Nobeda Azadiyê ya ku ji 25’ê hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda mutleq a li ser Ocalan dewam dike. Di hefteya 578’an de Mustafa Demîr, Serhat Gumuş û Mîro Şeyhmus Bîlen ên ji taxa Evry a Parîsê nobet domandin.
Mustafa Demîr, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev zêdeyî 2 sal in agahî ji Ocalan nayê stendin ev tişt got: “Rêberê me Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve di bin tecrîda mutleq de ye. Ev zêdetirî du salan e didome. Ev yek di qanûnên dewleta tirk de jî nîne. Li gel vê jî tecrîda li dijî mirovahiyê pêk tîne. Em ji vir bang dikin; dema mijar dibe kurd û Kurdistan, çima Yekîtiya Ewropa û parêzvanên mafên mirovan bêdeng in? Em gelê 45 milyonî ne û li ser Rêberê me îşkenceyên giran hene. Heta ku ev tecrîd neyê şikandin û Rêberê gelê me azad nebe em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin. Em zarokên Rojê her tim li vir in û em ê hesabê vê zilmê bipirsin û Rêberê xwe azad bikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin ku bi vê hesasiyetê tevbigerin û tevlî Nobeda Rêbertiyê bibin.”
‘Em ê hesabê zilma li ser Rêbertiya xwe bipirsin’
Serhat Gumuş jî diyar kir ku li ser Rêbertî di salên dawîn de zilmeke mezin tê kirin û got: “Ji ber vê yekê divê em dakevin qadan, çalakiyan bikin. Divê em Rêbertiya xwe azad bikin. Di vî warî de em di salvegera Lozanê de ne; werin em li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê bibin yek û ji bo sed salên din jî bindest nebin, rêxistina xwe geş bikin. Ez bawer im ku em ê Rêbertiya xwe azad bikin. Em li vir in, em dixwazin hûn jî tevlî Nobeda Rêbertiyê bibin.”