Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gultan Kişanak ji bo merasîma cenazeyê xwîşka xwe anîn Xarpêtê

Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê tê ragirtin, ji bo tev li merasîma definkirina cenazeyê xwîşka xwe bibe anîn Xarpêtê. Kişanak, tev li merasîma cenazeyê ya li cemxaneyê bû.

Siyasetmedara kurd û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê tê ragirtin, tev li merasîma definkirina cenazeyê xwîşka xwe Zeynep Ozer bû ku ji ber nexweşiya gurçikan ev demek bû tedawî didît û duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.

Kişanak, bi balafirê ji Kandirayê anîn Balafirgeha Xarpêtê û ji vir jî derbasî Cemxaneya Ehlî Beyt a li Taxa Fevzî Çakmak a navenda Xarpêtê. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu û Alîcan Onlu yê HDP’î jî tev li merasîmê bûn. Kişanak ku tev li merasîma cenazeyê ya li cemxaneyê bû, li vir sersaxî qebûl kir.

Piştî merasîma li cemxaneyê, dê xwîşka Kişanak li gundê Sûn ê Xarpêtê bê definkirin.

Tê payîn ku Kişanak tev li merasîma definkirina cenazeyê jî bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar