Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Planên me ji bo tevahî jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn in’

Endama Koordînasyona Kongreya Star Şîraz Hemo û Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya Nesrîn El Hesen têkîldarî Şoreşa Rojava axivîn û gotin: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku bi Şoreşa Jinê tê nasîn ne tenê ji bo jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lê belê plan û projeyên wan ji bo tevahî jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn e.

Bi pêşengiya jinên kurd jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku li gorî paradîg neteweya demokratîk ku lingekî wê azadîxwaziya jinê ye, di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de pêşengî kir û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Lewma navê Şoreşa Jinê xweş lê tê

Di nava Şoreşa Rojava de ku armanceke wê jî pêkanîna şoreşa zihniyetê û avakirina kesayetên azad e, ji bo guhertina zihniyeta baviksalar ku di dirêjahiya bi hezaran salan de gelek zorî li jinan kiriye, xebatên bi nirx hatin meşandin. Ji bo avakirina kesayeta jina azad û vegerandina rola wê ya pêşengiyê jî gelek navend, sazî û malên jinan hatin avakirin. Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbya jî ji wan deskeftiyan in.

Di 11`emîn salvegera şoreşê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Şîraz Hemo û Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya Nesrîn El Hesen ji ajansa ANHA re asta ku jin gihîştinê nirxandin.

‘Di nava şoreşê de şoreşa zihnî jî pêk tê

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/07/17/204301_sraz-hemo.jpg

Kongra Star ku ji sala 2005`an de li Rojavayê Kurdistanê xebat dida meşandin, bi destpêkirina şoreşê re rêxistinbûna xwe xurt û berfireh kir. Şîraz Hemo anî ziman ku civkava Rojava û bi taybet jinan beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji ber zexta sîstema desthilatdar tama azadî û demokrasiyê hîs nekiribûn, lewma şoreş wekî deretekê ji bo pêkanîna hêvî û armancên xwe dîtin. Şîraz got: “Jinan û giştî civakê xwe neçar dît ku dengê xwe bilind bike. Ew deng bû dengevdana Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku guhertinên mezin bi xwe re anîn. Jinên ku xwe bi rêxistin kirin, bandoreke avaker li derdor xwe jî kir. Ev rêxistibûn ji ber xwesteka jinan a vegerandina xwedawendiya jinan û vegerandina rola xwe ya pêşeng di civakê de pêk hat. Dema em dibêjin daxwazên jinan, em dixwazin balê bikşînin ser doza edalet, aştî û demokrasiyê.”

Şîraz diyar kir ku jinan di şoreşê de hêza xwe ya veşartî derxist û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Helwest û bertekên li hember paşverûtiya civakê derketin bi xwe re guhertin da çêkirin. Di nava şoreşê de şoreşa zihnî jî pêk tê. Jin di gelek qadan de wekî pêşeng tevlî şoreşê bûne. YPJ û sîstema Hevserokatiyê nimûne ne. Van destkeftiyan bandoreke mezin li li kesayeta jinan û civakê kir. Pêwîstî heye ku ev destkeftî werin parastin.”

‘Divê her dem navnîşana me ya israrbûyîn li ser berxwedanê be

Şîraz anî ziman ku Şoreşa Jinan bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ne sînordar e, lê belê plan û projeyên wan ji bo tevahî jinên sûriyeyî û jinên Rojhilata Navîn hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi hevgirtina jinan û li beramberî hemû bûyerên ku jinan hedef digirin, pêwîstî bi bertek nîşandayînê heye. Divê her dem navnîşana me ya israrbûyîn li ser berxwedanê be.”

‘Jinên têgihiştî dikare civakê pêş bixe

Kombûna Jinan a Zenûbya jî ku tevgereke civakî, çandî û ekolojîk a jinên ji pêkhateya ereb e, ji 2021`yan de li herêmên Firat, Reqa, Tebqa û Dêrazorê bûye sîwana ku jin di bin de xwe bi rêxistin dikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/07/17/204232_nisrin-el-hesen.jpg

Endama Koordînasyona Kombûna a Jinên Zenûbya Nesrîn El Hesen diyar kir ku di 2 salên dawîn tevî zehmetiyên hatine kişandin jî, heta astekê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk gavên baş avêtine û got: “Plana guhertinê û pêşxistina jinan ji aliyê rêxistinî ve li gor startejiya herêman tê çêkirin. Em bi xebatên xwe hewl didin xwe bighînin tevahî jinan. Baweriya me heye ku jina têgihiştî dikare civakê pêş bixe.”

Nesrîn destnîşan kir ku herî zêde pêwîstiya jinên li herêmê bi xwekûrkirina zanebûna siyasî heye û wiha dom kir: “Ji bo pêkanîna civakeke azad pêwîstî heye ku jin bûyerê diqewimin analîz bikin. Divê şerê siyasî, aborî û şerê taybet nas bikin û sosyolojiya civaka xwe binirxînin.”

Nesrîn bal kişand ku zihniyeta baviksalarî û urf û adetên paşverû yên ku hîna di nava civakê de dewam dikin û got: “Bandora DAIŞ`ê hîna bi temamî ji holê ranebûye. Şerê taybet jî ku li hemberî jinên ciwan tê meşandin dihêle ku tundî zêde bibe. Em bi hemleyên rêxistinkirin û hişyarkirina civakê ji bo jiyaneke aştiyane têdikoşin, em di vê armancê de bi israr in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar