Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dem dema rexne, rexnedan, dîtina rastiyê û sazkirina siyaseta siberojê ye

Dema ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd dest bi têkoşînê kir, hemû nirx û rûmetên gelê kurd ên neteweyî di encama helwest û nezîkatiya dewletê û polîtîkayên bişaftin, înkar û tunekirinê de li ber tunebûnê bûn.

Di encama van polîtîkayên dewletê de gelê kurd ji çand, ziman û nasnameya xwe hatibû dûrxistin û jiyaneke rijî, ya beyî hişmendiya neteweyî ji ser gelê kurd dihat ferzkirin.

Êdî zext û zora dewletê gihîştibû wê astê ku, kesên bi kurdî biaxiviya rastî cezayan dihatin, ji bo her peyveke kurdî cezayê pere li kurdan dihatin birîn, gelek caran jî axaftina kurdî dibû sedema îşkence, binçavkirin, avêtina zindanê û kuştinê.

Ligel qedexeyên li ser çand, ziman û nasnameya gelê kurd, pîrozkirina Cejna Newrozê jî qedexe bû. Ji salên 1990’î heta vê demê, pîrozkirina Newrozê bûye sedema bi sedan kuştin û bi hezaran  binçavkirin, girtin û kuştina kurdan û ev feraseta dewletê ya  qedexe û înkarê hîn jî berdewam e.

Ji dîroka komara Tirkiyeyê heta vê demê bi hezaran gelê kurd ji bo Parastina çand û zimanê xwe û pîrozkirina cejna xwe ya neteweyî bûne hedefa feraseta dewletê ya înkar û qirkirinê.

Bi destpêka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd re Derbeya Leşkerî ya 12 ê Îlona 1980 xistin dewreyê. Armanca Derbeya 12 ê Îlonê jî, wekî derbeyên 1960 û 1971 ê destwerdan û desteserkirina nirx, rûmet û destkeftiyên gelê kurd û gelên tirkiyeyê bû.

Di encama Derbeya Leşkerî ya 12 ê Îlonê de pêkanînên faşîzane û îşkenceyên li zindaniyan dihatin kirin, bi tevayî li ser bingeha dûrxistina girtiyan a ji nirx û rûmetên wan ên neteweyî bûn.

Nivîsên “Türkçe konuş çok konuş” li dîwarên zindanê hatibûn daliqandin û bi vî awayî peyama; heke hûn bi kurdî biaxivin, hûn ê bên cezakirin û îşkence ji ser we kêm nebin. Lê ku hûn bi tirkî biaxivin, ji sibê heta êvarê dikarin biaxivin û tirkî axaftin pîvana parastin û bikindkirina rûmeta tirk û tirkîtiyê bû.

Ev nêzîkatiya bêrûmetkirinê, ji bo têkoşerên dîlgirtî bû sedema berxedan û rêzeçalekiyên bêhempa.

Di 21 ê Adara 1982 yan de Mazlum, di 18 ê Gulanê de Ferhat, Mehmûd, Eşref û Necmî, di 14 ê Tîrmehê de Xeyrî, Kemal, Elî û Akîf bedenên xwe dan ber mirinê û bi van çalakayên biryardar tarîtiya Zindana Amedê têk birin û Cara yekemîn bi van berdêlên giran serkeftin bidestxistin. Ev serkeftin jî bûn  bingeha çirûska destpêka destkeftiyan û xurtkirina têkoşîna azadiya gelê kurd.

Van destkeftiyan, di heman demê de bûn sedema avakirina sazûmaniya siyaseta kurd. Bi avabûna Partiye Hep ê re berpêbûna dewletê ya li hemberî gelê kurd zêdetir û dijwartir bû û  di serî de serokê Hep ê yê Amedê Wedat Aydın, bi sedan welatparêz û rewşenbîrên kurd ên ku di Parastina nirx û rûmetên xwe de bi israr bûn hatin girtin, bi îşkenceyên giran hatin qetilkirin û partiye Hep ê hat girtin.

Piştî girtina partiya Hep ê, partiyên Dep, Özdep, Hadep, Dehap, Dtp, Bdp, Dbp, Hdp ê yên ku berdewamiya kevneşopiya Aştî, Azadî û Demokrasiyê bûn her roj mezin bûn, bûn dengê gelan û heviya azadiyê, li bajar, navçe û bajarokên kurdistanê bi piranî şaredarî bidest xistin û di 7’ê hezîrana 2015’an de gel bi 6 milyon dengan 80 parlementer şandin meclisê.

Vê xwedîderketina gel a li Hdp ê tirseke mezin xiste nava dilê pergalê. Ji wê heta vê demê operasyonên qirkirina siyasî ji ser Hdp ê kêm nebûn.

Hevserokên Hdp ê birêz Demirtaş û Yûksekdag jî di nav de, bi dehezaran endam, rêveber, şaredar, parlementer û hilbijartiyên kurd di Zindanan de ne. Herî dawî jî beriya hilbijartina 2023’yan, ji bo ku pêşî li siyaseta kurd were girtin û gelê Kurd bêçare bihêlin, bi hincetên bêbingeh doza girtinê li Hdp ê vekirin.

Siyaseta kurd jî di demekê  kurt de di bin banê Ysp ê de xebatên hilbijartinê meşand û gencamên hilbijartinê li gorî hêvî û bendewarî û dil û daxwaza gel pêk nehatin.

Niha di pêvajoya piştî hilbijartinê de, ku di ser hilbijartinên  14 û 28’ê Gulanê re nêzî du Mehan derbas bûye de, rêveberiyên Hdp ê, Ysp ê û Dbp ê bi gel re civînên nirxandina hilbijartinê û tespîta kêmasî û nebesiyên ku hatine jiyîn li dar dixin.

Di civînên ku di rojên salvegera 14 ê Tîrmehê  û peymana Lozanê de pêk tên de nîqaşên tespîta kêmasî û nebesiyên hilbijartinê bi nêrîn, nirxandin, rexne û rexnedanan berdewam in.

Di van civînan de rexneyên sereke;

* Têkiliya siyaset û siyasetmedaran bi gel re qelse û di biryaran de nêrîna gel li ber çavan nayê girtin.

* Pîvanên ku tevgera kurd mezin kirine,  anîne vê astê û siyaseta kurd ji bo milyonan bûye hêviya aştî û azadiyê, hatine jibîrkirin.

* Mekanizmaya rexne, rexnedan, hesabdan, hesab pirsîn û venêrînê nayê xebitandin.

Ji bo çareseriyê û ji bo   meşandina siyaseta siberoja gelê kurd jî;

* Di sedsaliya Peymana Lozanê de pêkanîna yekîtî hevgirtina gelê kurd mijara sereke ye ku ev pêwistî ji bo azadiya gelê kurd mijareke jiyanî û jêneger e.

* pêwiste gelê kurd û siyaseta kurd vegere ser rê û rêbaz, pîvan û krîterên ku siyaseta kurd mezin kirine û anîne van rojan.

* Di kesayetiya birêz Öcalan de tecrît li ser hemû girtiyên Zindanan û tevahiya civakê tê meşandin. Sedema hemû pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî ev tecrîda şidandî ya ku tê meşandin e.

Ji bo ku tecrid were şikandin, divê siyaseta kurd bi aqil û biryarên hevpar ji bo şikandina tecrîtê rê û rêbazan peyda bike û bide pêşiya gel, bi hêza gel derfet werin afirandin ku birêz Ocalan rola xwe ya diyarker a ji bo aştî û azadiya gelan bilîze.

Nûçeyên Têkildar