Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê ji bo sedsaliya Lozanê meş û mîtîng bê lidarxistin

Hevseroka CDK-S'yê Selma Surer ji bo meş û konferansa ku dê bi boneya sedsaliya Peymana Lozanê li bajarê Lozanê bên lidarxistin bang li her kesî kir û got: "Ev meş, mitîng û konferans dê bibe sedema ku yekitiya me xwe li cîhanê bide der."

Peymana Lozanê ku di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de, di navbera hêzên ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi ser ketin û TIrkiyeyê de hat îmzekirin, îsal 100 sal in xwe temam dike. Piştî vê peymanê ku erdnîgariya Kurdistanê di navbera Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê de hat dabeşkirin, kurd û gelên din rastî asîmlasyon û înkarkirinê hatin. Kurd û dostên wan, ji bo careke din rastî pêvajoyeke wiha neyên bi boneya sedsaliya Lozanê amadekariya çalakiyên cur bi cur dikin.

Dê di 22-24’ê tîrmehê de bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Lozanê meş û konferans bên lidarxistin. Komîteya Kar û Xebatên Sedsaliya Peymana Lozanê, dê di 22’yê tîrmehê de li Lozanê bi dirûşmeya “Di Sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve” meş û mîtîngekê li dar bixe. Di 23-24’ê tîrmehê de jî dê li heman bajarî “Konferansa Kurdistanê ya Mezin” bê lidarxistin.”
Hevseroka Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer ku di nava komîteyê de cih digire, têkildarî çalakiyên dê bên kirin axivî.
Surer destnîşan kir ku ev demek çalakiyan li dar dixin û got ku 22-24’ê tîrmehê de jî mîtîng û konferansa fînalê li dar bixin. Surer da zanîn ku dê meş li ber avahiya Beau-Rivage Place ku peyman lê hatiye îmzekirin dest pê bike û heta ber Qesra Rumineyê ku li vir peyman hatiye fermîkirin bidome. Surer diyar kir ku piştî meşê jî dê mitîngekê li dar bixin û paşê jî konferansekê. Surer destnîşan kir ku dê temaya konferansê yekitiya neteweyî be û got ku dê encamnameya konferansê jî di 24’ê tîrmehê de li ber Qesra Rumineyê aşkere bikin.
Gelek sazî tev li komîteyê bûn
Surer anî ziman ku ji her çar parçeyên Kurdistanê 57 sazî di nava komîteyê de hene û got ku li gel saziyên kurdistanî derdorên ji nasname û baweriyên cuda jî di nava de hene.
‘PDK li gor berjewendiyên xwe tevdigere’
Surer bilêv kir ku kurd di nava nahpikên qirkirineke sedsalî de ne û got: “Ev perçekirin nayê tehemulkirin. Êdî gelê kurd doza yekîtiya neteweyî dike. Niha hema bibêje me pirneteweyiyek ava kiriye. A girîng jî tevî vê yekîtiyê em ê ji niha û pê ve çawa tevbigerin û wê vegerînin hêzeke çawa. Di nava vê hêzê de her çar parçeyê Kurdistanê heye. Helbet hin tiştên berevajî vê jî hene û em ji ber vê diêşin. Mesela, me di ser YNK’ê re gazî PDK’ê kir, lê PDK bi takekesî nêzî van xebatan bû û daxilî nava wan nebû. Qesda min a nêzîkatiyên takekesî jî ew e ku ji ber berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re tev li nebûn. Ji ber vê derdorên din ên nêzî PDK’ê jî tev li nebûn.”
Surer di dawiya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir û ji bo meş û konferansa ku dê bi boneya sedsaliya Peymana Lozanê li bajarê Lozanê bên lidarxistin bang li her kesî kir û got: “Ev meş, mitîng û konferans dê bibe sedema ku yekitiya me xwe li cîhanê bide der.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar