Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nahêlin girtî mafên xwe bi kar bînin

Girtiya bi navê Nûrcan Aslan ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê hewl dide tecrîda heyî girantir bike û nameyên ji bo ÎHD’ê dişînin jî bi hinceta “ewlehiyê” tên desteserkirin.

Girtî Nûrcan Aslan ku li Girtîgeha Jinan a bi Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên li girtîgehê vegot. Aslan, da zanîn ku nameyên ku ji bo rojnameger û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dişînin nayên şandin, bi hinceta “ewlehiyê” tên desteserkirin û ev agahî parve kir: “Em dixwazin têkildarî binpêkirinên heyî ji rojnameger û ÎHD’ê re nameyan bişînin. Lê belê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nayên şandin û tên desteserkirin. Nahêlin dengê me li derve bê bihîstin. Naxwazin em van binpêkirinan bi raya giştî re parve bikin.”

Bi domdarî Aslan anî ziman ku nameyên wan bi awayekî keyfî tên desteserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi muxatab jî nînin ku em pê re hevdîtinê bikin. Li qadên hevpar em dixwazin bi girtiyên din re bên ba hev lê ev yek jî bi hinceta ‘xetereya ewlehî û tevgera komî’ tê astengkirin. Di heman demê de çalakiyên civakî tên astengkirin. Êdî hatiye astekî wisa ku em bi zor û zehmet ji odeyên xwe derdikevin. Dema kesek nexweş dikeve jî hefteyeke piştre dibin revîrê. Dixwazin dengê me qut bikin. Dixwazin tecrîda heyî hêj girantir bikin.”

Di berdewamê de Aslan destnîşan kir ku bi hinceta ku poşmantî qebûl nekirine, heta niha înfaza girtiyên bi navên Leyla Nergîz, Fatma Berfe û Elîf Kaya hatine şewitandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derfetê didin girtiyên edlî ku li ser telefonê 90 deqeyan biaxivin. Lê nahêlin em 10 deqeyan jî biaxivin. Bi vê yekê re bi aşkereyî ji me re vê dibêjin; ‘hûn çi sûc dikin bikin lê xebatên siyasî nekin.’”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar