Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin

Leşkeran li Akbelen a berxwedan lê didome êrişî Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û parlamenter Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca kirin. Wekîlên ku bertek nîşanî êrişê dan, bi gel re çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. 

Li Daristana Akbelenê ya bi ser navçeya Mîlasa Mûglayê ve ji bo kana komirê dar tên birîn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenter Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca ji bo piştgiriya berxwedana gel a li herêmê bikin hatin Akbelenê. Akin û welatiyên pê re rastî êrişa leşkeran a bi ava şid û gaza îsotê hatin.

Di êrişê de Akin, Perîhan Koca û gelek welatî aciz bûn. Hate dîtin ku leşkeran gaza îsotê bi taybetî li rûyê Koca kir.
Piştî êrişê Îbrahîm Akin û Perîhan Koca bi gel re li ber barîkata leşkeran çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Koca ya ku li vir axivî, wiha got: “Em li vê derê bi gelê Akbelenê yê 2 sal in li ber xwe dide re axivîn. Ketina me ya daristanê ku mafê me yê herî xwezayî yê hemwelatîbûnê ye hate astengkirin. Destûra xwe ya bingehîn bi xwe binpêkirin, êrişî wekîlên vî gelî kirin. Ji kêliya ku em hatin cem gelê Akbelenê bi copan, gaza îsotê û bi TOMA’yan em qewirandin. Ne ji çeteyani, komên sermayeyê û talankeran re ji wekîlên gel re barîkatan deynin.”
Çalakiya rûniştinê ya li ber barîkata leşkerî hatiye destpêkirin didome.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar