Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zapê, Avaşîn û Metînayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve berdewam dikin. Hat ragihandin ku ji duh ve li herêman şer dijwar bûye. Piştî dijwarbûna şer li Fermandariya Leşkerî ya Çiya û Komando ya Colemêrgê jî çûn û hatina ambulansan gelek zêde bûye. Di dîmenan de jî vê kêliya ku gelek ambulans diçin fermandariyê xuya dibin. Gelek helikopter jî hatine fermandariyê. Piştî ambulans cenazeyên leşkeran û leşkerên birîndar anîn fermandariyê helikopter jî ji wir difirin û diçin.
Li ser sînor tevgera ambulans û helîkopteran
Piştî şerê li dijî herêmên Avaşîn, Zapê û Metînayê dijwar bû, li Fermandariya Leşkerî ya Çiya û Komando ya Colemêrgê jî trafîka ambulansan gelek zêde bû.