Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Gerîlayên Azadiyê tevahî Kurdistanê diparêzin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber çalakiyên xurt gerîla silav kir û got: “Divê welatparêz xwedî li vê berxwedana gerîla derkevin û li dijî xeta xiyanet û hevkariyê jî ku bi dijmin re ye û xizmeta qirkirina kurdan dike, helwesteke xurt raber bikin.”

KCK’ê ji bo Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel û Şervan û Fermandarên HPG û YJA Starê hemûyan daxuyaniyek da û ji ber çalakiyên li dijî artêşa tirk a dagirker li Zap, Metîna û Avaşînê lidar xistin, fermandar û gerîla hemû pîroz kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCK’ê de wiha hate gotin:

“Ji 19’ê tîrmeha 2023’yan ve Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyên xurt derbên giran li artêşa tirk a dagirker xistin. Bi taybetî çalakiyên li Zap, Metîna û Avaşînê derbeke mezin li artêşa tirk a dagirker dan. Ji ber van çalakiyên xurt em gerîla û fermandarên HPG û YJA STAR’ê hemûyan, bi taybetî fermandar û şervanên li Zap, Metîna û Avaşînê ji dil û can pîroz dikin, van çalakiyên wan ên mezin silav dikin. Her wiha em hevreyên xwe yên ku tevkarî li çalakiyên ku 19’ê tîrmehê, 20’ê tîrmehê û 21’ê tîrmeha 2023’yan kirine û beşdar bûne, yek bi yek pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em Pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûr, Şehîd Savaş Maraş û Bazên Zagrosê û çalakiyên ku di çarçoveya van pêngavan de hatine kirin silav dikin û serketinê dixwazin.

‘Em Fermandariya Xwe ya Biryargeha Navenda Parastina Gel pîroz dikin’

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ( FBNPG) bi lêdan û sekna gerîla ya ji kûrahiya taktîkî û stratejîk, hêzên dijmin ê faşîst ê dagirker, bêçare hiştin, konsepta wan pûç kir. Bi van çalakiyan hem derbên giran li dijmin xistin, hem jî bû gelek hêz û moral ji gelê welatparêz ê Kurdistanê re. Bi vî aliyê xwe, ev çalakî hem bi dem hem jî ji aliyê çarçoveyê ve pir watedar bûn. Em Fermandariya Xwe ya Biryargeha Navenda Parastina Gel jî pîroz dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.

‘Şertê welatparêziyê yek jê dijî îxanetê hlwest girtin e’

Dewleta tirk a dagirker û qirker di 12’ê tîrmeha 2023’yan de li ser başûrê Kurdistanê planeke nû ya dagirkeriyê xist dewrê û bi taybetî li herêmên Zap û Metînayê dest bi êrîşên berfireh kir. Ev plan û hewldanên nû yên êrîşê careke din aşkere kirin ku dewleta tirk a mêtînger û qirker dixwaze tevahiya başûrê Kurdistanê dagir bike. Gerîla li dijî hewldanên operasyona nû ya dewleta tirk a qirker a li ser herêmên Zap û Metînayê ev çalakî li dar xistin. Ji ber vê yekê ev çalakî jî di nava de berxwedana gerîla, tê wateya parastina başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê. Divê ev rastî baş were dîtin û fêhmkirin. Gerîla li her derê destketiyên gelê kurd û Kurdistanê diparêze, ji bo vê şer dike û li ber xwe dide. Divê welatparêz xwedî li vê berxwedana gerîla derkevin û li dijî xeta xiyanet û hevkariyê jî ku bi dijmin re ye û xizmeta qirkirina kurdan dike, helwesteke xurt raber bikin. Ev şertekî welatparêziyê ye. Parastina Kurdistanê, azadiya wê û yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê bi vê helwesta welatparêziyê dibe.

‘Em soza xwe ya serketinê dubare dikin’

Gerîla bi stratejî û taktîk û asta fedaî ya Apoyî ku xwe gihandiye, daye xuyakirin ku têk naçe û bi van çalakiyên mezin careke din derxistiye holê ku wê Kurdistanê di her şert û mercî de biparêze û pratîka herî watedar a dilsoziya bi şehîdan re nîşan daye. Ev sekineke rûmetdar, watedar û hêjayî pesindayinê ye. Em careke din vê seknê teqdîr dikin, fermandar û şervanên HPG’ê û YJA STAR’ê hemûyan ji ber van çalakiyên wan ên serkeftî pîroz dikin, dibêjin silav û rêz ji bo wan. Di şexsê şehîdên Zap, Metîna û Xakurkê de, em şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, soza serkeftinê ku me dane wan dubare dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar