Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

YPJ: 19’ê Tîrmehê şoreşa jin û gelan e

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Di ber azadiya gelê xwe de, em ê her dem li pey nirxên xwe yên pîroz bin û ji bo mayîndekirina şoreşê em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.”

Fermandariya Giştî ya Yekeniyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand. YPJ’ê anî ziman ku têgeha şoreşa gelan a li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû afirand. YPJ’ê destnîşan kir ku dema herêm ji ber polîtîkayên rejîma BAAS û hêzên hegemon di nava qeyranê de bû, derfetên diyarkirina çarenûsa xwe ya gel çêbûn û got: “Li ser vê bingehê jî me bi gelek ked û têkoşîn, biryara avakirina pergala konfederalîzma demokratîk da. Bêyî ku em piştevaniya tû hêzêkî din bigirin, me bi hêza xwe ya cewherî û bi baweriya xwe ya bi jiyana azad gav bi gav axa xwe ya ku bi  desthilatdarî û êrîşên  hegemonan re rû bi rû bû, ji hemû polîtîkayên qîrkirinê parastin û rizgar kir.”

YPJ’ê destnîşan kir ku di hemû şoreşan de ku li cîhanê pêk hatine, berjewendiyên gel û civakan heta bi hetayê nehatine parastin û wiha pê de çû: “Lê şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê paradîgmaya civakeke ekolojik, demokratîk û azadîxwaziyê jin ji xwe re kir bingeheke esasî, ji ber wê jî îro li erdnîgariya me têgeha şoreşê li gorî cewhera xwe ye heqîqî bi wate bû. Li ser vî hîmî jî YPJ weke hêzeke sereke berpirsiyartiya pêşerojeke azad a civaka xwe bi dilekê wêrek da ser milên xwe. Di destpêkê de cihgirtina jinan di nava YXK-YPG’ê de ji bo birêxistinkirina jin û gelan roleke diyarker lêyîst û di heman demê de rotayeke rast da hêzên parastinê da ku ji bo berjwendiyên gelan bi rêbazên rast têkoşîna xwe bilind bikin. Helbet cihgirtina YPJ’ê di nava hêzên parastinê de, bû modelek. Me di Şoreşa Rojava da dît ku ger hevrêtiyeke rast a jin û zilam pêk were, encax wê demê şoreş dikarin bikevin bin xizmeta gelan. Di heman demê de Şoreşê bi vê yekê re şêwaza jiyana wekhev û azad a civakan îfade kir. Bi şoreşa jin a Bakur û Rojhilata Sûriyê re jinan careke din wateya hebûna xwe ya ku bi hezaran sal in, ji aliyê destê zilamên serdest ve hatibû dizîn, ji nû ve bi dest xist.  Bi rêxistinkirina gel heta perwerde kirin û di warê leşkerî de xwe bipêşxistina jinan, di çarçoveya xeta parastina rewa de li hemberî hemû dagirkerî û êrîşên heyî asteke tekoşînê ya bêeman danî holê.  Hebûna jinan di qada şer de li ser bingeha nirxên xwe yên civakê, parastin bi pêş ket. Şervanên YPJ’ê li ser van nirxan di qada şer de bi pîvanên şerê gel ê bi şoreşgerî parastina nasname, hebûn, ziman, çand û vîna azad a gelê xwe kir. Ji bo wê jî Şoreşa Rojava bi navê YPJ’ê gihîşt wateya xwe ye rastîn.”

Şoreş bi yekitiyê pêk hat

YPJ’ê anî ziman ku li hemberî hemû destdirejî û polîtîkayên tunekirina vîna azad a gelê me, wê YPJ weke hêzeke sereke li têkoşîna xwe ya bêeman û bêyî rawestin dewam bike. Bi domarî YPJ’ê wiha got: “Me 11 salên ku di nava xwe de tekoşîn, berxwedan, qehremanî û ruhê fedayîtiyeke pir mezin dihewîne, li pey xwe hişt. Helbet di nava vê serpehatiye me ya di nava Şoreşê de, gelê me her dem bi me re bû. Bi yekitiya gelan şoreş pêk hat. Ji ber wê jî cardin wê ji bo mayîndekirin û dewamkirina li şoreşa jinan a Rojava rolê ruhê yekitiya gelan diyarker e.

‘Em ê li pey nirxên xwe bin’

Gelek fermandarên me yên pêşeng  û şervanên me yên hêja giyanê xwe diyarî Şoreşa Jin a Rojava kir. Em YPJ, di ber azadiya gelê xwe de, em ê her dem li pey nirxên xwe yên pîroz bin û ji bo mayîndekirina şoreşê em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Em li ser van hîman, 19’ê Tîrmehê ku şoreşa jin û gelan e, di serî li gelê herêmê, li hemû civakên azadîxwaz pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar