Roja 6’ê tebaxê dewleta tirk a dagirker bi balafira bi çek û bê mirov gundê Çinartû ya girêdayî Çemçemal bombebaran kir di encama êrîşê de agir bi rez û baxên welatiyan ket.
Heman rojê di saetên êvarê de jî li navçeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê, balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta tirk a dagirker wesayîta welatiyên sivîl bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Alan Îsmaîl jiyana xwe ji dest da û kesek bi navê Haşim Şakir jî birîndar bû.
Hîn zû PDK’ê bi rêya çapemeniya xwe behane ji êrîşên dewleta tirk re peyda kir û got, dewleta tirk ji ber PKK’ê êrîş pêkaniye. Li şûna ku êrîş şermezar bikin û daxwaza parastina xaka xwe bikin, erka parêzertî û berdevkiya dewleta tirk girtin ser milê xwe.
Li gor zanyariyan, welatiyên ku di êrîşa li Çemankê de şehîd û birîndar bûn, endam û alîgirên PDK’ê bûn. Lê PDK û hikûmeta Mesrur Barzanî gotinek tenê jî li ser vê êrîşê nekirin û şermezar nekirin.
Her çiqas kesên bûn qurbanî kurdin û li başûrê Kurdistanê dijîn, lê heman roja ku her du êrîş pêkhatin, gelek parlementer û berpirsên Iraqî li dijî êrîşê helwesta xwe nîşandan, êrîş şermezar kirin û daxwaz ji hikûmeta Sudanî kirin ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin.
Lê PDK mîna her carê komkujî û tawanên dewleta tirk dinixûmîne û bi gotinek jî qetilkirina welatiyan şermezar nake ku kesên bûne qurbanî kurdin, di jêr desthilata wan de ne û alîgirê partiya wanin.
PDK’ê di çend salên borî de çav û devê xwe li ser şehîdxistina nêzî 250 sivîlên ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin girtiye. Li dijî hemû kes, alî û rojnamevanên ku helwest li dijî êrîşan nîşandane jî sekinîne.
Niha jî dewleta tirk a dagirker li nava xaka başûrê Kurdistanê de bi taybetî jî li Zap û Girê Cudî dixwaze dagirkeriya xwe zêdetir bike. PDK mil daye milê leşkerên tirk û li dijî gerîlayên azadiyê şer dike. PDK ketiye li pêş artêşa tirk û rê ji bo wan xweş dike.