Di 17 tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş hate kirin. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan mirin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er jî bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.
Dag û Er ji bo bidawîkirina binpêkirinên weke lêgerînên kêfî, tundiya fîzîkî, heqaret û zexta cilên yektîp, di 18’ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Malbatên Dag û Er ragihandin ku daxwazên zarokên wan hatine qebûlkirin û li ser vê yekê di roja 65’emîn de çalakî hatiye bidawîkirin.
Malbata Dag û Er ji bo li rewşa zarokên xwe bipirsin û silametiya wan hîn bibin çend roj bûn li başûrê Kurdistanê bûn û bi sazî û dezgehan re hevdîtin dikirin.