Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

​​​​​​​‘Şoreşa Rojava îlhamek mezin daye min’

Mûzîkjenê ji Meksîkayê Nathan Felix bi peyamekê Şoreşa Rojava pîroz kir û got: “Şoreşa Rojava îlhamek mezin daye min. Ev şoreş tê wateya berxwedana lehengane. Ji bo avakirina pergaleke nû ya bi hebûneke nû û derfeta bidestxistina exlaqên nû Şoreşeke civakî ya girîng e; rêbazeke exlaqî û nû ya fikirandinê ye.”

Îro salvegera 11`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye. Bi vê minasebetê mûzîkjenê ji Meksîkayê Nathan Felix peyameke bi dîmen weşand.

Peyama Nathan Felix bi vî rengî ye:

“Merheba; Ez mûzîkjen Nathan Felix. Pir kêfxweş im ku di salvegera Şoreşa Rojava de ji Breukelen, Newyorkê ji we re diaxivim.

Şoreşa Rojava îlhamek mezin daye min. Ev şoreş tê wateya berxwedana lehengane. Ji bo avakirina pergaleke nû ya bi hebûneke nû û derfeta bidestxistina exlaqên nû Şoreşeke civakî ya girîng e; rêbazeke exlaqî û nû ya fikirandinê ye.

Wek şexs ez bihêzkirina jinan, wekheviya her du zayendan û aboriya kolektîf pir diecibînim.

Van têgehan îlham da hunera min. Hunera min jî platformek ji bo min çêkir da ku vê bi rêya mûzîkê bi kesên din re parve bikim.

‘Abdullah Ocalan bi gotin prespektîf û fikirên xwe hunermendek e’

Ez pir kêfxweş im ku parçeyekî ji tevgera hunerî ya derdora kurdan û Abdullah Ocalan im. Apo jî bi gotin, prespektîf û fikirên xwe hunermendek e.

Wekî hunermend, dibînim ku girîng e ez mûzîka xwe (melodî) di têkoşîna li dijî zulm û zordariyê de bi kar bînim. Ev beşdarbûna min a biçûk, ez di têkoşîna cihanî ya li dijî zordestî û ne wekheviyê de cihê xwe digirim. Hêvî dikim ku têkiliyên bi we û bi kesên din ên xwedî van nirxan re bidomînim.

Ji bo ruh û hêza we ya xweragirtinê ez we pîroz dikim. Dibe ku bikarim di 2024`an de wek şexsî jî bi we re salvegera şoreşê pîroz bikim.”

Nathan felix kî ye?

Nathan Felix, mûzîkjen û hunermendekî Operayê yê meksîkî ye. Bi navê “Ocalan” albumeke Operayê çêkiriye ku di 15`ê cotmeha 2020`an de li ser malperên medya dijîtal hatibû weşandin.

Felix di gelek hevdîtin û bernameyan de diyar dike ku wî îlham ji Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna kurdan û ji Rojava girtiye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar