Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê bi hevkariya hêzên navneteweyî bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê, ji 15’ê sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Abdullah Ocalan ku 24 sal in di nava sînorên Îmraliyê de bi astengiyên hevdîtinê yên malbat û parêzeran re û bi her cure qedexeya ragihandinê re rû bi rû dimîne, herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî bû. Ji vê dîrokê ve destûr nehate dayîn ku Abdullah Ocalan ê bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî. Lê belê Mehmet Ocalan da zanîn ku hevdîtina wan di nîviyê de hatiye qutkirin. Ji vê dîrokê vir ve tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Di bin navê “dîsîplîna” ku sîstematîk kirine de hemû serlêdanên malbat û parêzeran ên hevdîtinê tên astengkirin. Tecrîda 24 sal in bi awayekî girankirî berdewam dike, bi rewşa agahînegirtina 29 mehan didome.
Hevdîrtina piştî 8 salan
Piştî 27’ê tîrmeha 2011’an bi hinceta “koster xerabe ye” û “mûxalefeta hewayî” qedexeya hevdîtinê ya ji parêzeran re anîn 8 salan berdewam kir. Piştî hewldana darbeyê ya di 15’ê tîrmeha 2016’an de pêk hat, di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de hevdîtin bi qedexeyên 6 mehan hatin astengkirin. Pişt re qedexe bi cezayên di bin navê “dîsîplînê” yên bi biryara dadgehê hatin dayîn de hatin meşandin. Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî sîstema tecrîdê ya Îmraliyê dabû destpêkirin, li hemû girtîgehan belav bû û 200 rojan berdewam kiribû, deriyên Îmraliyê ji nû ve ji parêzeran re hatin vekirin. Di encama vê yekê de Abdullah Ocalan piştî 8 salan, herî dawî di 2-22’yê gulanê, di 12-18’ê hezîranê û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi parêzerên xwe re pênc hevdîtin kirin.
Di hevdîtinê de peyama çareseriyê
Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya 7’ê tebaxê ya bi parêzerên xwe re bal kişandibû ser siyaseta demokratîk û peyam dabû ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka kurd amade ye. Abdullah Ocalan diyar kir ku ew hewl dide ji kurdan re cih veke û wiha got: “Werin em pirsgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ez ê di hefteyekê de rewş û îhtîmala pevçûnê ji holê rabikim. Ez çareser dikim, ez ji xwe bawer im, ez ji bo çareseriyê amade me. Lê belê hem dewlet hem jî aqlê dewletê divê ya pêwîst bike.”
‘Hûn jî dewlet jî şaş dikin’
Piştî vê hevdîtinê hemû serlêdanên parêzeran an hatin redkirin an jî bi hinceta cezayên “disiplînê” bêbersiv hatin hiştin. Têkildarî hincetên cezayên “disiplînê” jî parêzer nehatin agahdarkirin. Abdullah Ocalan di axaftina bi telefonê ya 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re ku di nîvî de qût bû bertek nîşanî qedexeyên hevdîtinê dan û ev hişyarî kir: “Ji van tiştên tên kirin hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedemê wê ev e; saleke bi tu awayî hevdîtin nayên kirin. Ev tiştên tên kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di hiqûqeke din de hene. Hatina te xelet e û gelek bixeter e. Dewlet jî gelek bixeter e. Ev ne tişteke rast e. Heke ev hevdîtin çêbibe divê di çarçoveya hiqûqî de be. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe. Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”
433 serlêdan bê encam man
Tecrîda mûtleq ku di lîteratura hiqûqa navneteweyî de weke “incommunicado” tê penasekirin didome. Hewldanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî berdewam dikin. Malbat û parêzer her hefte bi daxwaza hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Ji 25’ê adara 2021’an ve ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê re herî kêm 302 serlêdanên parêzeran û 131 serlêdanên malbatan çêbûn. Lê serlêdanên tên kirin an bê bersiv tên hiştin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên redkirin.