Rêber Apo gotiye ku tevî zext û zora li Kurdistanê ku ji serê serî ve hatiye pêkanîn, kiriye ku pêlên nû yên berxwedanê çêbibin. Ev diyalektîka bipêşveçûnê ya dîroka gelê me û partiya me ye. Di dîroka me ya têkoşînê de her wiha bûye. Berxwedan û têkoşîn her ku geş bûne, zext û zor zêde bûye, li dijî zext û zorahiya mêtinger ku zêde bûye, berxwedaneke xurttir û birêxistinbûneke baştir her wiha çêbûne. Palpişt û zemînekê pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê heye. Her kesê kêm-zêde bi dîroka Partiya me bizane, wê tê bigihîje ku pêvajoya 15’ê Tebaxê jixweber çênebûye, ne bêhazirî lê têr û tijê bûye, berovajiyê wê, pêvajoya temamkirina amadekariyan û birêxistinbûna ji nû ve, bi derketina derveyê welêt dest pê bûye û tabi sala 84’an bêyî sekin berdewam bûye; hemû xebatên rêxistinî, siyasî û pratîkî xizmet ji vê re kiriye. Diyar e ku kadroyan di vê pêvajoyê de xwe bi madî û menewî, fikirî, perwerdehî, leşkerî û fîzîkî xwe ji vê re amade kiriye.
Rêber Apo hîmên bingehîn ên têkoşînê danî, bi têkoşîna îdeolojîk re ku taktîka demê bû, têkoşîna me ya li dijî hêzên faşîst ên sivîl û hêzên komprador ên noker re dewleta mêtinger hîn wê demê ketibû nava fikaran û neçar mabû ku tedbîrên nû werbigire, polîtîkayên nû biafirîne. Lewma Rêveberiya Awarte di heman demê de ji bo astengkirina pêşketina tevgera me, ji bo tasfiyekirinê hat kirin. Ji xwe gelek kes hatin girtin. Kadroyên pêşeng ên partiya me hema bibêje hemû beriya 12’ê Îlonê hatibûn girtin.
Vekişîna Rojhilta Navîn biryareke stratejîk bû
Di vê pêvajoyê de pratîkên Hîlvanê û Sêwregê gelek giring bûn. Li dijî mêtingeriyê û hevkarên wan, têkoşîneke pir bi biryardarî û îdia bû. Amatoriyên xwe hebin jî aliyê wê yê azadîxwaziya demokratîk û demokratîk gelek bandor li gel kir. Hingê jî rê li ber hişyarbûna neteweyî vedikir. Tevger ku zû bi zû mezin bû, dewleta tirk a dagirker-mêtinger dît ku rêveberiya awarte têr nake, berê xwe da faşîzma 12’ê Îlonê. Faşîzma 12’ê Îlonê ne bi tenê ji bo partiya me ji bo hemû hêzên şoreşger pêvajoyeke nû bû. Kadroyên pêşeng ên tevgera me bûn dîl. Diyar bû ku wê dijmin bi stratejî û taktîkeke çawa bi ser me de bê. Rêber Apo ev zû ferq kir û li wê gor tidarek kirin. Gava derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona sala 1980 çêbû hemû komên çepgir derbeyên stratejîk xwarin, PKK’ê dest bi serdemeke nû û hêvîbexiş kir. Ji wê boneyê taktîka vekişînê hat pêkanîn.
Taktîka vekişînê ji bo me giring bû. Yek, xwe vekişandina Rojhilata Navîn ku têkoşîn lê geş bû, terciheke giring bû ku me kir. Ev di heman demê de nîşaneya biryardarbûna me di têkoşînê de bû. Piştevaniya me bi belê Filistînê re bû, derbirîna karakterê enternasyonel ê tevgera me bû. Ya herî giring jî ew bû ku me di têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma 12’ê Îlonê de nirxandinên berfereh ên îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û taktîkî kirin. Bi biryarên di Konferansa 1’emîn û 2’yemîn de hatin dayîn, ji hingê ve dest bi pêngaveke taktîkî hat kirin. Hemû amadekarî, têkoşîn û perwerdehî li ser vê bûn.
Sûda ji Vîetnamê hat girtin
Di vê pêvajoyê de lêkolîna dîroka Kurdistanê hat kirin. Çima berxwedanên li Kurdistanê zêde ne ajotiye. Bo mînak; dandestpêkirina serhildana Şêx Seîd beriya wextê xwe, kirina komployê li Seyîd Riza û wd. niqaş hatin kirin, encam jê hatin derxistin. Şoreşên cîhanê bûn îlham, ders jê hatin derxistin. Bandora Şoreşa Vîetnamê berdewam bû. Me vekolîna şoreşa Vîetnamê kir, em pir li ser sekinîn. Bo mînak; ji bo nirxandinê ya jî ji bo mirov pêngava 15’ê Tebaxê û wê bide ber hev, divê mirov diyar bike. Pêngaveke bi şoreşgerî heye ku bi navê êrîşa Tet tê zanîn. Sala 1968’an li başûrê Vîetnamê hatiye kirin. Bakurê Vîetnamê sala 1954’an tê rizgarkirin. Lê li başûrê Vîetnamê şer bi salan berdewam dibe. Êrîşa Tet ku sala 1968’an hatiye kirin, wek xaleke werçerxê ya jî destpêka dawiyê pênaseya wê hatiye kirin. Êrîşeke mezin e, bi hezaran şoreşgeran cih di nav şer de girtiye. Pêngaveke ku bi salan haziriya wê hatiye kirin. Li dijî hêzên dagirker ên Amerîkayî hatiye kirin. Pêngaveke mezin e û encam jê hatiye wergirtin. Ji ber ku pê derbe li hêzên dagirker hatiye xistin, berê geşedanan pê diyar bûye, pêvajo pê bi lez û bez bûye. Û jixwe di nava 2-3 salan de hêzên Amerîkayî bi tevahî terka Vîetnamê kiriye, têkoşîn bi serkeftina şoreşa Vîetnamê bi encam bûye. Pratîka me herî giringî pê daye û di warê yekîneyên propagandayê yên çekdar de, ji me re herî pir bûye ders, ew e ku HoChiminh Giap erkdar kir û bi koma propagandayê ya çekdar bi 34 kesan, şer û şoreş da destpêkirin. Meşa dirêj a Mao heye. Mao herî pir bi wê tê naskirin. Kûrahî û hostahiya wî ya taktîkî ji vir tê. Her wiha şoreşa Kubayê; Fîdel Castro û hevalên xwe ku perwerdehî dît û bi şûn de, sala 1956’an xwest bikevin nav erdê Kubayê û ketin kemînê, bi hêzên Batîstayê re pev çû, gelek wendahiyên xwe çêbûn, ji komeke zêdeyê sed kesan ma hêzeke bi 12 kesan. Ev destpêk e. Bi çalakbûna vê hêza cewherî ya bi 12 kesan şoreşa Kubayê çêbûye. Di nava du salan de sala 1958’an li Kubayê şoreş çêbûye. Ev hemû, mînakên têkoşîn û şoreşê ne ku me nirxandina wan kiriye.
Amadekariyên 15’ê Tebaxê
Me ji hingê ve niqaşa di stratejiya şerê gel a demdirêj de propagandaya bi çek kir. Pêngaveke wisa hewce bû. Biryareke giring bû. Ev biryar di Kongreya 2’yemîn a partiya me de hat dayîn. Di pêkanîna vê de rolê diyarker yê heval Egîd û Mehmet Karasûngûr bû. Beriya ku tev li Kongreya 2’yemîn bibin jixwe çûbûn welêt. Xwe li başûrê Kurdistanê, li Zagrosan bi cih kiribû. Van hevalan amadekarî dikir. Piştî kongreyê divê êdî şer û berxwedan bihatana kirin. Hemû amadekarî wê li vê gorê bibûna. Lê beriya bi vê gelek heval carinan bi hestyarî nêzî pêvajoyê bûn, ji kûrahî û rolê wê baş fêm nekir. Rêber Apo li dijî vê her tim bi awayekê berferehtir û stratejîk nirxandina pirsgirêkan kir. Tê bîra min gava heval di Zindana Amedê de bûn şehîd, piraniya hevalan bi raporên xwe de dianî ziman ku divê mirov balafiran birevîne, çalakiyên xwekuştinê û yên fedaiyane bike û wd. Hevalên ev çalakî pêşniyaz dikirin jixwe hebûn. Partiyê helbet ev giring dîtin. Lê dihat zanîn ku serhildanên berê li Kurdistanê çawa bi encam bûne. Heman pratîk di şexsê PKK’ê de divê nehata dubarekirin. Anku divê bi awayekê birêxistinîtir, stratejîk û amadetir pêngavek bê kirin. Her tişt ji wê boneyê bû.
Koman piştî Kongreya Tebaxa sala 1982’yan li pey hev berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di van amadekariyan de rolê diyarker yê heval Mehmet Karasûngûr û heval Egîd bû. Komên pêşîn bi piranî xwe li Lolanê bi cih kir. Hin hevalan li hin xalên li ser diman, lê naven lê navend Lolan bû. Zivistana sala 1983’yan li Lolanê, hemû amadekarî û perwerdehî ji bo pêkanîna pêngaveke bi şoreşgerî bûn. Hevrê Şahîn li ser propagandaya bi çek broşurek amade kir û nirxandinên xwe kirin. Hevalên gihîştin başûrê Kurdistanê, dikarî xwe bidin ber berpirsyariyên pêvajoyê. Li wê gorê niqaş û perwerdehî berdewam bûn. Li ser propagandaya bi çekan perwerdehî û niqaş dihatin kirin. Rêziknameya propagandaya bi çekan a pêşîn hingê hat amadekirin. Wê taktîka me ya têkoşînê bi propagandaya bi çekan bibûya. Dibû ku propagandaya me û ya Vîetnamê yek bi yek hev û din negirta, lê wê bi awayekê li gor şertên li Kurdistanê bihata kirin. Bi vê armancê cihên herî stratejîk ên Kurdistanê, cihên ku welatparêzî herî pir lê xurt e, cihên ji bo têkoşîna bi çek bi keys bûn, wê bibûna esas.
Di destpêka sala 1984’an de hêz ji nû ve li hev kom bûn
Bi wan komên bi sê ya jî pênc hevalên ku me serê pêşîn diyar kirin, bêyî guman li gundên ku diçûn, ji kesên ku bidîtana re, behsa rewşa li Kurdistanê, bi taybetî pêkanîna faşîzma 12’ê Îlonê, berxwedan li dijî wê ya di zindanan de, bêhtir behsa Mazlûm, Kemal, Hayrî û Çaran dihat kirin. Gava dihat gotin ku em ê bi têkoşîna bi çekan û bi pêngaveke stratejîk li Kurdistanê şoreşê bikin, bivê nevê gel difikirî ku bê ka ev pêkan e ya na. Wê wek her car cardin dîrok dubare bibûya. Dibe ku mirov bi ser bikeve? Gel ji ber ku bawer nedikir, bi guman lê dinihêrt. Hingê ne pêkan bû ku mirov pir bandorê li ser civakê bike. Bo mînak; herêma Botanê ne cihekê xerîbê çekan bû. Eşîr bixwe ji komên bi sê ya jî pênc kesan bi çektir û pirtir bûn. Ji wê boneyê taybetiyên ku mirov bikare bibe otorîte, qels bûn. Koçerekê welatparêz hingê pêşniyazeke wiha li hevalên me kiribû: ‘’Hûn bi vî awayê xwe nikarin zêde bi pêş ve biçin. Bipêşveçûna ku hûn difikirin û xeyal dikin, hûn ê nekarin pêk bînin. Çekên di destên we de, di destên me de jî hene. Hûn sê ya jî pênc kes in, lê eşîra me ya jî eşîrên din qelebalixtir in. Ji lew ma hûn nikarin bibin otorîte. Eger hûn bixwazin gel qanih bikin, bibin otorîte, bi derûnî bandorê li ser dijmin bikin, biçin bigirin bi ser Perwariyê de, biçin bigirin bi ser navçeyeke din de. Hema saetek, rojek be jî bila di destên we de bimîne. Wê hingê dengê wê belavê her derê bibe, hûn ê bên naskirin. Ên ji we hez bikin wê bi we re bin, ên ji we fikaran bikin û ne bi we re bin wê fikaran ji we bikin û bitirsin. Anku hûn ê hikum bikin.’’ Bêyî guman ev encamên rast bûn ku bi tecrûbeya jiyanê çêdibûn. Wisa jî dibû. Yekîneyên propagandayê yên bi çek ên pêşîn, yekîneyên piçûk ji bo amadekariyan ji xeynê çavdêriyeke hêsan û serweriya li ser hinek erd, zêde bandor li ser civakê nekir.
Lewma sala 1984’an daxwaza anîna ba hev a hêzan û nirxandina rewşê hat kirin. Heval Ebbas bi vê pêvajoyê re mijûl bû. Komên li welêt jî hatibûn Başûr. Jixwe di civînên me yên rêveberiyê de jî biryar hatin dayîn, nirxandin hatin kirin. Xebatên ji pêş re hatin kirin êdî bes bûn. Nedibû ku mirov di heman xebatê israr bike û cardin bi komên bi sê ya jî pênc kesan li xebatê dewam bike. Dibû ku bi rêbazê tevger û pêngava em lê difikirîn ji paş re biketina û bi neyînî bandor li ser bikira. Xebatên dihatin kirin ji bo gihîştina hin armancên mezin avêtina hin gavên bandorbar, bes bûn. Ji wê boneyê bi komeke bêhtir birêxistinkirî û pirtir destwerdanek li pratîka Bakur hat kirin û anku dest bi pêvajoyeke nû hat kirin.
Avakirina HRK’ê
Komên propagandaya bi çekan ên pêşîn li ser vî asasî û di vê serdemê de çêbûn. Yekîneya Propagandaya Bi Çekan a 14’ê ji bo herêma Botanê hat şandin. Yekîneya Propagandaya Bi Çekan a 21’ê Adarê bi piranî ber bi herêmêa Colêmergê û Şemzînanê ve hat birêkirin û Yekînyea Propagandaya Bi Çekan a 18’ê Gulanê jî ber bi herêmê Şax-Wanê ve hat birêkirin. Ji van her sê Yekîneyên Propagandaya Bi Çekan birêxistinkirina cewherê artêşekê, di van xebatan de artêşbûnê ji xwe re kirina wek hedef û çêbûna hêzan di vê demê de, mîna kakilên artêşekê ne.
Lê ji raya giştî re nehatiye ragihandin. Bi pişt re Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) di vê serdemê de çêbû. Ev kom li qadên ku erkdar bûn li gor xebatên propagandaya bi çekan xebitîn. Bi pişt re ji raya giştî re hat ragihandin ku hêz bûne yek û bi pêngava xwe ya 15’ê Têbaxê bi awayê HRK’ê hatine birêxistinkirin. Xebata me ya propagandaya bi çekan a rêxistinkirî di encama xebatên sala 1983’yan de, meha Nîsanê û Gulanê ya sala 1984’an yekcar bû bi awayekê bi wesif. Rêxistinkirina bingehîn, awayê me yên bingehîn ê xebatê jî propagandaya bi çekan bû. Birêxistinkirina hêzên me yên propagandaya bi çekan ji sê tîman pêk dihat. Her yekîneyek ji sê mangayan pêk dihat. Di nava xwe de fermandarek û alîkar hebûn. Sê erkên bingehîn propagandaya bi çekan hene: Yek, birina rêxistina partiyê ber bi welêt ve, dema vekişînê tijekirina valahiya siyasî-rêxistinî. Avakirina şertên birêxistinbûnê yên Partiyê li welêt. Çêkirina cih ji gerîla re, ji bo destpêkirina têkoşîna bi çekan amadekirina şertên pêwist, danîna têkiliyê bi gel re, çêkirina cihên xwelêbicihkirinê, bi berhevkirina îstixbaratê pêkanîna lojîstîkê, keşfkirina welêt, diyarkirina cihên sereke û talî û wd. Sê, çêkirina şertên asgarî yên birêxistinkirina eniyan, bi kirina xebatan xwe gihandina girseyan û çêkirina bandora siyasî di nava gel de. Çêkirina şertên anîna ba hev a gel di nava Eniya Rizgariya Neteweyî de, propaganda û ajîtasyona çalakiyên ku wê bên lidarxistin, berhevkirina gel di nava refên têkoşînê de; bi vî awayî avakirina şertên birêxistinbûna eniyan ku ji çîn û qatên cuda civakê kes bikarin cih di nav de bigirin, birêxistina têkiliyên derketine holê û wd. Tevî ku erka sereke ne lidarxistina çalakiyên çekdarî bû, gava mirov keysê lê bîne, hêzên dijmin îmha bike, sîxûrên li ber bipêşveçûnê bibin asteng ceza bike. Lê erka sereke, xebata xwebicihkirin, birêxistinbûn û amadekariya ji bo têkoşîna bi çekan bû. Ji ber ku Partî berpirs e siyaseta Rizgariya Neteweyî bigihîne gel, bike ku gel di vî warî de bibe hişmend û dijmin teşhîr bike. Sedema hewcedariya me ya bi propagandaya çekan, ketina nav welêt a Partiyê bi propagandaya bi çekan; ji ber nebûna birêxistinbûn û şert û hêza şerê gerîla bû ku bikare xeta me ya şer rasterast pêk bîne.
Propagandaya çekdarî
Lewre pêdiviya şerê gerîla bi hêzeke girseyî, rêxistinbûn, bicih û binesaziyê heye. Ji ber ku binesaziya vê nîn bû propagandaya bi çekan dihat kirin. Hingê zemîna şerê gerîla û serhildanê nîn bû. Gelê Kurdistanê partiya me hêj baş nas nedikir. Hişmendiya gel a berpêyî dijmin qels bû û tu birêxistin nîn bû. Nakokî û asta birêxistinbûnê ne li gor serhidaneke bi giştî bû. Ji ber nebûna şertên serhildanê xizmeta propagandaya bi çekan bi awayê gerîla ji bipêşvebirina stratejiya şer ê gel ê bi berdewamî re bû. Jixwe bi salan bi şûn de bi propagandaya bi çekan, rê li ber bipêşveçûna têkoşîna bi çekan û xwe gihandina gerîla, bipêşvebirina gerîla û rabûna serhildanê ya gel, vebû. Di warê siyasî-rêxistinî de bi temamkirina şertên asgarî serdema propagandaya bi çekan bi dawî bû û cihê xwe hişt ji gerîla re.
Li ser giringiya propagandaya bi çekan divê mirov çend tiştan bibêje. Li Rûsyayê rolekê rojnameya Îskrayê heye ku pê radibe; em dizanin ku rojnameya Îskrayê hem bi erka xwe ya birêxistinbûnê, propaganda û ajîtasyonê radibe, hem hêmaneke perwerdehiyê ye; di birêxistinbûna Bolşevîkê de bi navbeyna Partiyê û girseyan de bi navgîneke bingehîn e ku pirê çêdike. Giringî û rolê propagandaya bi çekan ku me li Kurdistanê kiriye, mirov dikare bi giringiya Îskrayê ya li Rûsyayê bide ber hev. Em ji ya xwe re jî dibêjin ‘’Îskraya ji pêyan’’, hem jî erka xwe ya perwerdehî û hişmendkirinê gelek e. Diyar e ku di nava pêvajoya pratîk de propagandaya bi çekan li gor karîgeriya xwe xebitiye û geşedan jî bi vê xebatê bi teşe bûne. Û wê demê tu rojname, radyo û wd. ku mirov bikare xwe bigihîne girseyan nîn e. Asta xwendin û nivîsînê û çandî ya gel, têkiliya xwe bi gel re nahêle ev yek pêk bê. Lewma rêyeke bi tenê heye ku mirov pê xwe bigihîne girseyan; ew jî bikaranîna hêmana mirov e. Anku karekê hindik jî divê bi destên mirov bi rê ve biçe. Yên propagandaya bi çekan dikir, kadroyên herî şareza yên Partiyê bûn. Ji lew ma jî wê hem xwestina hesab ji hev a cidî bi van dest pê bibûya û wê bandora xwe li ser pêvajoya ji pêş re diyarker bibûya. Ya wê ev cewher baş bixebitiya bi gel re bibûya yek ya jî wê bi ser neketa û şansê wê yê jiyanê pir kêm bibûya. Ji wê boneyê propagandaya bi çekan, hem ji bo welat û gelê me hem jî ji bo Partiya me giringiya xwe gelek e.
Berxwedana li zindanan
Bi propagandaya bi çekan li qada Bakur, hejmar zêde bû. Li her qada ku lê ne mirov dikare bibêje eyalet jî. Li her eyaletê 30-40 heval hebûn. Êdî bi gundiyan re bi eşkerehî civîn dihatin kirin û li ser têkoşînê ku mirov wê çawa bike, civak serwext dikir. Hemana me ya propagandayê, argumana me berxwedana di zindana Amedê de bû. Gelek komên şoreşger li ber xwe dan û bi faşîzma 12’ê Îlonê hatin bêbandorkirin lê PKK’ê xwe zû bi zû da hev. Hinek propagandaya vê dihat kirin. Dihat gotin ku wê heyf bê standin, hêza tevgerê ku vê bike heye, xwe bi salan amade kiriye, perwerde kiriye, derfetên xwe hene, ya giring ew e ku gel jî di nav de cihê xwe bigire, behs û erk berpirsyariya divê gel pê rabe dihat kirin, li ber hişmendiya welatparêziyê behsa hişmendiya neteweyî jî dihat kirin. Kelecan hebû, civak kelecanî dibû, hêj bêhtir dixwest, kêfa wê dihat. Lê gelek pirsên wan hebûn jî hebûn. Cara yekem rast li rêxistin û hevalên wiha bi îdia hatibûn. Tiştên berê qewimîbûn ne tu hêvîbexş bûn. Ji ber ku hemû serhildan û berxwedan bi zalimî hatibûn têkbirin û her serhildan û berxwedan bi çend mehan li ber xwe dabû, ya herî dirêj salek li ber xwe dabû. Dipirsîn bê ka yên ji me re vê propagandayê dikin wê di demeke kin de têk biçin? Ew ku têk biçin, wê çi belayên mezin bi serê me de bên? Bi qasê ku bi îdia ne wê bikarin vê pêvajoyê bi pêş ve bibin û mezin bikin? Çêkirina pirsên wiha bi gel re jî, ji bo me bipêşveçûneke giring bû.
Biryara li ser 15’ê Tebaxê
Pêvajoya amadekariyê li ser vê bi pêş ve çû. Mirov dikare ji vê re bibêje pêvajoya amadekariya 15’ê Tebaxê. Ev bi Konferansa 1’emîn dest pê bûye û bi Konferansa 2’yemîn aliyê wê perwerdehiyê hat temamkirin û bi gavên din dest bi birêxistinkirina komên piçûk ên propagandaya bi çekan hat kirin.
Komên din telqîn, pêşniyaz, sûcdarî û fikar dikirin, pevçûn çêdibûn. Lê li dijî van hemû rewşên neyînî, Rêber Apo bi perspektîfa xwe ku tim geşe pê dida, bi talîmat, biryar û perwerdehiyê hewil dida ku bibe bersiv û gihîşt heta bi merheleyekê. Bi komên propagandaya bi çekan tişt dihatin dubarekirin. Divê mirov çalakiyên taktîkî yên cuda li dar bixistana û şoreş bikira daîmî. Haya heval Egîd ji vê hebû. Hevalan behs dikir, carekê li Botanê diçin ba heval Egîd, dibînin ku bi tenê ye û moralê wî tu nîn e. Heval ku sedema bêmoralbûnê jê dipirsin, wiha rave dike: ‘’Bi awayê xwe yê tevgera heyî em nikarin tu pêngavekê bi pêş ve bibin. Em bi roj xwe nîşanê kesî nadin, bi şev jî bi dizî diçin gundekî ya jî malekê. Dilê malbata em diçin bal, nerehet dibe, em dilnerehet dibin. Di nava 24 saetan de em ya malbatek, du malbat ya jî sê malbatan dibînin. Bi wê dilnerehetiyê em nedikarin behsa xwe bikin, ne jî ew ji me fêm dikin. Bi vî awayî, bi vê têkoşînê tu bipêşveçûnên mezin çê nabin.’’ Li ser vê heval niqaşan dikin. Heval Egîd wiha dibêje; ‘’Pêşniyaz û fikira min ew e ku em dev ji vî awayî berdin, hêzên xwe bînin bikin yek, bo mînak; li cihekê mîna Qilebanê bixin di rojekê ya jî di nava çend saetan de bikin bin kontrola xwe û derbeyan li dijmin bixin. Eger wiha be wê hem baweriya tevgerê pê çê bibe hem jî wê welatparêzî û zêde bibe. Wê kes bigihîjin tevgerê û em ê bibin otorîte. Em ê hingê bi rastî pêvajoyekê bidin destpêkirin. ‘’ Heval Egîd hingê tiştekê wiha dibêje. Ez ne şaş bim dikin rapor û dişînin ji tevgerê re. Jixwe du meh bi şûn de rêveberiya tevgerê nirxandina rewşê dike û biryar dide ku pêngava 15’ê Tebaxê bike.
Rêber Apo her tim ji me re wiha digot: ‘’Mirov dikarî pêngava 15’ê Tebaxê zûtir bikira. Eger nirxandina pêvajoya Başûr baş bihata kirin, mirov dikarî çend meh, heta salek zûtir dest bi pêngava 15’ê Tebaxê bike. Lê dîroka ku me diyar kir, nîveka sala 1984’an ya jî meha navîn a havînê bû. Nirxandin dihat kirin ku bipêşveçûna propagandaya bi çekan rê li ber vekiriye, rewşa rêxistinî û eleqeya gel di vê pêvajoyê de çi ye. Nirxandina geşedanên li Tirkiye, Kurdistanê û herêmê dihat kirin. Li gor amadekariyên heyî digihîjin wê encamê divê mirov dest bi pêngaveke dîrokî bike.
Hedef hatin diyarkirin
Gava ev agahî gihîşt ber destên me, ez û heval Egîd em bi hev re bûn. Pêşniyaza me ew bû ku em bigirin bi ser Qilebanê de. Hevalan di heman demê de sê cih dan ber xwe ku bigirin bi ser de. Yek jê Dihê. Yek Şemzînan, yek jî Şax bû. Dihê dûrê sînor bû. Sedema ku li ser Dihêyê biryar hat dayîn ew bû ku em kapasîteya xwe ya dandestpêkirina pêngavan û lidarxistina çalakiyan li cihên wiha di hundir de nîşan bidin. Her wiha wêrekkirina gel, derxistina pêş a hizirên welatparêziyê, ji bo çêkirina zexteke wiha derûnî li ser dijmin, giring bû. Lewre meha Gulanê ya sala 1983’yan berpêyî Başûrê Kurdistanê dest bi tevgera dagirkirinê hatibû kirin. Argumana wê ya hingê jî ew bû ku rêxistinên terorîst ên dabeşker li ser sînor digerin, em nahêlin bijî û wd.
Divê bê diyarkirin ku operasyona ku di sala 1983’yan de hatibû destpêkirin, bi hinek derbeyan hat pûçkirin. Mebesta me ew e ku ev pêngav ne li ser sînor lê li hindurê herêmê, li cihekî weke Erûhê kirin, bê guman wê bandor li dijmin kiriba. Dijmin wê bifikire ku nexwe ew li herêmên hundir jî birêxistin bûne, bingehên wan hene, têkiliyên wan bi gel re hene, cihê wan hene, amadekariyên wan hene. Di vê astê de pêş ketine, di vê astê de dest bi şer dikin. Ev yek wê bandorê li dijmin kiriba. Her wiha Çatak jî bi heman awayî bandoreke wisa çêkiriba. Şemzînan hinek cudatir e. Li Şemzînanê welatparêzî xurt bû, li gel ku berê gelek kêmasî hebûn jî, hinek welatparêzên nas û têkilî hebûn. Çalakiya li Şemzînanê dikaribû li Zagrosê ku em jê re dibêjin sêgoşe, bi bandor bibûya. Di vê wateyê de ev herêm bi vî rengî hatin diyarkirin. Bi vî awayî wek armanc hat hilbijartin. Ew bi rastî jî rast bû. Ji ber ku ger ne wisa bûya dijmin wê propagandaya vê yekê dikir, wê hin tiştên weke gotina, ji derve hatin çend gule berdan û çûn, wate, giranî û girîngiya tevgerê kêm kiriban.
Çalakiya Gaîp
Fermandarê Yekitiya Propagandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê, di heman demê de hevalê li welêt berpirs, hevalê Egîd bû. Wî yê plansaziya Dihêyê pêk bianiya. Heval Egîd li Botan-Dihêyê di nava amadekariyên giran de bû. Bi rojan kadroyan ji bo vê perwerde dikir. Çarçove û giringiya çalakiyê bi awayekê berfireh ji şervan û kadroyan re ku wê beşdarî çalakiyê bibûna, digot. Dîsa pêvajoyeke amadekariyê ya ruhî û psîkolojîk dibe. Di qada pratîkî ya çalakiyê de keşif, îstîxbarat, erdnîgarî, baregeh, qadên ku piştî çalakiyê bên vekişandin û hwd. amadekarî dihatin kirin. Hin caran me di sohbetan de henek dikir. Me digot, Gîap navdar e. Li Vîetnamê bi yekîneyeke propagandaya çekdarî a ji 34 kesan pêk dihat, dest bi têkoşîneke kir. Li dijî amerikî, japon û fransiyan bingeha têkoşîneke 30-40 salî avêt. Gîap kesekê hinek kurt û topik bû. Hevalê Egîd jî ji aliyê fîzîkî ve hinek dişibiya. Me ji heval Egîd re digot tişta ku Gîap kir hûn jî bikin. Heval Egîd heyecan, berpirsiyarî û cidiyeta vê bi awayekê kûr dijiya. Dema cara dawîn me xatir xwest jî me bi vî rengî xatir xwest. Êrîşa Dihêyê ne ji 34 kesan pêk dihat, lê nêzî hejmareke nêzî wê pêk hat. Fermandarê Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 21’ê Adarê Hevalê Abdullah Ekîncî jî di heman roj û heman saetan de êrîşa Şemzînanê bi serkeftineke mezin pêk anî. Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 18’ê Gulanê nekarî çalakiya Şaxê pêk bîne. Berpirsiyarê vê Terzî Cemal bû. Bi hincetên cuda gotibû ku nebû, me nekarî em bikin. Di encama êrîşa Dihê ya Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê û êrîşa Şemzînanê ya Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 21’ê Adarê de Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hat îlankirin. Çalakiyên navborî ku derbên giran li hêzên dewleta qirker-mêtînkar xistin û propagandaya gel kirin, di her qadê de bandoreke mezin kir. Hevalan qal dikir ku Rêber Apo şeva çalakiyê heta ku agahî bigire, di nava fikarên mezin û hestên giran de bû, dema agahî girt ku çalakî bi ser ketiye nefesek kûr girtiye û gotiye em bi ser ketin. Gotina ‘em bi ser ketin’ ya hevalê Hayrî ku dema li zîndana Amedê biryara rojiya mirinê hatibû girtin, got, vê carê bi pêngava 15’ê Tebaxê re derbasî çiyayan bû. Ala berxwedanê wê êdî li lûtkeyên çiyayan li ba bûba. Jixwe amadekariyên çalakiya 15’ê Tebaxê li ser ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê û berxwedana Mazlûman û Çaran hate pêşxistin. Ji ber vê yekê wê ala serkeftinê ya berxwedana zindanê ku van erk û berpirsiyariyan li pêşberî dîrok û civakê bi rûmet û serkeftineke mezin pêk anî, wê êdî li lûtkeyên çiyayan li ba bibe. Di vê wateyê de di 15’ê Tebaxa 1984’an de rûpeleke nû di dîroka Kurdistanê de hate vekirin û destpêkek nû hatibû kirin.
Şoreşa Kurdistanê hê jî dewam dike
Rêber Apo serkeftina pêngava 15’ê Tebaxê tenê bi têkoşîna çekdarî sînordar nekir, her tim ji vê wêdetir dest girt û nirxand. Her tim girîngî da bi pîvana wê ya îdeolojîk, polîtîka û stretejiya wê ya di pratîkê de, taktîka wê, derfetên wê yên di têkiliyên navneteweyî de derkevin, bandora wê ya li ser dijmin, asta bandorê wê li ser civakê û bi perspektîfa dîrokî nirxand. Piştî 15’ê Tebaxê tu tişt weke berê nebû. Dijmin bi hêrseke mezin bi ser tevgera me ve hat. Wê demê digotin, rojek emrê wan heye, em ê di nav 72 saetan de biqedînin, dawiya wan hat, hatin dorpêçkirin. Bi vî awayî zextên psîkolojîk dikirin û bi rastî jî hemû hêza xwe seferber dikir û hinek ji dîrokê îlham digirt û bi vê giraniyê tevger dikir. Lê dema ku dît rewş qet ne wisa ye, vê carê cidiyet û wehameta rewşê dît. Li gor wî dest bi polîtîka û amadekariyan kir.
Piştî 15’ê Tebaxê dijmin çend hefteyan tu bertek nîşan nedan. Lê tevgera şoreşger jî bêtecrûbe bû û pêngav li ser pêngavê nekirin. Hevalên me li hêviyê bûn ku wê dijmin çawa bi ser me de were, bi hizir tev digeriyan. Dijmin jî bi fikara ku piştî vê pêngava dîrokî wê êrîşên çawa bibin, tev nedigeriya. Vê rewşê zêde li ber xwe neda.
Gel nirxandina vê pêvajoyê baş dikir. Hinekan ji hevalan re digot ku wê şoreş çê bibe. Ji leşkeran re ku hatine gund, gotiye heval li vir in, hûn çima hatine û leşker tavilê vegeriyane. Komek heval ev behs dikir. Êvara 15’ê Tebaxê li zozanan diçin ba koçeran û her kesî li ber roniya fanosê berhev dikin û ji jin û mêr û ciwanan re danezana 15’ê Tebaxê dixwînin. BBC’yê ku nûçe weşand, li Dihê û Şemzînanê tilîlî hat kirin, govend hat girtin. Bi gel re bandor û coşeke wiha çêbû. Ya giring ew bû ku mirov vê pêngavê hinek din jî bi pêş ve bibira û bikira daîmî.
Hinekan ji bo 15’ê Tebaxê digot, guleya ewil e ku hatiye berdan. Hinekan digot, destpêka şoreşa Kurdistanê ye. Hineka digot dîwarê tirsê hatiye xwar. Hinekan digot xerabûna qerekolan di mêjî de ye. Tev jî rast bûn. Dijmin jî êdî fêm kiribû ku pêngaveke çawa ye, partî dixwaze çi bike û amadekariyên xwe ne bi demkî lê bi demdirêjî kirin. Stratejiya me ya hingê jî şerê gel ê bi demdirêjî bû. Ev destpêk bû. Şertên Kurdistanê cuda bûn. Ne mîna şoreşa li Kubayê bû ku di nava du salan de pêk hat. Li ber welatparêziya Vîetnamê, kesayeta ku dijmin li Kurdistanê ava kiribû, asîmîlasyon û entegrasyon pir cuda bûn. Jixwe qet ne wek Çînê bû. Şertên şoreşa Kurdistanê cudatir in, taybetiyên xwe yên giring ên xweser, zehmetiyên xwe hebûn. Jixwe giringiya wê ya mezin jî ji vir tê û hêj jî berdewam e.