Silav ji were xwînerên hêja û bi qîmet. Ji ber ku ez 13 mehan girtî mam, min ji neçarî navber dabû nivîsên xwe. Ez ji we dûr ketibûm. Ji niha û şûnde ez ê hewl bidim ku dîsa bi rêk û pêk hefteyê rojekê bi were bim. Hewl bidim geşedanên di rojevê de analîz bikim û bi were parve bikim.
Xwînerên hêja di nivîsa destpêkê de dixwazim geşedaneke awarte ku li Amedê bûye wekî bûyerek asayî û rûtîn bi were parve bikim. Piştî ez hatim berdan û çend rojan çûm li gund mam, ez dîsa vegeriyam Amedê. Piştî salekê li vir tişta bala min kişand, zêdebûna balafirên şer ên li asîman difirin in. Balafirên şer ku bi nizmî li ser bajar difirin, ew dengê wan ê zêde avahiyan dihejîne. Perdeya guhê mirov diqetîne. Mirav xwe di nava herba cîhanê ya duyemîn de hîs dike.
Ji ber ku ev fira balafirên şer her roj didome, êdî ji bo şênî û gelê Amedê bûye bûyerek ji rêzê û rûtîn. Lê di rastiya xwe de bûyerek awarte û asta şerê heyî nîşan dide.
Li Tirkiyeyê gelek qadên ku balafirên şer jê radibin hene. Li Stenbol, Eskîşehîr, Îzmîr, Konya, Amasya, Balikesîr, Edene Meletî, Amedê navendên ku balafirên şer jê radibin hene. Lê li tu bajarî wekî Amedê her roj balafirên şer nafirin. Bi salan e her roj her roj balafirên şer difirin. Di nava mehekê de gelek caran balafirên şer ku ji Amedê radibin diçin çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin. Di van bombebaranan de heta niha bi sedan welatî ku bi piraniya wan şivan, gavan, karker û cotkar in hatine kuştin.
Rabûna balafirên şer a her roj li aliyekî şerekî nîşan dide. Wekî ji navên xwe jî tên zanîn “Balafirên Şer” ji bo biçin şer ji balafirgehê radibin û difirin. Li bajarekî ango li welatekî ku şer tune be balafirên şer nafirin. Li welatekî ku şer tune be, herî zêde butçe ji bo Wezareta Parastinê nayê veqetandin. Îro dema em li butçeya Tirkiyeyê dinerin herî zêde butçe ji bo parastin û leşkeriyê tê veqetandin. Li welatê ku demokrasî, edalet, aştî lê hebe, herî zêde butçe ji bo tenduristî, perwerde û qada civakî tê veqetandin. Lê hem veqetandina butçeyê ya ji bo qada leşkerî û hem jî rabûna balafirên şer ên ji Amedê nîşan dide ku li vir şerekî dijwar heye.
Rayedar û rêveberên hikûmeta vî welatî îddîa dikin ku li vî welatî şer tune ye. Îddîa dikin ku li vî welatî qeyrana aborî tune ye. Îddîa dikin ku li vî welatî pirsgirêka talankirina ekolojiyê tune ye. Lê dema em li mînakên şênber dinerin, em gelek delîl, belge û daneyên şer li vî welatî dibînin. Her ku balafirek şer radibe di qada aborî de gelek zerar dide aboriya vî welatî. Her ku balafirek şer çiyayên herêmê bombe dike, zerakek pir mezin dide ekolojiya vî welatî. Di encama bombebaranan de bi hezaran zindî tên kuştin. Daristan tê şewitandin. Hevsengiya avhewayê xera dibe. Şerê li herêmê zerarek pir mezin dide xweza, ekolojî, tenduristî, aborî û pêşeroja vî welatî.
Lê ji ber ku êdî firîna balafirên şer ji bo her kesî asayî û rûtîn bûye, bandora wan a li ser hewa, xweza, tenduristî, avhewa û aboriyê nayê dîtin. Li vê axê şerekî bênav heye. Ev şerê bênav zerarê dide hemû kesan. Heta ku hemû kesên li ser vê axê dijîn vî şerî nebînin, dê talankirina xwezayê û kuştina zindiyan zêde bibe. Dê qeyrana aborî kûr bibe. Ev yek bi her awayî bandorek neyînî li ser her kesî dike. Lê ev nayê dîtin.