Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayika Aştiyê: Rondikên çavên dayikan heman reng in

Dayika Aştiyê Rahîme Çelîk a ku piştî kurê wê yê li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer kir jiyana xwe ji dest da, di Meclîsa Dayikên Aştiyê de dest bi têkoşînê kir. Rahîme diyar kir ku gelê Kurd ji bo nasname, ziman û mafên xwe yên hatine înkarkirin têkoşînê dide.

Li dijî şer ên ku herî zêde li ber xwe didin û dengê xwe bilind dikin dayik in. Dayikên Kurdistanê li gel êşa dilê xwe ji bo ku xwîn neyê rijandin û aştiyek mayînde pêk were bi salan di nav têkoşînê de ne. Dayikên Aştiyê ji bo ku li dijî şer têkoşînê bidin  Meclisa Dayikên Aştiyê avakirne û di bin banê wê meclisê de hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê xebatên xwe dimeşînin. Çîroka her dayikekê bi têkoşîn û êşê hatiye honandin. Yek ji van dayikan jî Rahîme Çelîk a 60 salî ye. Çelîk a ku di şert û mercên dijwar de jiyana xwe domandiye piştî ku kurê wê di şerê Kobanê de jiyana xwe ji dest dide, ji bo ku ji şer re bêje na di nav dayikên aştiyê de cihê xwe girtiye. Dayika Rahîme ji Ajansa JinNewsê re behsa jiyana xwe kir.

‘Hezkirina min a xwendinê di dilê min de ma’
Dayika Rahîme ku bi eslê xwe ji gundê Bênîn ê girêdayî navçeya Pasûr ya Amedê ye  wiha behsa zarokatiya xwe dike: “Zarokatiya min jixwe li gund derbas bû. Em 4 xwişk û 6 bira bûn. Me bi karê titûnê debara xwe dikir. Di zarokatiya min de tişta ku herî zêde di dilê min de maye hezkirina min a ji xwendinê ye. Min gelek dixwest ku bixwînim û perwerde bibînim.  Min gelek xwest biçim dibistanê lê malbata min min neşand. Min dîsa jî hewil dida ku xwendin û nivisandinê hîn bibim. Gava hevalên min ji dibistanê dihatin diçûm gel wan û ew çi hîn bibûn ez jî wan fêr bûm û bi vî awayî hîn bûm.”
‘Jiyana min zahmet derbas bû’
Dayika Rahîme daxuyand ku ew di temenê xwe yê zaroaktiyê de hatiye zewicandin û ev tişt anî ziman: “Ez di 16 saliya xwe de hatim zewicandin. Wê demê gelek biçûk bûm. Piştî ku zewicîm ez çûn gundê Licê û li wir jiyana min berdewam kir. Piştî demekê hevjînê min ji ber lêpirsîna pevçûnekê ket girtîgehê. Piştî ku derket jî ji ber karê xwe yê siyasî hat giritn û 12 sal ceza lê hat birîn. Wê demê zarokên min biçûk bûn. Gundê me hat şewitandin û em ji neçarî hatin bajêr û min hewl da ku debara malbata xwe bikim. Di wê pêvajoyê de min gelek zehmetî kişand. Xaniyê me tune bû tiştekê me jî tune bû. Min jî bi nexş û karê dirûtinê hewl dida debara malbata xwe bikim. Ji aliyekî ve  jî diçûm karê çandiniya tûtinê û bi wî rengî min debara malbata xwe dikir. Lê dîsa jî têrî nedikir. 6 zarokên min hebûn hemû jî biçûk û dixwendin. Kurê min ê mezin 12 salî bû di dibistanê de gelek zîrek bû lê xwest ji bo debarê dev ji dibistanê berde. Min nexwest ew ji dibistanê derkeve lê rixmî hemû israrên min jî dev ji dibistanê berda û xebitî. Dîsa keça min a ji wî biçûktir ji bo debarê ji dibistanê derket û xebitî. Ji ber ku zarokên min dest ji perwerdê berdan ez gelek xemgîn bûm. Min zarokên xwe bi feqîrî û belengaziyê mezin kirin. Min gelek zahmetî kişand.”
‘Kurê min li dijî zilm û neheqiyê tevli tevgerê bû’
Dayika Rahîme, diyar kir ku piştî zarokên wê mezin bûn jiyana wê bêhtir zahmet bûye û got: “Kurê minê biçûk ji bo ku bixwîne min gelek hewl da û li ser sekinîm. Herî dawî zanînghe qezenc kir û xwend. Lê wî jî zilm û neheqiya li sere gelê xwe qebûl nekir û tev li nava tevgerê bû. Wextê ku şerê Kobanê dest pê kir kurê min berê xwe da Kobanê. Me demek dirêj jê agahî negirtin.  Piştre em hîn bûn ku şehîd bûye.”
‘Ji bo aştiyekê mayînde ketim nav dayikên aştiyê’
Dayika Rahîme, da zanîn ku ew piştî şerê Kobanê ketiye nav dayikên aştiyê û wiha axivî: “Piştî şehadeta kurê xwe ez gelek êşiyam. Ji bo ku ji şer re bêjim na û aştiyekê mayînde pêk were min di Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girt.  Em dayik dilê me gelek diêşe. Li gel vê êşa dilê xwe ji bo ku dayik negirîn û li ser vê axê xwîn nerije em têdikoşin. Mafê gelê me tune tê hesibandin, zimanê me qedexe ye, nasnameya me nayê qebûlkirin. Li ser van pêkanînan ji ciwanan bigire heta dayikan têkoşînek tê dayîn. Em jî ji bo aştiyeke mayînde têkoşînê didin. Dayik naxwazin ku zarokên wan werin kuştin. Dayik li ku bin dema rondikan dibarînin rondikên çavên wan heman reng e.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar