Şêniyên bajêr ji bo peydakirina avê sehrîc û bîran bi kar tînin. Lê ava bîran ji ber şorbûnê wê ji bo vexwarinê bi kêr nayên.
Ji ber pirbûna jêderên avê, rojane şêniyên Hesekê bi nexweşiyên mîna; navçûn, jehrîbûn, nexweşiyên çermê û verişîn dikevin. Ev av li ser nexweşên gurçikan jî xetereyekê çêdike.
Têkildarî mijarê, çavdêrê beşa ambulansan a Nexweşxaneya Gel a Hesekê Ehmed Ferhan ji me re axivî û got: “Ji ber qirêjbûna avê li Hesekê, rojane 100 rewşên nexweşiya jehrîbûn û nexweşên çermê tên nexweşxaneyan.”
Ferhan da zanîn ku ji bo nexweşên gurçikan pêwîst e ava nexweşxaneyan jî bê dezenfektekirin, lewma qutkirina avê bandoreke mezin li nexweşxaneyan jî kiriye.
Ehmed Ferhan bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku çareyên lez ji bo avê yan ji bo stasyona Elokê bibînin.