkilî, nakokî û encamên pêvajoya du sedsalên dawîn ên rêveberên Tirk û dewletên emperyalîst bi Kurdan hat dayîn. Têkiliya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an û bipêşvebirin Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bi hev û din re heye. Ev rojanekirina mehrûmkirina Kurdan ji statu û mafên neteweyî bû.
Hêzên emperyalîst pirsgirêka Kurd tim ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye û Kurd bê statu û di pençika qirkirinê de hiştine. Çar dewletên mêtinkar ên herêmê jî siûd ji vê wergirtiye û bi her awayî êrîş kiriye û Kurd qetil kirine. Ji bo Kurd sedsala 21’emîn jî bêyî statu û ji mafên neteweyî bêpar bimînin netewe dewletên herêmê û hêzên emperyalîst li hev kiriye û hevparên hev ên stratejîk in.
Em Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, hêzên hegemon, ji polîtîkayên qirkirina Kurdan berpirs dibînin.
Em ê bi hêza birêxistinkirî ya gel û jinan li ber berjewendiyên wê yên pragmatîst rabibin ku hûn ji wê boneyê Kurdan feda dikin.
Dev ji sûcên xwe yên li dijî Kurdan berdin, lêbuhurîna xwe ji gelê Kurdistanê bixwazin. Kurdistana Azad-Rojhilata Navîn a Demokratîk anku Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn nas bikin.
Bi israr û biryardariya di pêkanîna aştiya Rojhilata Navîn û çareseriya demokratîk de, ji bo sedsala 21’emîn bibe ya Kurdan û jinan, wê dawî li polîtîkayên antî-demokratîk, mêtinkar û zayendperest were. Ji wê boneyê, di serî de jinên Kurd, bang li Kurdan û gelên herêmê dikin ku bibin yek û bi têkoşîna hevpar jiyana azad li ser vê axê ava bikin. Hemû peymanên qirkirinê yên hêzên serwer ên li dijî vîna gelan, em pûç bikin, bi vîn û hêz û berxwedana xwe yekitiya demokratîk û pêşeroja azad a gelan ava bikin! Jin ku pêşengên têkoşînên divakî yên sedsala nû ne, wê di avakirina yekitiya neteweyî ya demokratîk û aştiya birûmet de jî bi ser bikevin!”