Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Hewldana PDK’ê ya dorpêçkirina Zapê

Di demekê de ku êrîşên dewleta tirk ên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, PDK'ê jî di ser Amediyê re hêzeke mezin ber bi qadên gerîla ve şand. Dîmenê vê liv û tevgerê hate kişandin.

Ji dîmenan hate dîtin ku hêzên PDK’ê li çiyê bi kepçeyan rêyên nû çêdike û ji cihê ku bendava Zapê lê ye ber bi bi qadên gerîla ve diçe.

Li gorî agahiyan, PDK bi taybetî hewl dide li Geliyê Reşawa, Gera Çelka û Mêrgê bi cih bibe û nuqteyên nû ava bike.

Hate ragihandin ku ev liv û tevgera hêzên PDK’ê ya ber bi qadên gerîla ve ji bo temamkirina wê dorpêçê ye ku artêşa tirk a dagirker dixwaze li Zapê pêk bîne.

Piştgiriya zêde ya PDK’ê ku van salên dawî dide êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di nava Kurdan de dibe sedema nerazîbûnên zêde.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar