Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Diyanet dînfroş e

Piştî ku AKP desthilatdariya dewletê bi xurtî girt destê xwe, ango bandora Kemalistan şikenand yek ji saziyên derket pêş Diyanet e. Niha, ji heyiyên dewletê para herî zêde ji bo Diyanetê tê veqetandin. Di budçeyê de rêza yekemîn xercên şerê li dijî gelê kurd e. Xerca Diyanetê jî di rêza herî jor de ye û ji budçeya gelek wezaretan zêde ye. Di sala 2023’yan de xerca Diyanetê sedî 117 hat zêde kirin. Îsal budça wê 35 milyar û 910 milyon û 653 lîra ye. Ev butçeya fermî ye. Ji bilî vê bi rêya weqif û heyiyên din butçeya Diyaneta AKP’ê herî kêm du qatê heyiyên fermî ye.

Gelo, ev Diyaneta hinde bi pere çi dike? Li ser navê dîn tiştek dike an dîn difroşe? Ya herî girîng jî; Diyanet bi gor emrê Xwedê tevdigere an berjewendiyên desthilatdariyê diparêze?

Bersîva van pirsan gelek hêsa ye. Kiryarên Diyanetê bi xwe bersîv e. Bi yek gotinek em bêjin, Diyanet dîn difroşe û ne bi gor rê û rêbazên ku Xwedê li Qûranê gotiye, tenê bi gor berjewendiyên desthilatê tevdigere. Diyanet ya tirka ye û nijadperestî dike. Diyanet dubendî dixe nava însanan. Ya herî berbiçav jî Diyanet di serî de kurd dijminatiya hemû gelên ne tirk û ne misilman dike. Yek derdê Diyanetê heye, ew jî parastina desthilatdariya faşîst e.

Ev Diyaneta han beriya AKP’ê jî wisa bû. Di dema desthilatdariya Kemalîzmê de dînê Diyanetê Kemalîzm bû, niha jî dînê Diyanetê faşîzma AKP ye. Lê di vê heyamê de tiştê balkeş, Diyanet bi gor rê û rêbazên destûra bingehîn ya Tirkiye jî tevnagere. Kemalîzm qanûnan bi gor rê û rêbazên xwe amade kiribû û hemû saziyên dewletê bi gor wan qanûnan tevdigeriyan. Hê jî qanûnên Kemalîzmê derbasdar in. Rast e, bi gor vê qanûnê Diyanet dikare tirkperestî bike. Lê Diyanet divê vê tirkperestiyê bi awayekî laîsîst, ango bi gor rê û rêbazên Kemalîzmê pêkbîne. Diyaneta ku ji AKP’ê hêz digre niha laîsîzm daniye aliyeke û tenê dînê AKP’ê esas girtiye. Ew dîn jî ne Îslam e. Aşkereye ku ev dîn, dînê DAIŞ’ê ye. Heke ne wiha be çi karê Diyanetê di doza Kobanê de heye?

Wekî tê zanîn Diyanet jî wekî saziyên din ya dewletê serî li dadgehê daye û dibêje, “Em mexdûr in. Gelek camiyê me hatine hilweşandin. Bila cezayê herî giran were dayîn.” Di serîlêdana Diyanetê de zimanek wisa hatiye karanîn ku tu dibê qey ne daxwaz fetwa nivîsandine. Lê ya herî balkêş jî HDP’yiyên di doza kumpas ya Kobanê de tên darizandin wekî dijminê dîn nîşan didin. Em dizanin. AKP bi doza Kobanê dixwaze tola DAIŞ’ê ji HDP’yiyan bigre. Diyanet jî di ser de zêde dike, dînê DAIŞ’e diparêze û daxwaza tinekirina HDP’yiyan dike.

Ev tiştên han ne ji rêzê ne. Desthilatdariya AKP’ê berêve sîstema xwe çêdike û dixwaze osmanî careke din zînde bike. Bi gotineke din li hember ew qas têkçûnê, siyaseta neo-osmanî hê jî di meriyetê de ye.

Divê em rastî bibînin. Yê ku pêşî li vê siyaseta xwînavî ya AKP’ê girt kurd bûn. Berxwedana kurda nehişt ku AKP’ê mirazê xwe bi cîh bîne. Li hember hemû qirêjiyên wê berxwe dan û hê jî ber xwe didin. Kurd, her wiha bi vê berxwedana xwe cesaret da gel û baweriyên din ya Tirkiyeyê jî. Ev yek ji lawaziyên sereke ya desthilatdariya AKP’ê ye. Ango ew, hê jî nikare bi gor dilê xwe gavan bavêje. Sedema êrîşên tûnd ya AKP’ê yên li dijî gelê kurd pêktîne, yek jê jî ev e. Diyanet jî di van êrîşan de haleta herî mezin ya AKP ye. AKP, xapandina herî mezin bi rêya Diyanetê dike. Ji bo vê budça wê hinde zêde kirine. Ji bo vê wan li çar aliyên cîhanê belavkirine. Ji bo vê destûra dînfirotinê dane wan. Bi vî awayê bi hestên însanan jî dilîzin. Ev jî tenê bi firotina dîn pêkan e.

Bila ev rastî werin dîtin. Bi gor vê rastiyê jî helwesta herî xurt nenaskirina dînê AKP’ê ye. Diyanet rêvebirê dînê AKP’ê ye û bi hev re dixwazin tola têkbirina DAIŞ’ê ji kurda bigrin. Heke ew vê dikin, bawermendên dilsoz jî divê dînê wan nasnekin û bi aşkereyî bi nav bikin ku dînê wan ne Îslam e.

Nûçeyên Têkildar