Peymana Lozanê ku di navbera dewletên serketî yên Şerê Yekemîn ê Cîhanê û Komara Tirkiyeyê de di 24’ê tîrmeha 1923’yan de li bajarê Swîsre Lozanê hat îmzekirin û bi awayekî fermî Kurdistan kir 4 parçe, sedsala xwe li dû xwe hişt. Beriya peymanê destûra bingehîn a 1921’an li hemû gelên li ser axa Anatoliya û Mezopotamyayê dijîn soza jiyaneke hevpar dida lê bi îmzekirina peymanê axa ku gelê kurd bi sedan salan li ser dijî di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de kirin çar parçe. Kurdan sedsala bihurî li dijî polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê yên van dewletan bi têkoşînê derbas kirin û ji bo pûçkirina van polîtîkayan hewl didin yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin
‘Çareseriya Lozanê Komara Demokratîk e’
Dîroknas Erdogan Aydin diyar kir ku bi Peymana Lozanê ji kurdan re konsepta îmha û înkarê xistin meriyetê û destnîşan kir ku teza “Komara Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çareserî ye.
Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin, der barê polîtîkayên beriya Lozan û piştî Lozanê li dijî kurdan tên meşandin û nexşeya rê ya ku divê kurd di sedsala duyemîn de bişopînin de nirxandin kir.
Wesfa destûra bigehîn a 1921’an
Aydin, diyar kir ku Destûra Bingehîn a 1921’an ji bo du hêmanên damezirîner ên welat ên tirk û kurdan wekhev e û wiha got: “Di vê destûra bingehîn de destnîşankirina tirkitiyê nîne. Kurd bûn jî bi taybetî derbas nabe lê ev destûra bingehîn di heman demê de makeqanûneke rêveberiya herêmî û xweserî diparêze bû.”
Yekitiya hevpar
Erdogan, destnîşan kir ku yekîtiya hevpar hem di Destûra Bingehîn a 1921’an de hem jî di belge û girtekên hevdîtinên serdemê de hatiye nîşandan û wiha berdewam kir: “Tevî ku dîroknasên fermî vê yekê ji me vedişêrin jî, di kongreyên Erzirom û Sêwasê de encamên deklarasyonan hebûn ku her du gelên xwişk û birayên hev in mafên nîjadî û civakî bi kar bînîn û pêş bixin. Mînak di girtekên Meclisê de gotina kurd û tirkan derbas dibû. Ya girîngtir di xala 2’yemîn a protokolên Amasyayê de bi awayekî zelal wiha dihate gotin; ‘Welat cihê ku tirk û kurd lê dijîn e û di vî welatî de tirk û kurd bi şertê ku rêzê ji mafên netewî yên hevdû re bigirin xwişk û bira ne.”
Stratjiya serwerdan a Lozanê
Erdogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ber bi Lozanê ve diçûn pêdivî bi bingeke lihevkirinê hebû. Di dema ev bingeha lihevkirinê li Lozanê hate parastin, li Meclisê delegasyon hate hilbijartin. Çîna serwer a kurd ji bo di wê delegasyonê de cih bigirin neketin nava hewldanan. Çîna serwer a tirkan çi digotin ji ber baweriya wan pir pê hebû, piştgiriya wan kirin. Lê di serî de Mûstafa Kemal, serokê delegasyonê Îsmet Înonu, mirovê duyemîn ê delegasyonê Riza Nûr, Serokwezîrê demê Raûf Orbay Turkçu bûn û van bi kurdan re bi awayekî demkî tifaqek kiribûn. Beriya Lozanê jî vizyonên wan ên stratejîk ên gelek girîng hebûn. Ew jî ev bû ‘Em ê li ser navê Meclisê û kurdan biçin Lozanê lê em ê qala tirkbûnê bikin, em ê tenê Komara Tirkiyeyê ava bikin û tenê hemwelatîbûna tirk esas bigirin.’”
‘Li Lozanê peyva kurd derbas nebû’
Erdogan, diyar kir ku bi vê stratejiyê çûne Lozanê, hevdîtin di vê çarçoveyê de meşiyan e û wiha lê zê de kir: “Tevî daxuyaniyên ingilîzan û welatên din ên li ser mijara hindikahiyan di hevdîtinên li Lozanê de, heyetên komîsyona hindikahiyan bi israr gotin ‘Bi tenê hindikayiyeke olî heye, ew jî ji kesên ne misilman pêk tên, em kurdan an jî hindikayiyeke din a di nava misilmanan de qebûl nakin. Hevdîtin xetimandin û di encama vê xetimandinê de ingilîzan ev rewş qebûl kir. Di metnên encamê yên peyman û girtekan de peyva kurd û Kurdistan qet derbas nebû lê têgehên tirk, hemwelatîbûna tirk û Tirkiyeyê gelek caran hatin bikaranîn. Di encamê de dema peyman hate îmzekirin peymaneke ku nûnerên dewleta tirk di asta navnetewî de mafên xwe wergirtin û peyveke biçûk a gelê kurd lê derbas nebû derket holê.”
Erdogan, got ku “kesên weke nûnerên Meclisa Lozanê çûn, weke nûnerên dewleta tirk bi paş ve vegeriyan” û diya kir ku pêvajo di bingeha tasfiyeya kurdbûnê de teşe girt. Erdogan, diyar kir ku bi destûra bingehîn a 1924’ê înkara kurdan hate îlankirin û ji ber sozên beriya Lozanê dabûn kurdan bi cih neanîn Serhildana Şêx Sêîd pêk hat û wiha got: “Hinek vê girêdayî tasfiyeya xilafetê ve girêdidin, belê rast e para wê jî heye lê meseleya bingehîn ji nû ve parastin û îfadeya kurdbûnê ye. Piştî serhildanê qanûna Takrîr-î Sukun ku her tişt hate qedexekirin derket û li welat hema bêje rewşa awarte hate îlankirin. Piştî demekê di sala 1925’An de Plana Şark Islahatê hate îlankirin. Bi vê planê hewl dan kurdan bikin tirk, Kurdistana di nava sînorên Tirkiyeyê de bikin perçeyekî Tirkiyeyê.”
Erdogan, bal kişand ku polîtîkayên îmha û înkarê yên di vê pêvajoyê de li dijî kurdan tên meşandin rasterast bi Peymana Lozanê re hevrû ne û bal kişand ku divê ji sedsala yekemîn a Lozanê dersên girîng bên derxistin.
‘Çareserî komara demokratîk e’
Erdogan, ji bo tasfiyekirina Lozanê ya di sedsala nû de pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Komara Demokratîk a weke perspektîfa çareseriyê pêşkeş kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Komara Demokratîk tê wateya cihê ku li Tirkiyeyê her çîn, nasname, netewe û bawerî bi mafên xwe lê dijîn. Komara Tirkiyeyê ya bi Lozana îro hatiye avakirin, komareke antî demokratîk e û demokratîkbûna wê ya yekser ne tenê ji bo kurd, elewî û kedkaran, ji bo tirkan jî yekane derfeta aştiyê ye. Ji ber vê yekê têra nake ku tenê kurd xwe vebêjin. Divê tirk, ereb û ecem jî û hemû cîhan jî were qanehkirin. Ji ber ku kurd li Irak, Sûriye, Tirkiye û Îranê di warê sazîbûn, dewletbûn, xweserî û di mijara kirdebûnê ya siyaseta çalak de hatine heta astekê. Ji ber vê yekê divê em li bendê bin ku Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran hestiyar bin û vî mafî nas bikin. Divê em wan bidin zorê. Divê cîhan jî di vê mijarê de bikeve nava hewldanan. Lê ev zelal e; êdî ne pêkan e bi paş ve biçe. Em nêzî çareseriyê ne lê ka dê ev çareserî di demekî kurt an jî di demekî dirêj de pêk were wê gelên herêmê û hevsengiyên cîhanê diyar bikin.”