Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta salvegera sedsaliya Peymana Lozanê ku Kurdistan di nava Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de kir çar parçe, bi dirûşmeya, “Jin di salvegera 100’emîn de Lozanê nîqaş dikin” di 17’ê Tîrmehê de li Amedê komxebatek li dar xistibû. TJA’yê encamnameya komxebatê bi raya giştî re parve kir.
Encamnameya komxebatê wisa ye:
“Peymana Lozanê ya ‘Aştiyê’ ku di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de hat îmzekirin, qirkirin, asîmîlasyon, koçberiya bi darê zorê û komkujiyên bi vî rengî anîn serê gelên li vê erdnîgariyê dijîn. Di dîrokê de weke berhemeke zîhniyeta mêr, a ku ji peymana ‘Aşitiyê’ wêdetir weke belgeya xweavakirina Dewleta Netewe ya Tirk kete dîrokê û hewl da ku bi tunekirina çand û nasnameyên cuda hebûna xwe ava bike.
Delegasyona ku di pêşengtiya Îsmet Înonu de bi rojava re peyman îmze kir, di heman demê de destnîşan kirin ku di vê erdnîgariyê de tenê Tirk wê xwedî mafê gotinê bin û tenê Ermenî, Yewnanî û Cihû weke hindikahî hatin qebûlkirin lê mafên van gelan yên ku di peymanê de derbas dibin jî pêk nehatin.
Li aliyê din bi xapandineke dîrokî bi gotina “Tirk û Kurd yek in” hewl dan ku Kurd ji dîrokê bên paqijkirin û navê wan jî neyê gotin.
Lozan dema ku bû belgeya damezrandina Komara Tirk, ji bo kesên ku nasnameya wan a Tirk û Sunîtiyê tune bû, veguherî komkujiyekê. Di vê peymana dîrokî de hewl dan ku gelên qedîm yên vê erdnîgariyê Kurd, Ermenî, Yewnan, Asûrî, Cihû, Êzidî û gelek nasnameyên din bi rêbazên tundiyê yên polîtîkayên netew-dewletê, bi wendabûna dîrokî re rû bi rû bihêlin.
Em jinên ji van gelên qedîm yên ku li vê erdnîgariyê dijîn, di komxebata Tevgera Jinên Azad (TJA) ya ku li Amedê roja Yekşemê 16’ê Tîrmeha 2023’an de hat li darxistin de hatin cem hev û me polîtîkayên feraseta mêr û encamên wê yên civakî ku ev 100 sal in li ser me hatine ferzkirin nîqaş kirin.
Em di komxebata bi sermijara ‘Di 100 saliya wê de jin Lozanê nîqaş dikin de’ hatin cem hev û di van mijaran de nîqaş meşandin;
* Li dijî Peymana Lozanê Têkoşîna Çandê ya 100 Salî, Di peymana Lozanê de Polîtîkaya Zimanên Kêmahiyan û Bandora wê ya li ser Zimanê Kurdî u Zaravayên wî, Piştî Peymana Lozanê Kurd û Kurdistan, Piştî Lozanê Bandora li ser Pergala Perwerdehiya Saziyên Ermeniyan,Nasname û Zimanê Wan, Piştî Peymana Lozanê Rewşa Suryaniyan, Piştî Peymana Lozanê Rewşa Elewiyan.
* Di komxebata me ya ku bi tevlîbûna nûnerên civakên cuda, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, saziyên çapemeniyê û çalakvanan pêk hat de, hat diyarkirin ku hedefa sereke ya polîtîkayên bişaftinê yên dewletê ku piştî Lozanê dest pê kir keç û jin in û armanca dawîlêanîna çanda jinê rêbaza sereke ya polîtîkayên homojenkirina civakî bû. Di axaftinan de hat gotin ku herî zêde em jin di bin bandora îmhaya 100 salî de ne û armanca sereke ya polîtîkayên netew-dewlet yên piştî Lozanê derketin holê, polîtîkaya li dijî nirxên çandî ye. Encamên komxebata ku tê de li ser van mijaran nîqaşên xurt, girîng û rojane hatin kirin, ev in;
Lozan ne Peymana ‘Aşitiyê’ ye, metna destpêka dîrokî ya polîtîkayên qirkirina sîstematîk a li dijî gelên kêmnetew e. Piştî ku dewleta Tirk ji Lozanê vegeriya, tişta ku yekemîn kir Zagona Bingehîn a Komara Tirkiyeyê guherand ku tê de her kesê ku li ser vê erdnîgariyê dijîn weke ‘Tirk’ hatin îlan kirin û polîtîkayên bişaftinê yên sîstematîk hatin destpêkirin.
* Di vê pêvajoyê de gelên li ser vê erdnîgariyê rastî qetlîamên girseyî hatin. Heta mafên ku li Lozanê ji kêmnetewan re hatibûn diyarkirin û bi destnîşankirina heyeta Tirkan hatibû qebûlkirin jî bi cih nehatin û tenê armanc bû avakirina dewleteke neteweyî ya homojen. Ev gav hemû bi erêkirina dewletên Rojavayî hatin tescîlkirin.
* Li Lozanê heyeta Tirk a ku bi fen û lîstîkan gotin ‘Kurd û Tirk yek in’ û ‘Kurd tiştekî naxwazin’ piştî ku vegeriyan welêt gavên yekemîn ku avêtin qanûna 1924’an a yekperest, Plana Şark Islahatê, Polîtîkayên Îskanê, Qanûna Leşkerî, polîtîkayên qirkirinê yên ji Şêx Seîd bigirin heta Dêrsimê bûn.
* Pêngavên qirkirinê yên li ser hemû gel û baweriyan, polîtîkayên bişaftin û îmhaya çandî ya giran pêk anîn. Gelê Ermenî hat sirgûnkirin û dûrxistin. Heta di dibistanên xwe de jî rastî bişaftinê hatin. Gelê Suryanî li Lozanê jî nehat naskirin, destûr nedan ku mafê xwe yê nasname û çandê biparêzin. Civakeke din jî a ku navê wê li Lozanê nehate gotin jî Elewî bûn ku ji Qoçgirî heta Dêrsimê, ji Çorûmê heta Mereş û Sêwasê hatin qetilkirin û li gorî îdeolojiya fermî ya dewletê hewl hat dayîn ku baweriya wan were bişaftin. Her wiha gelê Êzidî ji ber bawerî û nasnameya xwe bi fermanan hatin qetilkirin. Di sedsala 21’emîn de li ber çavê hemû Netew-Dewletan li Şengaşê bi destê çeteyên hov yên DAIŞ’ê car din hatin qetilkirin û dîsa qirkirin li ser Jinan pêk hat.
Lê belê di van pêvajoyan de gelên bindest bi taybetî jî jinan serî netewand û li her qadê li dijî vê zilmê têkoşiyan.
* Civandina rastiya civakî ya gelê Kurd a ku li Lozanê hat perçekirin û yekitiya wî ya neteweyî yek ji pêngavên herî bingehîn yên ku dê wê komploya navneteweyî pûç bike ye.
Lê rêya jiyana bi hev re ya wekhev û azad ancax di neteweya demokratîk de pêkan be.
* Divê ji bo ku statuya yekane rêveberiya Rojava ku ev yek pêk aniye bê nasîn, pirsgirêka Kurda bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û hemû civakên li ser vê erdnîgariyê çanda xwe û baweriyên xwe bi awayekî azad bijîn, gav bên avêtin.
* Lozan li ber çavê gelan ne rewa ye û divê were betalkirin. Di şûna wê de, ji her demê bêtir hewcedarî bi peymanek civakî ya nû heye ku hemî cûdahî û nasnameyan bi heman rengî digire dest. Em jin, hêza sereke ya ku bi parastina çand, ziman û cudahiyên xwe rêgeza jiyana bi hev re birêxistin dikin in û hêza ku li hemberî zîhniyeta mêr a ku dixwaze bi polîtîkayên parçe bike û dabeş bike bi rê ve bibe hemû kêmneteweyan bixe nava dewleta Tirk in.
* Tevî ku dixwazin me jinan bi Lozanê mexdûr bikin jî, îro em wek nasnameyek bingehîn ya têkoşer û hêza demokratîk in. Em careke din bi baweriya ku wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan, pêdiviya avakirina neteweyek demokratîk, pergalek demokratîk a konfederal dubare dikin.”