Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Konferansa jinên ji bawerî û pêkhateyên cuda li Silêmaniyê tê lidarxistin

Li Silêmaniyê Konferansa ku jinên êzidî, kakayî, zerdeştî, feylî û mesihî tevlibûne di bin pêşengtiya TAJÊ de bi coşek mezin destpêkir. Konferans bi lorîna Dayê Şemê ya êşa hemû jinên esîr da jiyîn û axaftina vekirinê destpêkir. Di axaftina vekirinê de ji bo pêşîlêgirtina jenosîdan banga yekgirtina jinan hat kirin.

Konferansa jinên ji bawerî û civakên cuda bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê li asta Herêma Kurdistanê de li Silêmaniyê dest pê kir. Konferans dibin dirûşma:“Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye” pêk hat.

Ji Ranya, Silêmanî, Kerkûk û Helepçe jî ji gelek sazî û dezgehên jinan jin tev li konferansê bûn.  Destpêka konferansê de Dayê Şemê ku Endama Koordînasyona TAJÊ ye sûprizek pêk anî û ji bo beşdarvanên konferansê lorînek li ser fermanê vegot û bo wesîleya kêliyên hestiyar ku êşên hevpar yên hemû jinan hat hîskirin û zindî kirin.

‘Tenê naskirina jenosîdê têr nake, divê hesap bên pirsîn’

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Reham Heço ve hat kirin.

Heço di despêka axaftina xwe de xêrhatina hemû beşdarvanên konferansê kir û di salvegera 9’an ya fermana 3 Tebaxa 2014’yan de di şexsê qurbaniyên fermana 74’an de tevahî mirovên ku di komkujiyên li ser axa Iraqê de pêkhatî ne de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr anî û wiha pêde çû; “Bêguman di qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’yan de herî zêde jin bûn qurbanî. Di şexsê jinên êzidî de civaka êzidî di qirkirinê re derbas bû. Jinan femîsayid jiyan kirin. Her wiha 3 hezar û 504 jin dîl ketin destê çeteyên DAIŞ û li bazarên koletiyê de hatin firotin. 9 sal li ser derbas bûn. Hîna jî hêjmarekî mezin aqûbeta jinên êzidî nayên zanîn û hezar û 340 dîlgirtî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Jenosayda 3’yê Tebaxa 2014’yan ya li ser civaka êzidî pêkhatî, ji aliyê 13 welatan ve bi fermi wek jenosîd hatiye qebûl kirin. Ew gavek girîng û erênî ye. Em wek TAJÊ vê biryarê bi wate dibînin. Lê tenê biryar girtin bes nine. Pêwîste ji berpirsên vê qirkirinê hesab bên xwestin û ew werin darizandin. Lê mixabin hîna ev jenosîd ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye qebûl kirin. Hêjî ji DAIŞ û hevkarê wê hesap nehatiye xwestin.”

‘Ji bo aramî û azadî pêk were hevgirtina jinan ferze’

Di axaftina destpêkê de “Di nava aramî û azadiyê de yêkbûna çand û baweriyan wê zilma li ser tevahî jinan û civakê têk bibe. Em bawerin ku ev konferans jî bi nîqaş û biryarên xwe re wê rê ji bo azadî û aramiyê veke. Ev jî teqez ji hevgirtin û hêza jinan derbaz dibe û li ser me jî ferze.”

Di berdewamiya axaftina de Heço got: “Hêviya ku ev konferans bibe gavek bo hezên herêmî û navdewletî xwedî li berpirsiyariyên xwe derbikeve. Êşa ku jin û civaka Êzidî jiyan kirî, îro em di vê konferansê de bi hevre parve dikin. Em dizanin ku êşa jinan yeke. Li ku dibe û kî dibe bila bibe êrîşên li ser jin bi yek armanc û hişmendiyê pêk tên. Di roja îro de li seranserî cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê rojek nine ku jin rastî êrîş, tundî, destdirêjî û bê mafiyê neyên.”

Heço bal kişand ser rewşa jinên li Afganistanê jî û got: “Ev 2 salin li Afganistanê jin rewşa qetlîamê jiyan dikin. Bi tevahî mafê jiyanê ji destê jinan hatine girtin. Tişta ku li wê derê bi serê jin û civakê tên kirin, ji yaku jin û civaka êzidî di sala 2014’yan de jiyan kirîn ne cuda ye. Bi vê boneyê vê em tekoşîn û berxwedana xwişkên xwe yên afgan silav dikin û dibêjin em li gel we ne. Tekoşîna hevgirtî ya jinan wê desthilatdariya zilam teqez bin bixîne.”

 ‘Bi hevgirtina jinan yê dawî li femîsaydan bê anîn’

Reham Heço bi taybet li ser rewşa jinên başûrê Kurdistanê jî sekinî û wiha got; “Di enfalên ku pêkhatin de bi sedan jin hatin girtin, hatin firotin û îşkence kirin. Li ser vê xakê kurdên feylî, kakayî, zerdeştî, asurî-suryanî û her wekî din di qirkirinan de hatin derbas kirin. Di roja me ya îro de jî bi rojane jin bi destê zilam tên kuştin. Bi sedan jin bi destê zilamê desthilatdar bi şêwazekî hovane tên îşkence kirin. Ango di hemû komkujiyan de jin mexdurên sereke ne.”

Reham Heço di dawiyê de jî got: “Ev konferansa ku bi beşdariya jinên êzidî, kurdên feylî, kakayî, zerdeştî û mesihî û hwd. di bin dirûşmeya Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi avakirina pergalek demokratîk û mîsogeriya bidawî anîna komkujiyane, xwedî wateyekî dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku ger ne bi yekitî û tekoşîna jinan ya hevbeş be wê rê li ber qirkirin û femîsayidan neyê girtin. Em jin bi yekîtî û rêxistinkirina xwe, hesab ji DAIŞ û hevkarên wan bixwazin û heta rizgarkirina hemû dîlgirtiyan tekoşîna xwe xurtir bikin. Ji bo hemû bawerî, netew, ol di nava azadî û aramî de bijîn, ji bo carekî din li ser vê xakê komkujî, talan, wêran û firotîna jinan neyên jiyan kirin, pêwîste tekoşîn bê dayîn.”

Piştî gotara Reham Hico, li ser navê saziyên, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Evîn Siwêd, Rêxistina Jinên Azadî Kurdistan Şadî Semed, Komeleya Jinên Azad a Kurdistan Rozerlîn Kemanger û Komîteya Jinên Bakurê Kurdistanê Nurten Çelebî, peyam hatin xwendin.

Konferans piştre bi panelan dewam kir, di panela yekem de berdevka Komîteya Peywendiyan ya Tevgera Jinên Azadî Suham Şingalî, berpirsa Rêxistina Kurdên Feylî ya Mafê Mirovan Esra Mihemed û aktivîst Arwîn Bayiz, derbarê ‘Rola jinan di nava gel, pêkhate û baweriyên qedîm de, polîtîkaya tinekirinê ya li ser jinan tê meşandin, çima di êriş û qirkirinan de para sereke jin digre’ guftugo hate kirin.

Di panela duyem de jî hevseroka KNK’ê Zeyneb Murat, endama Yekîneyên Jinên Şengalê Vejîn Şengalî, parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Uca, derbarê ‘Jin wê çawa xwe ji nûve ava bikin, erkê jinan di parastin û bingeh danîna sistemek demokratîk de çiye, pêşengtî û têkoşîna navnetewî, di sedsala Peymana Lozanê de rewşa siyasî, jinan, erk û berprisyartiyên heyî’ guftugo kirin.

Konferans berdewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar