Bi hezaran jinên ji herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em ê jiyaneke azad biafirînin” ji bo piştgiriya bi jinên Şengalê û Afganistanê li Kobanê li hev kom bûn.
Jinan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji Qada Jin a Azad heta Qada Aştiyê meşiyan.
Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û laçikên ku li ser “Jin, Jiyan, Azadî” nivîsî bû û bi gulan hatibûn xemilandin, hatin hildan. Piştî meşê mîtîngek hat lidarxistin û ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz hat girtin.
Hevseroka Desteya Maliyeyê ya Herêma Firatê Firyaz Berkel daxuyaniyek da û got, “Doh Şengal îro jî Afganistan e.”
Firyaz Berkel bi dewamî got, “Li dijî qirkirina jinan em ê jiyaneke azad biafirînin. Ev soza tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em ê bi vê helwestê dengê jinan bigihînin tevahiya cîhanê. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê komkujî hat kirin. Bi vê komkujiyê xwestin, di şexsê jinan de azadiyê tune bikin. Lewma destpêkê êrîşî jinan kirin û bi vî rengî hewl dan desthilatdariya xwe misoger bikin.”
Firyaz Berkel bi bîr xist ku di 15’ê Tebaxa 2021’ê de jî êrîş li jinên Afganistanê hat kirin û êrîşa li Afganistanê şiband êrîşa li Şengalê ya li dijî jinan hat kirin.
Firyaz Berkel got, “Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê li dijî mejiyê desthilatdar ê jinan rabin ser piyan. Vayê jinên Şengalê serî hildan e û azadî misoger kirine.”