Bi Şerê Cihanê yê Yekemîn re bela li ser belayê bi ser gelê kurd de hatin, jib o dizîn, talankirin û parçekirina Kurdistanê berjewendiyên hêzan bûn yek; ji peymana Sykes-Picot a 1916′an, peymana 1920′an a li bajarê Sefer ê Fransayê heta bi Peymana Qahîre ya 1921′ê û Peymana Lozanê ya 1923′yan.
Erdnîgariya Kurdistanê ya bi rûbera 550 kîlometre çargoşe û hejmara şêniyên wê 40 milyon mirov derbas dike di nava pencên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de di encama van peymanan de hate parçekirin û tê de mafên gelê kurd hatin paşguhkirin.
Di civînên navbera Brîtanya, Fransa û Rûsyayê de Rojhilata Navîn hate parçekirin û bû dewletok û ji bo 100 salî plan hatin danîn, bi wê re peymana Sykes-Picot a 1916′an hate pêşxistin û Kurdistan kir 4 parçe. Beriya wê jî di Peymana Qesra Şêrîn a 1639′an de di navbera Osmanî û Sefewiyan de cara yekemîn Kurdistan bû 2 parçe.
Pitî kurd beşdarî şerê serxwebûna yê 1919′an bûn, Kemal Atatûrk sozên xwe yên xwerêvebirinê yên ji bo kurdan pêk neanî.
Piştî wê peymana Enqereyê ya 1921′ê hate îmzekirin û li gorî wê Fransa herêmên mîna Cizîra Botan, Nisêbîn, Mêrdîn, Orfa, Melatya, Entab, Amed û Skenderon ku di bin kontrola wê de bûn dan dewleta tirk, wê jî krîzek ji bo kurdan çêkir. Rojava û bakurê Kurdistanê ji hev qut kir.
Ev peyman li beramber bidawîkirina nakokiya di navbera aliyên dijber hate îmzekirin û li gorî wê peymana Sefer a 1920′an ku tê de hatibû gotin mafê kurdan ê xwerêvebirinê heye, hate betalkirin. Piştre peymana Qahîreyê ya 1921′ê hate îmzekirin û ew xwerêvebirinê hate rakirin.
Dûre Peymana Lozanê di 24′ê Tîrmeha 1923′yan de hate îmzekirin û bû mîxê dawê ya di doza Kurdan de. Bi wê re di 29′ê Cotmehê de sînorên Tirkiyeyê yên çêkirî hatin avakirin. Lê piştî Atatûrk Kerkûk û Musil dan Brîtanya, wê beriya tevanî ew sînor nas kirin.
Piştî peymana Musilê di 1926′an de hate îmzekirin, sînorê di navbera Tirkiye û Iraqê de hatin nexşekirin. Brîtanya herêmên Kerkûk û Musilê di bin serweriya xwe de hiştin, bi wê yekê başûr û bakurê Kurdistanê ji hev qut kirin û her du aliyan soz da ku ev sînorên dawîn in û nayên guhartin.
Îran û Iraqê jî di 1937′an de yekemîn peymana nexşekirina sînor li Qesra Sed Abad li Tehranê îmze kir. Brîtanya di 1911′an de di dema kontrolkirina wê de sînorên Iraqê xêz kiribû.
Brîtanya û Fransa siaysetên çewisandin û kişandinê li dijî kurdan ji bo wan li dijî aliyên serwer fînanse bikin û bihêlin ew tawîzan bidin, bi kar anîn. Brîtanya şoreşa Şêx Mehmûd Barzancî bi dawî kir, bi wê yekê kud ketin tunelek tarî û biryara qirkirina wan xiste miryetê.
Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê tenazên xwe bi kurdan kirin û hewldana çanda wan biçewisînin û belavkirina gotinên “Ez kêfxweş im, ji ber ez tirk im” belav kirin.
Nakokiyên van dewletan li pêş dijminahiya kurdan nebûn asteng, mekanîzmeyên sêalî û çaralî ava kirin, agahiyên ewlehî û îstîxbaratî dan hev.
Di 1963′yan de Lîwaya Yermûk a artêşa Sûriyeyê tev li şerê Partiya Baasê ya Iraqê bû û kurdên li başûrê Kurdistanê çewisandin.
Di 1982′yan de peyman di navbera dewleta tirk û Iraqê de ji bo têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê hatin îmzekirin û li gorî wê Iraqê hişt dewleta tirk bi kûrahiya 5 kîlometre derbasî sînorê Iraqê be.
Piştî bandorên şerê karesatê yên girêdayî êrîşa li dijî Kuwêtê ya 1990′î û şerê duyemîn ê Kendavê di 1991′ê de û piştî têkbirina rejîma Sedam Hisên û Iraqê kete bin vîna navneteweyî êrîşa dewleta tirk li Iraqê zêde bû.
Dewleta tirk ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê bi terorê hincet girt, navend û nuqteyên xwe yên îstîxbaratî û baregehên xwe yên leşkerî yên zêdetirî 40 baregehî tesbît kirin.
Hikumeta navendî ya Irqê hişt dewleta tirk hebûna xwe zêde bike û êdî bi 5 kîlometre bes nekir û îro 150 kîlometre di nava xaka Iraqê de derbas dike.
Dewleta tirk bi awayekî aşkera van tiştan radigihîne. Her wiha Erdogan di 2016′an de îdia kir ku Musil, Kerkûk û Heleb di bingeh de bajarên Tirkiyeyê ne û divê tev li xaka Tirkiyeyê bin.
Medyayên dîjîtalê yên Tirkiyeyê propogandaya nexşeyên Mîsaqî Millî dikin û tê de bajarên Sûriyeyê, Iraqê û yên Yewnanistanê di nava sînorên dewleta tirk de aşkera dibin, li kêlek wê jî berpirsên wê car caran banga guhartina Peymana Lozanê dikin.
Erdogan hewl dide xewna borî hişyar bike û di vê yekê de rewşên meydanî yên tevlihev ên li Sûriyê û Iraqê bi kar tîne. Li kêlek wê jî PDK′ê piştgiriyê dide dewleta tirk û bûye alavek li dijî kurdan.
Di demekê de kurd hewl didin mala xwe komî ser hev bikin û lêvegereke siyasî ava bikin da ku qonaxa siyasî û leşkerî bi rê ve bibin, da ku li dîwarê Lozana duyemîn neqelibin, PDK′ê hebûna dewleta tirk li xaka başûrê Kurdistanê rewa dike û li kêlek wê şerê tevgera azadiya Kurdistanê dike û nakokiyên xwe bi YNK′ê re kûr kirin.
PDK′ê tu girîngiyekê nade xeteriya qonaxê û bandorên wê û xema tu armancên dewleta tirk di nexşekirina nexşeyên nû li ser hesabê kurdan naxwe.
Dewleta tirk hewl dide piştî 2023′yan li ser herêmê di aliyê aborî û ava herêmê de hegemon be, nexasim Derya Spî, Deryaya Reş û Deryaya Îcê. Bi wê re dikare hemû daneyên deryayî bi kar bîne.