Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne

Dîroknasê swîsrî Hans-Lukas Kieser destnîşan kir ku Peymana Lozanê ji bo netew-dewletan “belgenameya baweriyê” ye û got ku Serokkomarê AKP’î Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne.

Peyama Lozanê ya piştî Şerê 1’emîn ê Cîhanê ku di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozana Swîsreyê di navbera Împaratoriya Brîtanya, Komara Fransa, Qraltiya Îtalyayê, Împaratoriya Jopanyayê, Qraltiya Yewnanistanê, Qraltiya Romanyayê û Qraltiyên Sirp, Xirwat, Slovenan û rayedarên Tirkiyeyê de hate îmzekirin. Piştî peymanê ‘netewe dewlet’ sazîbûna xwe temem kirin û mafên neteweyên di bin banê van dewletan de dijîn, di sedsala nû de, tune hesibandin. Peymana Lozanê ya ku bûye belgenmeya tunehesibandina wekhevî û demokrasiyê ya ji bo gelên bindest di sedsaliya xwe de jî tê nîqaşkirin. Profesorê ji Zanîngeha Zurihê ya Swîsreyê û Zanîngeha Newcastle ya Avustralyayê dîroknas Hans-Lukas Kieser ser encamên Lozanê yên siyasî, civakî, aborî yên navneteweyî rewşa heyî ji ajansa me re nirxand.
Kîeser anî ziman ku Peymana Lozanê di nava hêzên serkeftî yên Şerê 1’emîn ê Cîhanê û Tirkiyeyê de têkçûna dîplomasiyê da sekinandin lê belê aştiyê pêk neanî û got: “Peymana Lozanê bû navê sedsaleke bêyî demokrasiya civakî. Bi taybetî jî ji bo kurdan dihat wateya perçebûna welatê wan. Dîsa peyman berjewendiyên Osmaniyan û împaratoriyên neteweyî mayînde kirin û ewlehiya wan pêk anî. Bi tu awayî li Ewropa û Rojhilata Navîn demokrasiyê ava nekir. Dîplomasiya Navneteweyî hem faşîzma nû ya Mussolînî û Îtalyayê û hem jî faşizma bi tecrube ya tirkan hembêz kir.”
Kêmnetew nehatin hesibandin
Kieser diyar kir ku di wê demê de Lozan wek serkeftineke dîplomasiyê hate dîtin û wiha pê de çû: “Ji bo aligirên Xalîfet, Împaratoriyê û Pan-Tirkan Lozan tê wateya windakirin û biçûkxisitnê. Derdorên desthilatê jî bi heman awayî li peymanê dinêrin. Li gorî têkçûna sala 1922’yan em bên: Hikûmeta Enqereyê ya nû ji Şerê 1’emîn ê Cîhanê wek windakirî derket lê bele piştî 1918’an ji şerên Anatolyayê wek serkeftî derketibû. Li ser maseya muzakereyê ya Lozanê tenê dewletên serkeftî rûniştin. Her kes li gor berjewendiyên xwe tevgeriya û guh nedan ên ku ji hêla delegasyanan nayên temsîlkirin û yên nikarin xwe temsîl bikin. Cemîyeta Netewan piştî sala 1918’an li gorî plansaziyên xwe tevnegeriya, bala xwe nedan pêşeroja demokratik ya piştî Osmaniyan.”
Parçebûna kurdan
Kieser Lozanê ji hêla kurdan ve nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lozan dihat wateta perçebûna welatê kurdan û windakirina xweseriyê. Di Konferansa Sevrê ya li Parîsê de Kurd hebûn lê belê di Lozanê de delegasyona Kurdan tune bû. Herwiha di Konferansê de Ermen, Suryan û hin delegasyonên nefermî xwestin dengê xwe bidin bihîstin. Piraniya Kurdan piştî peyman hate îmzekirin pê hesiyan bê ka peyman ji bo pêşeroja Kurdan çiqas dê endamên kujer derxe holê. Gelek ji wan bawer kiribûn ku li dijî Xrîstiyanên xwecihî û hevalên wan ên derve, li cem Enqereyê sekinîn û li gel wan têkoşîneke îslamî meşandin dê li gorî qenciya wan be.”
‘Lozan kujerê demokrasiyê ye’
Kieser got ku “Lozan kujerê demokrasiyê ye” û wiha axivî: “Lozan hêj jî derbasdar e û ev rewşe hêj jî nehatiye derbaskirin. Lê belê dereng be jî gelek mirov pê hesiyane ku ji bo netewên di Lozanê de tune hatine hesibandin bi roleke navendî rabin, pêwîstiya ninûve avakirina demokrasiyê lezginî ye.”
Kieser da zanîn ku şirîkatiya Enqereyê û Rojhilatê bi endamtiya piştî sala 1945’an piştrast bûye lê bele her tim dubendiyan bi xwe re aniye û wiha got: “Bingeha vê yekê ya dîrokî Amerîkaya ku dixwest cîhanê ji nû ve ava bike û Rojhilatê Ewropaya ji şeran bêzar bûye ye. Serdestên Ewropayê di faşizm û netewperestiya tuj de lihev kirin. Wek Almanya û Îtalya dewletên din jî wek Con Tirk û Kemalîstan şoreşgeriya rastgir ecibandin. Neteweyên din di vê pêvajoyê de çarenûsa gelên din û yên ku çarenûsa xwe bi baweriya wan re girêdane pişta xwe zivivîn. Heman demê de hêzên rojhiatî di mijarên mafên Ermen, Kurdan û mafên neteweyên kêm mane bi levan dianî ziman û Tirkiyeyê bi zimaneke nermkirî qebûlkirin. Zanayên rast jî ji bo ku sedemên vê hevkariyê yên dîrokî derxin holê neçar man ku gelek bixebitin.”
Kieser li ser daxwazên Erdogan ên li ser maseya Lozanê sekinî û got: “Em dikarin hewldanên Erdogan wek xwestina nûkirina Lozanê pênase bikin. Erdogan dixwaze qerekterê Tirkiyeyê bigûherîne û bibe qerekterê ‘Bavê Tirkên’ îslamî. Li gorî Pantirkan û alîgirên xelîfetiyê Tirkiyeya Kemalîst mijara şermê bû. Erdogan di vê mijarê de di rêya Riza Nûr û Kadîr Misiroglû de dimeşe. Jinûve avakirina heyfhilanînê ya Erdogan rasterast dijî mirovên demokrat û mexdûriyetên neteweyên biçûk e.”
‘Lozanê berovajî dike’
Kieser îdia kir ku peymanên navnetewî peymanên sedsalî ne û dema dewletekê piştî sed salan nerazîbûna xwe nîşan bide dê peyman jinûve bê sererastkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sînordarkirina Peymana Lozanê ya bi sedsalan re ne pêkan e. Li ser vê mijarê aligirên Erdogan gelek gotegotan belav dikin û bendewariyeke dê 2023’yan de nûkirinê li Lozanê bikin didin avakirin. Ev hewldana xapandinê ye. Dibe ku otokratê Enqereyê xwe wek aktoreke siyasî pênase bike. Bi îstîsmarkirina kriz û pevçûnan, bi polîtîkayên qencan re hevaltî lê dijminên wan re jî lihevkirnê tenê dikare destkeftyên demkî bi dest bixe. Lê bele serkeftin cudatir e. Rewşa aborî, koçberiya kesên xwende û ji hemûyan zêdetir kêmbûna demokrasiye pêşeroja Tirkiyeyê bêqîmet dike.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar