“Berxwedana bê hempa ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî mêtingeriya tirk raber dike, didome. Hevrêyên me Rojhat, Rojda û Şoreş ku bi têkoşînên xwe bûn afirênerên siberojên azad, li qada Metînayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Em di serî de ji malbata fermandarê wêrek ê demên zehmet Rojhat Hebeş, jina bi wêrek a gelê me Rojda û zarokê bi wêrek ê gelê me yê Ereb Şoreş re, ji hemû gelê xwe yê ereb û kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku wê dilsozê bîranîna şehîdên xwe yên pîroz bimînin û diyar dikin ku wê teqez armancên wan pêk bînin.
Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Rojhat Hebeş
Nav û Paşnav: Mecîd Mahmûdî
Cihê ji dayikbûnê: Kotol
Navê Dayik – Bav: Zubeyde – Hasan
Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeh 2023 / Metîna
Nasnav: Rojda Dîlan Demhat
Nav û Paşnav: Kezban Akşin
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik – Bav: Saadet – Şemsettîn
Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeh 2023 / Metîna
Nasnav: Şoreş Serhildan
Nav û Paşnav: Salih Silêman Ereb
Cihê ji dayikbûnê: Hesekê
Navê Dayik – Bav: Hiyam – Silêman
Cih û dîroka şehadetê Hezîran 2023 / Metîna