Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Zêdetirî 10 hezar DAIŞ’iyên biyanî di girtîgehan de girtî ne’

Naîme Fetah Aqîl a ku bû şahida Komkujiya Berxbotanê a di 25’ê Hezîran a 2015’an de ku li Kobanê pêk hat de axivî û got: “Divê DAIŞ û hevkarê wan li pêşberî gelên ku şer û komkujî dîtine, were darizandin."

Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê îlona 2014’an de bi piştgiriya gelek hêzan û bi taybet bi piştgiriya dewleta tirk êrîşî Kobanê kiribûn. Çeteyan piştî desteserkirina 350 gundên Kobanê, ber bi navenda bajêr ve jî ketin rê. Hêzên YPG-YPJ’ê li hemberî êrîşên bi mehan dewam kirin, berxwedana herî mezin a dîrokê nîşan dan û di 26’ê Çileya 2015’an de DAIŞ’ê derba herî mezin li Kobanê xwar. Ev têkçûn ji bo DAIŞ’ê bû “destpêkirina qedandina wê” Ev yek ji bo çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wan bû şikestineke mezin. Yek ji komkujiyên ku piştî têkçûna DAIŞ’ê li dijî gelê kurd hat kirin jî komkujiya ku DAIŞ’ê bû ya ku di 25’ê Hezîrana 2015’an de li Kobanê li dijî sivîlan kiribû.

Komeke mezin a çeteyên DAIŞ’ê ketin nava bajêr û li Berxbotan û navenda bajarê Kobanê li sivîlan dan. Li gorî daxuyaniya wê demê ya Fermandariya YPG’ê ya Kobanê, di encama komkujiyê de 233 sivîl li gundê Berxbotanê û 210 sivîl jî li navenda Kantona Kobanê hatibûn qetilkirin û 273 sivîl jî birîndar bûn. Dîsa di van êrîşan de 14 endamên Asayîşê, endamekî TEV DEM’ê, endamekî Yekîtiya Ciwanên Rojava jî şehîd bûbûn.

Divê hesab ji çeteyan were pirsîn’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10’ê hezîranê de ragihandibû ku wê li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêvajoya darazê were destpêkirin. Rêveberiya Xweser diyar nekiriye ku zêdetirî 10 hezar endamên DAIŞ’ê ku hemwelatiyên 60 welatên cuda ne û di girtîgehên cuda de ne, wê kîngê bên darizandin.

Şahida komkujiya gundê Berxbotanê û dayîka şehîd Metîn Kobanê yê ku di komkujiyê de şehîd bibû Naîme Fetah Aqîl piştgirî da biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Divê em mafên zarokên xwe yên di komkujiyê de şehîd bûne biparêzin. Ez weke dayîka şehîdan ez dixwazim ji pêvajoya darizandina DAIŞ’ê re amade bibim.”

Naîme Fetah Aqîl  her wiha bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî şermezar kir û got: “Divê hesab ji çeteyan were pirsîn.

Ji bo dayik êşê bikişînin berê pitik û zarok qetil dikirin’

Dayika Naîme, anî ziman ku kurê wê Metîn Kobanê jî di 25’ê Hezîrana 2015’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Berxbotan kirin, li Parka Kobanê ya li kolana Mihetê ya Kobanê jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir, gelek komkujî pêk anîn. Lê her cara ku 25’ê Hezîranê nêzîk dibe, wek rojeke reş, tijî êş û bi xemgînî bi bîr tînim. Êrîş kirin; çi zarok, çi jin û çi pîr, çi kesên derketin pêşberî wan qetil kirin. Bi cil û bergên YPG’ê li deriyan xistin û bi îşkenceyê qetil kirin. Carinan derî şikandin, êrîşî jinan kirin, pitikên di pêçekê de jî kuştin. Kal ji ciwanan re bûn astengî da ku ciwan neyên qetilkirin lê dîsa kesên ciwan qetil kirin. Ez bi xwe bûm şahid, bi îşkenceyê qetil kirin. Kêfa wan ji êşa mirovan re dihat. Ji bo dayik êşê bikişînin, berê pitik û zarok qetil dikirin. Hinek kes hê di nav nivînan de bûn, nedizanîn çi pêk hat. Hinek kes di xew de hatin qetilkirin. Serê hinekan jê kirin, bedena wan parçe kirin. Hemû metodên îşkenceyê li ser gelekî mazlûm ceribandin.”

‘Komkujî li ser kurdan be her kes bêdeng dibe’

Dayika Naîme da xuyakirin, ku ne tenê çeteyên DAIŞ’ê, kesên piştgirî dane DAIŞ’ê û kesên pêşiya wan vekirine jî divê were darizandin û got: “Kesên piştgirî dane DAIŞ’ê jî, para xwe ji mirovayetiyê nestendine. Heke li welatekî din komkujiyeke wiha bihata kirin, wê ezman binaliya, wê mudaxele bihata kirin û cezayê ku heq dikin wê li wan bihata birîn. Lê dema ku gelê kurd tê qetilkirin, deng ji kesî derneket. Kesên bêdeng mane careke din şirîkatiya xwe xwe aşkere kirine.”

‘Zêdetirî 10 hezar welatiyên biyanî di girtîgehan de girtî ne’

Dayika Naîme bi bîr xist ku zêdetirî 10 hezar welatiyên biyanî di girtîgehan de girtî ne, destnîşan kir ku divê çeteyên DAIŞ’ê yên ku gelek qetil kirine, werin darizandin û got: “Li pişt dê û bavên ku hatin qetilkirin bi dehan zarokên sêwî mane. Mezinên me yên xwedî bîra me ya dîrokî bûn, hatin qetilkirin. Serê ciwanan jêkirin, çavên wan derxistin, bedena wan parçe parçe kirin. Bi zilm û îşkenceyên mezin şehîd ketin. Ev hovîtî çawa dikare were erêkirin? Biryara Rêveberiya Xweser guncaw e û em jî weke malbata şehîdan heta dawiyê piştgiriya xwe pêşkeşî Rêveberiya Xweser dikin.

Divê sazî û rêxistinên navneteweyî jî ji bo biryara darizandina DAIŞ’ê gavekê biavêjin. Kesên ku bûne şahidê komkujî, îşkence û şeran, divê DAIŞ’ê bi destên xwe bidarizînin. DAIŞ bi komkujî, destavêtin, talan, dizî û îşkenceyê tê naskirin û em bi çavên xwe bûne şahid. DAIŞ’ê mirov qetil kir, ew bi saxî bin ax kir, tecawiz kir û talan kir. Ligel vê zilmê jî gelê kurd ji mirovbûna xwe tawîz neda. Rêveberiya Xweser a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan e DAIŞ’ê di kamp û zindanan de dihêlin, lê niha divê çeteyên DAIŞ’ê li pêşberî malbatên şehîdan bên darizandin, sûcên wan û alîgirên wan careke werin aşkerekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar