Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand ku bi şîara “Em bi ruhê Apoyî xwe nû bikin, di şerê azadiyê de bi ser bikevin” 1’emîn Konferansa PKK’ê ya ciwanan li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Em weke Tevgera Ciwanên Apoyî bi coş û serbilindiyeke mezin yekemîn Konferansa PKK’ê ya ciwanan radigihînin” û hate diyarkirin konferans diyarî Şehîd Rizgar Karasûngûr hatiye kirin ê ku di berxwedana Zapê de bi lehengî şer kiribû û piştre şehîd bûbû.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Konferansa me bi beşdariya 40 delegeyên ji çar aliyên Kurdistanê û ji derveyî welat 9 rojan dewam kir. Konferansa me bi nîqaşên gelek girîng, nirxandin û encamên bi wate û berhemdar domiya, gihişt asta biryardariya dîrokî û bi serkeftî qediyaye. Bi vê wesîleyê em konferansa xwe di serî de li Rêber Apo, şehîdên doza azadiyê, ciwanên şoreşger ên Kurdistanê, gelê me yê welatparêz û dostên xwe pîroz dikin. Ev konferans wê bibe hêlîna dîrokê û di rêya şoreşa azadiya Kurdistanê de wê bibe çavkaniya serkeftinê.
Helbet yên ku bûne ev konferans pêk were, şehîdên me ne. Konferansa me bi saya xwîna wan lehengan pêk hat. Têkoşîn û berxwedana me di bin ala şehîdan de berdewam dike, mezin dibe û dibe rastiyeke ku nayê şikandin. Şehîdên me rêya me ronî dikin, bi derbên giran tarîtiya faşîzmê hildiweşînin. Em ê tu carî vê rastiyê ji bîr nekin û nehêlin ku were jibîrkirin. Li ser vê bingehê em di serî de şexsê şehîdên xwe Baran Mawa, Mahîr Botan, Axîn Mahîr Dîcle, Huseyîn Firat, Bawer Ateş, Firat Çîçek, Viyan Serhed, Akîf Yilmaz, Evîn, Raperîn Amed, Sara, Rûken û şehîdên Zap, Avaşîn û Metînayê de hemû şehîdên xwe bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, em soza ku me daye wan careke din dubare dikin. Her wiha em vê konferansê diyarî hevalê xwe Rizgar Karasûngûr dikin ku di berxwedana Zapê de bi lehengî li dijî dijmin şer kir û tevlî nava refên karwanê şehîdan bû.
Îşkence û tecrîd
Em Tevgera Ciwanên Apoyî, pêşengiya doza azadiya gelê xwe dikin. Di van 8 salên dawî de li vê herêmê şerekî mezin û berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Her sal, her roj û her kêliya vê pêvajoyê awarte bû. Dewleta Tirk a faşîst, dagirker û qirker di bin navê ‘plana çokdanînê’ de şerê îmhayê yê topyekûn daye meşandin. Xwestin tevgera me ya azadiyê PKK’ê tasfiye bikin û gelê Kurd qetil bikin. Ev konsept li dijî Rêber Apo li Îmraliyê ket dewrê. Ji her demê zêdetir pergala tecrîda mutleq û êşkenceya psîkolojîk ferz kirin. Hêdî hêdî ev êrîşa berfireh li seranserê Kurdistanê hat kirin. Dijminê faşîst ji bo vê yekê hemû rê û hêza xwe ya siyasî, aborî, leşkerî û dîplomatîk seferber kir. Di vê konseptê de hevkar û xayinên Kurdistanî jî bûne parçeyekî vî tiştî. Rêbaz çiqas qirêj, barbar û bêexlaqî bin jî ev ji aliyê her kesî ve hatin ceribandin. Li ser gelê me, jin û ciwanên me 24 saetan şerekî taybet û psîkolojîk dan meşandin. Her roj li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên nukleerî yên qedexekirî û gazên kîmyewî tên bikaranîn. Di dawiyê de jî xwestin Rêber Apo bêdeng bikin, gerîla tasfiye bikin, gel teslîm bistînin û ciwanan bikin dijminê dozê. Hesabê wan ev bû ku vê feraseta tasfiyeyê di sala 2023’an de derkeve asta herî jor, di vê sedsala Lozanê de xwe bigihînin sînorê Mîsak-i Millî û li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe îlan bikin.
Fedaiyên Rêber Apo
Konferansa me asta têkoşîna tevgera ciwanan, erk û berpirsyariyên me, rastiya xeta Apoyî û asta pêkanîna xeta Rêber Apo bi rojeveke sereke û taybet nirxand û gihişt encamên girîng. Divê em ciwanên Apoyî bi rastî ji her alî ve li ser Rêbertiya xwe kûr bibin, jê têbigihêjin û em her tiştî ji Rêber Apo fêm bikin. Rêber Apo rêberê me yê çareseriya hemû pirsgirêk û meseleyên me yên jiyan, têkoşîn û şoreşê ye. Rastiya dijmin, tarza rast û afirîner, şêwaza êrîşkar û şerker, islûb û metoda rast a tarz û şervaniya pêngavavêj û têkoşer, ji têkoşîna zayendî û çînî heta avabûna kesayetiya milîtanan, ji xwenaskirin û pêşvebirinê heta xwenûkirinê, Rêber Apo mînak û îspata vî tiştî ye. Tevî tecrîda mutleq û giran jî, Rêber Apo dîwarên Îmraliyê şikand û paradîgmaya xwe anî ji mirovahiya azadîxwaz re. Ev rastî bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê careke din bi awayekî eşkere derket holê. Rêber Apo dibêje, ‘Parastina min li ku be ez li wir im.’ Rêber Apo bi vê perspektîfê xwest helwestên me yên şaş rast bike, rexne bike û hêza xwe ya herî mezin nîşan bide. Rêber Apo di şert û mercên herî dijwar, zehmet û giran de li Îmraliyê, di hucreya yekkesî de bi awayekî ji derfetan bêpar, di tecrîda mutleq de, li ser paradîgmaya têkoşîna sosyalîzmê fikir û felsefeya jiyana azad pêş xist. Wî paradîgmaya demokraîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze, pêş xistiye û perspektîfa Modernîteya Demokratîk ava kiriye. Rêber Apo bi vê guherînê re, dogmayên bi hezaran salan serûbin kir, bi jîrbûneke ku mirov şaş dihêle, ji bo hêviyên mazlûman ronahiyeke nû vêxist.
Li ser van esasan konferansa me nêzîkatiyên çewt, qels û hovane yên li dijî heqîqeta Rêber Apo nirxand. Di vê çarçoveyê de nêzîkatî û nirxandinên hestiyarî, nekûr, dûrî îdeolojiyê, teşeyî û sloganî şermezar kir. Em ciwan fedaiyên Rêber Apo ne, ev rast e lê divê wateya vî tiştî jî ji kûrahî û rast were fêmkirin. Heke ciwanên vê demê bi vî rengî xwedî li fikrên Rêber Apo derkevin, fikrên Rêber Apo di her kêlîka jiyanê de têxin pratîk, wê ji bo gelê Kurd û mirovayetiyê siberojeke azad pêk were. Li ser van esasan divê gotina ‘Navenda şer Îmralî ye’ pir baş bê fêhmkirin. Rêber Apo di nav dilê hêzên kapîtalîst û hegemonîk de tirs û xofê ava dike. Ji ber vê yekê 25 sal berê komplo li hemberî wî çêkirin, li Îmraliyê hewl dan Rêber Apo tecrîd bikin. Rêber Apo ji bo me her tişt e. Erk û berpirsyariya me ya herî girîng a li ser vê bingehê jî hilweşandina pergala Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo vê armancê divê em hemû hêza xwe seferber bikin û divê her cure çalakî were kirin. Li ser van nirxandin û tespîtan, me pirsgirêkên civakî yên ciwanan, rê û rêbazên çareseriya van pirsgirêkan, rastiya pergala modernîteya kapîtalîst û dijminê me yê faşîst û pêwîstiya têkoşîna xwe ya li hemberî van tiştan bi berfirehî nirxand.
Pergala modernîteya kapîtalîst
Pergala kapîtalîst a modernîteyê pergaleke dijmirovî ye. Di dîroka mirovahiyê de tu tevger bi qasî modernîteya kapîtalîst hov, bêexlaq û hov nebûye. Ti pergalê weke dema desthilatdariya modernîteya kapîtalîst koletî ewqas kûr pêş nexistiye. Di pergala kapîtalîst a modernîteyê de îxanet li jiyanê hatiye kirin. Hest û ramanên mirovan jehrî bûne, jin hatine xistin, ciwan bi karakterên xwe ketine nava dijberiyê, civak di bin axîn û nalînan de parçe bûye. Kurteya vê pergala 500 salî ev e: belaya ku hemû mirovahî û xweza hilweşandiye. Sedema kaos û qeyranan, êş û azaran, birçîbûn, parçebûn û aloziyên li Rojhilata Navîn pergala modernîteya kapîtalîst û hêzên wê yên pêşeng ên emperyalîst e. Li gorî vê yekê ev pergal sedema bingehîn a parçebûna Kurdistanê û siyaseta qirkirina gelê Kurd e. Pergala kapîtalîst a modernîteyê bi qasî ku dijminê Kurdan e, dijminê mirovahiyê ye jî. Astengiya herî mezin a li pêşiya aştî û azadiya Kurdan, hêzên kapîtalîst in.
Modernîteya kapîtalîst herî zêde êrîşî ciwanan dike. Ciwanên ku pişta civakê ne, ji bo werin parçekirin, ciwan dibin hedef. Ev pergal dixwaze nifşekî ciwan ê wisa biafirîne ku ciwan tiştekî nepirsin, lêgerîna xwe ya jiyanê ji holê rakirine, bê pevçûn û armanc dijîn. Dixwaze dînamîzm, nûbûn, pirsiyarkirin, radîkalîzm û potansiyela guherînê ya ku dikare cîhanê bixe xizmeta pergalê pêk bîne. Ji bo vê jî bomberdûmana şerê taybet 24 saetan li ser ciwanan tê kirin ku civakbûna xwezayî tine dike û xera dike. Pênaseya ‘ciwanên dîjîtalîze’ îfadeya herî bingehîn a van êrîşan e. Di serdema pêşketina teknolojiya modern de, ne tenê cewherê şer guherî, şêwazê jiyana civakî jî bi tevahî ji cewhera xwe hate dûrxistin. Dûrketina mirovan ji rastiyên xwe bi awayekî bêveger hedef tê girtin û ji bo vê jî gav bi gav li hemû qadên jiyanê simulasyoneke bêdawî diafirînin.
Bûrjûvabûn astengî ye
Kapîtalîzm hegemonyaya xwe bi îdeolojiya lîberalîzmê û tarza jiyana lîberal pêk tîne. Dibêje ‘Tu çiqasî hêja bî, ewqasî takekes î, azadî jî ewqasî nêz e’. Bi vî awayî di vê pergalê de her tişt berevajî dibe. Li şûna heqîqetê şaşî, li şûna qenciyê xerabî, li şûna bedewiyê kirêtî, li şûna azadiyê jî koletî hatiye bicihkirin. Konferansa me bi taybetî li ser taybetiyên çîna bûrjûvaya biçûk û tarza wê ya jiyanê jî sekinî. Li pêşiya şoreşa me astengiya herî mezin pozîsyona çîna bûrjûvaya biçûk e. Ji ber vê konferansa me, biryar daye ku taybetî û çanda bûrjûvaziya biçûk wekî dijmin bibîne û li hemberî wê bi tundî têbikoşe.
Li hemberî modernîteya kapîtalîst û polîtîkayên wê yên li dijî civakî divê jiyana komunal li her derê were geşkirin. Werin em hevgirtina civakî, rêzgirtina ji mirovahiyê re, şêwaza xebata hevpar û hevaltiya rast her tim û li her derê xurt bikin, em bedewiya wê bidin naskirin, hîs bikin û di jiyana xwe de pêk bînin.
Weke pîvana derbaskirina pêwîstiyên serdemê û avakirina jiyana azad, di konferansa me de jî bal hat kişandin ser wê yekê ku bi kûrkirina têkoşîna azadiya jinê, em ê çawa xwe bigihînin jin û mêrên azad. Ji bo vê jî divê têkoşîna îdeolojîk, têkoşîna zayendî li her derê bê xurtkirin û bênavber bê meşandin. Di vî warî de erk û berpirsyariya Tevgera Ciwanan heye ku li gel tevgera jinê pêşengiyê bike. Ger jiyana azad, hişmendiya azad û civakeke azad were avakirin, divê di kesayeta nifşên ciwan de were pêşxistin. Divê ciwan nîqaş bikin, lêkolîn bikin, xwe nas bikin û bê dudilî li dijî wan têbikoşin. Di vî warî de divê ciwanên ku ji xwe re dibêjin em Apoyî û şoreşger in, xwedî pîvanên zelal ên redkirin û qebûlkirinê bin. Li ser vê bingehê erka yekemîn ev e ku mirov bersivê bide êrîş û polîtîkayên qirêj ên li ser jinên ciwan.
‘Bi nemerdî sîxurtî tê ferzkirin’
Di çarçoveya nîqaşên konferansê de rewşa qadên têkoşînê yên li Kurdistanê jî bi berfirehî hate nîqaşkirin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji serdema 12’ê Îlonê zêdetir li ser ciwanan polîtîkayan dimeşîne. Ji bo komên ciwan ên rêxistinkirî bêbandor û pasîf bihêlin, bi her cure zextên faşîst ciwanan dikin hedef, dixwazin ciwanên apolîtîk ên ku bi tenê li gorî daxwazên jiyana wan a takekesî pêk tê, ava bikin.. Dixwazin hişmendiyeke tirsê serdest bikin da ku du kes jî nikaribin werin ba hev. Ji zanîngehan heta taxan li hemberî ciwanan polîtîkaya terora faşîst pêk tînin. Ji kesên ku serê xwe bilind dikin re girtîgeh tên nîşandan. Di girtîgehan de bi hezaran ciwanên wisa hene. Bi rêya êşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li ser ciwanan, sîxurtî tê ferzkirin. Dixwazin ciwanên wisa ava bikin ku ev ciwan nikaribin şer bikin, nekevin tevgerê. Di vê çarçoveyê de hêza herî xurt a hêza welatparêz li Bakurê Kurdistanê pêwîst e. Konferansa me nîşan da ku divê ciwanên Bakur û Tirkiyeyê bi taktîk û rêbazên nû û afirîner li dijî faşîzmê ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û têkoşîneke ku faşîzm nikaribe serdestiya xwe ferz bike, were avakirin. Li ser vê bingehê ciwan dikarin polîtîkayên şerê taybet pûç bikin, parastina xwe ya cewherî pêk bînin, pêşengiyê ji gel û têkoşînê re bikin.
Xeta şerê gel ê şoreşgerî
Dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya konsepta qirkirinê de, bi hevkariya hikûmeta Iraq û Sûriyeyê ya bi pêşengiya hêzên navneteweyî, çete û xayinên PDK’ê bi hemû amûr û rêbazên taybet û psîkolojîk êrîşî Rojava, Şengal û Mexmûrê dike. Dixwazin ev qadên ku bi têkoşîn û berdêlên giran hatine rizgarkirin û bi paradîgmaya Rêber Apo û pergala Rêveberiyên Xweser ên Demokratîk tên birêvebirin, tasfiye bikin. Tirsa herî mezin a hêzên hegemonîk, dewletên serdest û xayînên modernîteya kapîtalîst ev e ku, li qadên azad û civakên azad de paradîgmaya Rêber Apo lê zindî dibe. Di bingeha van êrîşan de tirs heye. Di vê çarçoveyê de divê ciwan li herêmên rizgarkirî pêşengiya avakirina sîstema netewa demokratîk bikin û li ser vê bingehê xwedî li destkeftiyên têkoşînê yên di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de derkevin.
Ciwanên Başûr divê tev li nav gerîla bibin
Avakirina rêveberiya PDK’ê ya ji aliyê hêzên emperyalîst ên li Başûrê Kurdistanê ve li ser bingeha hevkariya nehikumetbûnê bi serê xwe konsepteke êrîşa dîrokî ya bîrdozî, siyasî û leşkerî ye. PDK li Kurdistanê ji bo pêşxistina modernîteya kapîtalîst model û projeyek taybet e. Ev hêza komprador a ku bi hemû nirxên Kurd û Kurdistanê dilîze, nirxên gelan pêşkêşî bazara dagirkeran dike. Başûrê Kurdistanê kirine cihê biryara faşîzma Tirk û di heman demê êrîşî hemû destkeftiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê û nirxên gelê Kurdistanê dikin. Di vê çarçoveyê de divê ciwanên Başûrê Kurdistanê û li hemû Kurdistanê, li dijî xeta xayîn a PDK’ê têkoşînê xurtir bikin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst bi her awayî tevlî nava refên gerîla bibin.
Serhildana bi pêşengiya jin û ciwanan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwedî girîngiyeke dîrokî, bîrdozî, civakî û siyasî ye. Ev serhildana ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kir, li hemû cîhanê deng veda û ne tenê jin, mêr jî seferber kir. Ev serhildana ku di asta serhildanên ciwanan ên 1968’an de ye, îro şoreşeke civakî û çandî temsîl dike. Nirxandina Rêber Apo ya ‘Sedsala 21’an wê bibe sedsala jinê’ îro girîngiyê dibîne. Di vê çarçoveyê de divê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê li gorî fikir û felsefeya Rêber Apo jiyana xwe bi rêxistin bikin û rêxistinên xwe yên parastina cewherî xurt bikin.
Biryarên bingehîn û stratejîk
Li ser hemû nirxandin û nîqaşên konferansa me, me weke tevgera ciwanên Apoyî hin biryarên bingehîn û stratejîk stend;
Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şikandina tecrîdê, divê hem wî têxin navenda hemû têkoşîn, şer û xebatan, li ser vî esasî bi ruhê ciwanan ên Apoyî li her derê û her demê em seferber bibin. Divê em fikir, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latîn, ji Afrîka heta Asya, ji Ewropa heta Awûstralya weke pîvana dilsozî û hezkirina Rêber Apo bi pêş bixin û belav bikin. Li ser vê bingehê li dijî pergalê divê bi tevger û rêxistinên ciwanan re tifaq werin pêşxistin.
Divê Tevgera Ciwanên Apoyî demildest ji rewşa aloz derbikeve û li her derê pêngavên leşkerî û stratejîk pêş bixe.
Divê di zihniyetê de nûbûn, di ramanê de kûrbûn, di şêwazê de narînbn û di şêwazê de afirîneriya li ser bingeha erkên dîrokî yên wê demê were pêşxistin.
Di rewşeke şer de divê pêşengiya pratîk a stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî, peywira herî girîng a ‘mala xwe, taxa xwe û welatê xwe’ biparêze divê li her qadê be, xebatên rêxistinkirin û perwerdehiyê geş bike û xwe ji şer re amade bike.
Divê xebatên zanîngehê wekî pîvaja xebat û serkeftinê ya straejîk binirxîne, li ser vî esasî divê ji bo xebatên zanîngehê seferberî were kirin.
Divê xebatên ajîtasyon û propagandayê weke têkoşîna herî diyarker a îdeolojîk bê qebûlkirin û li ser vê bingehê xebatên ajîtasyon û propagandayê ji nû ve bê avakirin, xurtkirin û mîsyoneke stratejîk were bidestxistin.
Di avakirina neteweya demokratîk de, bi taybetî jî di avakirina komun, meclîs, akademî û kooperatîfan de li gorî pozîsyona xwe, divê xwe berpirsyariya bingehîn bibîne û bi rola pêşengtiyê xebatên avakirinê were pêşxistin.
Wekî xeta çalakiyan a Tevgera Ciwanan a Apoyî divê girsebûn, radîkalbûn û bandorkirinê li hemberî faşîzmê çalakiyên tolhildanê yên yekgirtî, bi ruhê pêngavê ji nû ve were geşkirin.
Konferansa ciwanên PKK’ê di her warî de xwedî girîngiyeke dîrokî bû. Belkî cara yekem e ku tê organîzekirin, lê konferans li ser bingeha meşa 50 salî ya Rêber Apo, mîrat û kevneşopiya têkoşîna tevgera ciwanan a bi dehan salan hatiye avakirin. Helbet van kesan xwe derbas kirin, dan ser xeta Rêber Apo, kirinên xwe li gorî heqîqeta Rêber Apo nirxandin, li gorî qaîde û pîvanên Rêber Apo ji nû ve dane jiyîn û ji bo hemû hevalan bûne çavkaniya hêzeke manewî.
‘Nekarîne heqîqeta PKK’ê tune bikin’
Vê konferansê careke din îspat kir ku PKK weke tevgereke Apoyî mezin e û ev mezinbûn bi têkoşîna wê ye. Kêmasiyek mezin e ku me heta niha nekariye Rêbertiya xwe ji pergala Îmraliyê rizgar bikin. Em deyndarê şehîdên xwe, gelê xwe û zarokên hêja yên vî welatî ne. Lê tevî hemû dijminên faşîst û qirker, hemû êrîşên hovane, desteka dewletên emperyalîst ên navneteweyî, hebûna xayin û hevkarên berjewendîparêz jî nekarîn heqîqeta PKK’ê tune bikin, nekarîn rastiya PKK’ê tune bikin, nekarîn navê PKK’ê ji dîrokê rakin û nekarîn navê PKK’ê tune bikin. Ji ber ku em tevgereke Apoyî ne, ji ber ku em artêşeke fedaî ne, ji ber ku em ji bo siberoj û azadiya hemû gelên bindest û mirovahiyê têdikoşin. Îro ev rastî ji her demê bihêztir bûye, vîn, bîr û baweriya me bûye şûrekî tûj.
Pêvajoya pêşîn wê bi rastî çarenûsa me, çarenûsa gelê me û çarenûsa giştî ya têkoşîna azadiyê zelal bike. Di pêşengiya Rêber Apo de têkoşîna me ya 50 salî ya li hemberî dijminê faşîst ê 100 salî, wê têkeve asta şerê dawîn. Di serdemeke wiha awarte û dîrokî de em Tevgera Ciwanên Apoyî bi amadekariyeke mezin dikevin nava şer. Ji wê demê ve konferansa me roleke pir girîng lîst.
Em di wê baweriyê de ne ku, konferansa me perspektîfa demê ronî dike, di nav her hevalên me de guhertin û nûbûnê dide destpêkirin û heta dawiyê rê li ber serkeftinê vedike. Em Tevgera Ciwanên Apocu em ji her demê bêhtir bi xwe bawer in, xwedî tecrûbe ne, amade ne û bi biryar in. Di dawiyê de em ê teqez bijîn, bixebitin û têkoşîna azadiyê ya serkeftinê bi dest bixin. Em ê soza ku me daye Rêber Apo, şehîdên şoreşê û gelê xwe bi cih bînin û em ê serkeftinan bi dest bixînin. Li ser vê bingehê em ji hemû ciwanên welatparêz, şoreşger û azadîxwaz re serketinê dixwazin û bi şîara ‘Em bi ruhê Apoyî xwe nû bikin û di şerê azadiyê de bi ser bikevin’ vedixwînin tevlîbûna vê pêvajoya nû.”