Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tevgera ekolojiyê tevî astengiyan li Cudiyê lêkolîn kir

Şandeya ekolojîstan ku xwest birîna daran û şewata daristanan a li Cûdî lêkolîn bike hat astengkirin. Şandeyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî astenkirinê da. 

Birîna daran a li herêmên Besta, Cudî, Gabar, Çilênimêja û şewata daristanan berdewam dikin. Bi pêşengtiya tevgera ekolojîstan a Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) şandeya ji Tevgera Ekolojîstan a Mêrdîn, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, OHD, ÎHD, Rêxistina HDP’ê ya Silopiya, Wan ÇEVDER, Koalîsyona Edaleta Avhewayê, Ekolojî-Siyaset û Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê pêk dihat ewilî çûn gundê Dêrgê û Girêçolya ya quntarên çiyayê Cudî lêkolîn kir. Pişt re şandeyê xwest ku biçin herêma ku şewat lê derketiye lêkolîn bike. Lêbelê rastî astengiya leşkeran hatin. Leşkeran bi hinceta,”Operasyon heye” nehişt ku şande derbas bibe.
 Li gel vê şandeyê li gundê Nevrû yê girêdayî bajaroka Bêspîn a navçeya Silopiyayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dawî li qirkirina ekolojîk û qirkirina daran bînin” hate vekirin.
‘Em ê raporê parve bikin’ 
Ewilî endama Komîsyona HDP’ê ya Ekolojiyê Menekşe Kizildere axivî. Menekşeye  bal kişand ser qirkirina xwezayê ya herêmê û got ku ew ê li dijî vê bêdeng nemînin. Pişt re Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç axivî. Murat, diyar kir ku ew ê di demên pêşiyê de rapora xwe bi raya giştî re parve bikin û got: “Îro weke tevgerên ekolojiyê bi pêşwaziya Şaredariya Silopiyayê me xwest ku cihê ku şewat derketiye lêkolîn bikin. Lêbelê em rastî astengiyê hatin û nehiştin ku derbas bibin. Heke ku kes li wir nebe û herêma ewlehiyê be çawa li wir agir derdikeve. Derbarê şewatê de gumanên me hene. Em ê rapora xwe ya hevpar ji raya gişti re parve bikin”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bibe dengê Cûdî, Cûdî tenê nehêle” bi dawî bû.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar